spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê dadgehê pirsa “wijdan” ji rojnameger Acar kir

Rojnamevanê girtî Emrûllah Acar, diyar kir ku ji bo ew heqîqetê binivisîne di MA’yê de dixebite û  ev tişt got: “Ez li gorî wîjdanê xwe nûçeyan çêdikim. Em ji kesî ferman nastînin. Em bi îradeya xwe nûçeyan çêdikin.”

Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam dike. Piştî navberê parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr axivî. Temûr da zanîn ku 7 meh rojnamevan girtî ne û serokê dadgehê jî mudaxileyî parastina rojnamevanan dike. Temûr, li ber serokê dadgehê ku dibêje dê saet di 17.30’an de danişînê biqedîne rabû. Temûr, anî ziman ku parastin dirêj didomin û xwest heta ku parastin bi dawî bibe danişîn berdewam bike. Dadgehê daxwaza Temûr red kir.

Paşê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Emûrllah Acar ê girtî axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Acar da zanîn ku li Ajansa Mezopotamya nûçeyên kurdî çêdike û bal kişand zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad. Acar, parastina xwe wiha domand: “Çimkî Ajansa Mezopotamya rastiyan nivisîne û diparêzîne, lewma ez li vir dixebitim. Heqîqetê berovajî nake. Navnîşan û cihê em lê dixebitin diyar e. Em rojnamevan in. Lê polîs bi çavek din li me dinêrin. Gelek caran ajantiyê li me ferz kirin. Lê me vê bêrûmetiyê red kir. Em di îdianameyê de dibînin ku her tişt bi destê polîsan hatiye amadekirin û bi vê îdianameyê tolê ji me hiltînin. Fezleke ji aliyê îstîxbaratê ve hatiye amadekirin. Di hundirê wê de tenê delîlek şênber nîne. Hemû razber in. Tê îdiakirin ku em li gorî ‘peymana KCK’ê tevdigerin. Cara yekem e ku ez di vê îdianameyê de peymana KCK’ê dibînim.”

Tawanbariya li DFG’ê

Acar, diyar kir ku 7 nûçeyên wî di îdianameyê de cih digirin ne sûc in û wiha got: “Şahidê veşarî dibêje ku min li Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê perwerdehiyê dîtiye. Ez endamê komeleyê me. Gelek asayî ye ku ez li wir perwerdehiya rojnameaniyê bibinim. Her wiha di îdianameyê de qala pere tê kirin û min pê sûcdar dike. Em heqê nûçeyên ku çêdikin digirin. Ev ne sûc e. Di îdianameyê de mîna ku em naxebitin û pere werdigirin hatiye lansekirin. Ev ne sûc in.”

‘Ji ber xwedî wijdanên tên darizandin’

Acar, destnîşan kir ku dema ew nûçeyan çêdike bi wîjdanî nêz dibe û got: “Ji ber ku em bi wîjdanê xwe rabûne, tên darizandin. Ji ber ku em bi wîjdanê xwe radibin, tê îdiakirin ku em ji hin kesan fermanê digirin. Em ji kesî fermanê nagirin û em bi îradeya xwe nûçeyan çêdikin. Şaristanî û civaka pêşketî li ser vê axê derketiye. Niha li ser vê axê ev winda ye. Ajansa Mezpotamya niha bi nûçeyên ku çêdike ketiye pey şopa vê heqîqetê. Ajansa me rastiya civakê diparêze. Em xwedî vê rastiyê ne.”

Serokê dadgehê beyanên şahidên veşarî xwend. Serokê dadgehê pirsa, ‘gelo pêvajoya xebata te ya li MA’yê bi fermanê çêbû?’ kir. Acar wiha bersiv da: “Piştî min zanîngehê qedand, min hin saziyên çapemeniyê lêkolîn kir. Min dît ku MA rastiyan diparêze. Lewma ez bi serê xwe û li ser îradeya xwe çûm serlêdan kir û min li vir dest bi kar kir.”

Serokê dadgehê sûcdariya “malbata nirxan” kir. Acar wiha bersiv da: “Kekê min di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Lewma tê îdiakirin ku pere dane min. Min di sala 2019’an de dest bi kar kir. Îdiayaek di navbera van salan de heye? Ji ber ku ez li MA’yê dixebitim, lewma jî pere ji wir werdigirim. Ev îdia ne rast e. Tu aliyên wê yên şênber jî nîne. Jixwe SSK’a min tê razandin. Gelo SSK’ya ‘malbatên nirxan’ tê razandin?”

‘Ji bo wijdan hewcedarî bi perwerdehiyê nîne’

Dadgehê, bal kişand ser peyva “wîjdanê” û pirsa di bin banê MA’yê de “perwerde” girtiye an negirtiye ji Acar kir. Acar diyar kir ku hevpîşeyên min ango hosteyên min li ser prensîbên rojnamevaniyê dersê dane wî û qala rojnamevaniyê jê re kirine û ev jî wîjdan e. Acar got: “Em li gorî berjewendiyên xwe hereket nakin. Ji bo mirov bibe xwedî wîjdan hewcedarî bi perwerdehiyê nîne.”

Serokê dadgehê pirsa çima piştî ofîsa Enqereyê ya MA’yê li ofîsa Rihayê ya MA’yê xebitiye ji Acar kir. Acar wiha bersiv da: “Ez bi îradeya xwe ya azad hatim Enqereyê û piştî ez li vir rojnamevaniyê hîn bûm, ez çûm Rihayê. Hewcedariya min bi vê hebû.”

Acar, da zanîn ku ew berê jî ji heman îdiayan hatiye darizandin û lêpirsîn ango doza wî bi biryara neşopandinê bi encam bûye.