20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lênûska nîşeyan a rojnamevan Zeynel Bûlût kirine mijara tawanbariyê

Di îdianameya rojnamevanê girtî Zeynel Bûlût de ji ber ku di lênûska wî ya nîşeyan de peyva “gerîla” heye,  hatiye îdiakirin ku Bûlût, “li ser armanc û bîrdoziya rêxistinê tevdigere.”

Li Amedê di 16’ê hezîrana 2022’yan 16 rojnamevanên kurd ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatibûn girtin. Îdianameya rojnamevanan piştî 10 mehan hat amadekirin. Rojnamevan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” dê bên darizandin. Yek ji van rojnamevanan jî Zeynel Abidîn Bûlût e. Bûlût jî dê bi hevpîşeyên xwe re di 11’ê tîrmehê de derkevin pêşberî 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Di îdianameya Bûlût de beşdariya wî ya televîzyonan û pirtûkên wî yên hatine desteserkirin, kirine mijara tawanbariyê.

Li gorî nûçeya ku nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Azad Altay amade kiriye di beşa îdianameya aydî Bûlût de jî tê gotin ku ew ji dûr ve xwe girêdaye serverên Stêrk TV û Medya Haber TV û wê bi vê îdiayê sûcdar dikin. Hatiye îdiakirin ku dokumentên têkidlarî nîqaşên bernameyan ji bo Bûlût û hevpîşeyên wî hatine nivîsandin. Hat îdiakirin ku Bûlût di vê çarçoveyê de tev li bernameyan bûye û nirxandin kiriye û bi vî awayî “propaganda rêxistinê kiriye û daxilî hiyerarşiya rêxistinê bûye.” Bûlût ji ber ku beşdarî bernameya “Çavdêrî” ya ku rojnamevan Mehmet Alî Ertaş pêşkêş dikir bûye û nirxandinan kiriye wek sûc hatin dîtin.

Hema bêje çi pirtûk li mala Bûlût hatibin desteserkirin, hemû tawanbariyê di îdianameyê de cih girtine. Hat diyarkirin ku biryara “komkirinê” derbarê pirtûkan de heye. Lê hûrguliyek balkêş a derbarê Bûlût de jî ew e ku desteserkirina lênûska wî ya nîşeyan e. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di lênûskê de ji bo endamên PKK’ê “gerîla” gotiye û hat îdiakirin ku Bûlût “li ser armanc û bîrdoziya rêxistinê tevger dike.”

Her wiha parvekirinên Bûlût ên li ser medya dîjîtal jî wek sûc hatine dîtin.

Beyanên şahidê veşarî “CV23TY45UP78″ ku di heman demê de şahidê veşarî yê doza betalkirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê ye jî, di îdianameyê hatin bicihkirin û wek “delîl” hatine nîşandan. Beyanên vî şahide veşarî “CV23TY45UP78” di îdianameya beşa aydî Bûlût de jî cih digire.