19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengvedana têkliyên Sûriye û Dewletên Ereban

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa normalîzekirina têkiliyên dewletên Ereban bi Şamê re û rewşa Tunisê û Sûdanê kir.

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûriyeyê nivîsand: “Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan duh bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re gavên ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê lêkolîn kirin, da ku wê vegerîne nava welatên Ereban.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê de hate gotin Feysel Bin Ferhan ji Esed re li ser girîngiya peydakirina hewayeke guncaw ji bo gihandina alîkariyan li tevahî herêmên Sûriyeyê axivî. Bin Ferhan diyar kir ku ew ê hewl bidin aramî li tevahî Sûriyeyê misoger bibe.

Bin Ferhan doh gihaşt Sûriyeyê. Ji 2011′an ve ev serdana yekemîn e. Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê got ev serdan ji bo pêkanîna çareya siyasî ji krîza Sûriyeyê re ku bandorên wê bi dawî bike û yekitiya Sûriyeyê biparêze, pêk hat. Bin Ferhan ji serokê Sûriyeyê re got divê rewşên guncaw ji bo vegera hemû penaber û koçberên Sûriyeyî li herêmên xwe, werin dabînkirin.

Çapemeniya Sûriyeyê da zanîn ku Esed bi Feysel Bin Ferhan re têkiliyên di navbera her du welatan de û dosyayên siyasî, erebî û navneteweyî nîqaş kirine.”

′Desrgîrkirina Xenoşî nîşaneya rageşiyê ye’

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Tunisê wiha nivîsand: “Aliyên siyasî yên tunisî got destgîrkirina serokê tevgera Nehda Raşîd Xenoşî dê bibe sedema rageşiya mezin di navbera tevger û dewletê de. Ji ber ku serok Qeys Seîd nahêle tu hêz saziyên dewletê bikin hedef û nahêle serekên Nehdayê daxuyaniyên dijberî saziyên serweriyê bide; mîna artêşê yan jî nîşaneya şerekî navxweyî.

Ev rageşî ji ber ku desthilatên Tunisê navendên tevgera Nehdayê girtin, çalakiyên wê qedexe kir û naskirina qanûnî jê kişand, pêk tên.

Aliyên siyasî yên Tunisê destnîşan kir ku daxuyaniyên dawî yên Xenoşî îşaret bi şerê navxweyî dikir. Tê de destnîşan kir ku dê Nehda bihêle saziyên dewletê ji hêla daxuyaniyên serekên wê werin hedefgirtin û rewşa hundirîn bê îstîqrar be. serok Qeys Seîd ev yek qebûl nekir.”

‘Li Sûdanê dengê çekan bi ser yê dîplomasiyê dikeve’

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Sûdanê de wiha nivîsî: “Ruxmî bangewaziyên wezîrên karên derve yên welatên G7`an û dewletên din ên herêmî jî ji bo aliyên şerê Sûdanê ku şer rawestînin û diyalogê bikin, lê belê hê jî dengê çekan tê. Şer di roja 4`an de dewam kir û di encamê de zêdetirî 200 kuştî û birîndar çêbûn. Di heman demê de, artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn hev bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Bilnken jî bi her du generalên Sûdanê yên dijberî hev re dan û stand kirin û bal kişand ser girîngiya pêkanîna agirbestê.”

Lê belê mîna hemû peywendiyên dîplomatîk ên berê, ev bangewazî jî bê encam man. Blinken destnîşan kir ku karwanekî dîplomasiyê yê Amerîkayê roja duşemê li Sûdanê rastî êrişê hatiye, lê tu ziyan çênebûne û got: “Gef û êrişên li dijî dîplomatên amerîkî nayên qebûlkirin.”

Roja duşemê balyozê Yekitiya Ewropayê jî li Sûdanê di mala xwe ya li Xertûmê de rastî êrişê hatibû.

Duh jî wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî bi hempîşeyê xwe yê Yewnanistanê Nikos Dendias re rewşa Sûdanê û hevkariya dualî ya di navbera her du welatan de nîqaş kiribû.”