9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yurtsever: Ev îdiayên virt û vala ne hêjayî bersivê ne

Danişîna ewil a doza rojnamegeran a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Em di di nava sînorên îktîdarê xêzkirin de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin”

Danişîna ewil a doza rojnamegeran a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever parastina xwe kir. Yurtsever, balkişand ser rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin.

Serokê dadgehê di vê navberê de got; “Yanî hûn di vê mijarê de ne yên ewil in ne jî yên dawî ne.” Yurtsever jî got; “Heke wiha bidome dibe ku dawî be.” Yurtsever, bal kişand ser tawanbariyên lê tên kirin û wiha got: “Ev îdiayên virt û vala ne hêjayî wê ne ku mirov bersiva wan jî bide. Jixwe îdianameyê îspat kiriye ku em rojnameger in. Ev 7 meh in bi awayekî neheq û derhiqûqî girtî ne. Ev yek sûc e. Ji bo ku em vî sûcî vebêjin, bi qasî tê xwestin mafê parastinê nayê dayîn. MA ya ku ez lê dixebitim tê îllegalîzekirin. Ev ajansa bacê dide. Wê demê ma yên bacê jê digirin jî sûcdar nabin?

‘Rojnameger, wijdana civakê ye’

Bi domdarî Yurtsever anî ziman ku weke rojnamegeran hewl didin pirsgirêkên civakê ragihînin û wiha axivî: “Rojnameger, wijdana civakê ye. Derbasnekirina sînorên îktîdarê nîne. Em li ser navê cemaweriyê nûçeyan çêdikin û li vir jî wijdan derdikeve holê. Em di navbera ol, ziman û nîjadê de cihêkariyê nakin. MA jî di vê mijarê de alternatîfeke û ajansekî fermî ye. Hûn nikarin ne ji me û ne jî ji MA’yê sûcekî derxînin.”

‘Pirsgirêka kurd xeta sor a vî welatî ye’

Yurtsever, destnîşan kir ku di îdianameyê de 5 nûçe bûne mijara tawanbarkirinê û wiha got: “Nûçeyên me yên têkildarî pirsgirêka kurd di îdianameyê de hatine bicihkirin. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, binpêkirin û nûçeyên ku nîjadperestiyê teşhîr dikin lê hatine bicihkirin. Li ser van nûçeyan jî hewl dan heye ku me krîmînalîze bikin. Pirsgirêka kurd, xeta sor a vî welatî ye. Naxwazin em vê mijarê ragihînin. Dibêjin ‘hûn nikarin vê pirsgirêk bibînin.’ Pirsgirêka kurd, yek ji rojevên bingehîn ên vî welatî ne. Em vê dinivîsin û dê binivîsin jî. Em ji her aliyan ve dinivîsin. Li gorî qanûnê çapemenî azad e. Mafê me heye ku rexne bikin, şîrove bikin, nûçeyan çêbikin û parve bikin. Divê her tiştên di çarçoveya pirsgirêka kurd de ji hêla gel ve werin zanîn. Haya gel ji binpêkirinên heyî nîne. Îktîdarê sînorek xêz kiriye û dixwaze em di nava van sînoran de nûçeyan çêbikin. Çapemeniya ku vê dike jî heye. Lê ji ber ku em vê nakin îro tên darizandin.”

Serokê dadgehê ji Yurtsever pirsa “Gelo we li dijî PKK’ê yan jî HDP’ê qet nûçe çêkirine?” kir. Parêzer Resûl Temûr mudaxeleyî vê pirsê kir. Lê belê serokê dadgehê qêriya û got; “Hûn nikarin biryarê bidin bê ka ez ê kîjan pirsê bikim.”

Serokê dadgehê îcar pirsa “We derheqê dayikên amedî de nûçe çêkirin an na?” Yurtsever jî wiha bersiv da: “Ez her tiştekî ku civakê eleqeder dike dikim nûçe. Di rojevê de çi hebe û her rewşê dikin nûçe. Ez lê nanihêrim bê ka ev bi kêrî kê tê yan jî bi kêrî kê nayê. Jixwe vê nizanim jî. Ez bi awayekî bêalî bûyerê dinivîsim û pêşkeşî civakê dikim.”

‘Em di bin zexta darazê de ne’

Yurtsever, diyar kir ku kesên mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin di bin zextê de ne û wiha pê de çû: “Ez jî van dikim nûçe. Lewma jî em di bin zexta darazê de ne. Baş e lê daraz di bin zexta kê de ye?” Yurtsever, bal kişand ser îfadeyên şahidên nepen û got ku MA ji ber xebatên xwe tê tawanbarkirin. Yurtsever, wiha domand: “Ez Midûra Karên Nivîsan a MA’yê me û rojnamegereka tê naskirî me. Li ser medyaya dijîtal dibêjim bê ka li ku dixebitim. Ev 9 sal in dixebitim. Lewma her kes dizane ku ez rojnameger im. Li em li ser îfadeyên şahidê nepen tên tawanbarkirin. Mimkin nîne ku em vê qebûl bikin.”

Her wiha Yurtsever got ku piştevaniya bi rojnamegerên girtî re jî weke sûc hatiye nîşandan û ev nabe ku ev yek weke sûc were nîşandan. Yurtsever, da zanîn ku ji bo rojnamegeran çalakiya şandina nameyan û pirtûkan li dar xistine û telefona wê ya têkildarî vê mijarê ya li ser telefonê jî di îdianameyê de hatiye bicihkirin. Yurtsever, wiha domand: “Li ser telefonê min ji hevalên rojnameger re got ku dema pirtûkan dişînin tiştekî li ser nenivîsin heke dê rêveberiya girtîgehê wan pirtûkan nede rojnamegeran. Lê ev axaftina min weke ‘peyama sublîmînal’ hatiye bicihkirin.”

Ji ber ku li navnîşanda îqametgeha xwe rûnane tê sûcdarkirin

Yurtsever, daxuyand ku çalakiya ji bo berdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Kadikoy a Stenbolê şopandiye, li vir tev li weşana zindî bûye, di vê navberê de li gel wê kamera û mîkrofon hebû û ev yek di îdianameyê de weke sûc hatiye nîşandan. Yurtsever, bertek nîşan da ku ji ber bikaranîna qerta bankê ya dayika xwe tê sûcdarkirin û wiha got: “Dema ez xwendekar bûm min ji KYK’ê kredî girt. Lê min hêj jî nekariye bidim. Ji ber ku dema dayîna wê hatiye, dema pere dikevin ser hesaba min a bankê dest danin ser. Lewma nikarim qerta xwe bikar bînim.” Her wiha Yurtsever got ku ji ber ku li navnîşanda îqametgeha xwe rûnane tê sûcdarkirin.

Serokê dadgehê her wiha Xwediyê Îmtiyazê yê MA’yê Ferhat Çelîk, şêweyê rêveberiya MA’yê, hejmara aboneyên MA’yê û bernameyên di Medya Haber TV’yê de tên weşandin jî kir.

‘Li gorî min ez niha hatime desteserkirin’

Serokê dadgehê pirsên “Gelo sedemeke rêxistinî yê nedayîna deynê KYK’ê heye?” û “Hûn çima ji girtî û hikûmxwaran re dibêjin ‘dîlgirtî’?” Yurtsever jî got; “Li gorî min her kes dikare girtî û hikûmxwaran li gorî xwe pênase bike. Weke mînak li gorî min ez niha hatime desteserkirin.”

Yurtsever wiha axivî: “Çapemeniya Azad heqîqetê diparêze û em ê ji belavkirina vê heqîqetê tawîzê nedin.”