8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Edene ji bo çar çar wekîlan amade ye; qey çima nebe?

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Mîna li Edene û Mêrsînê, kurd di nava qayîşkêşiyekê de bin; her du bajar jî bi motîvasyona 4 nûneran bi dest bixin, dixebitin.  Ê de haydê Edene, ma qey çiyî te ji Mêrsînê kêmtir e?

Piştî avakirina komara tirk, Çûkûrovayê nexasim jî Edeneyê timî koçberên kurdan xwe lê girtine. Meriv dikare bibêje, Edene bi zevî û avahiyên xwe, tevdek li ser pişta kurdên koçber hatine avakirina.

Li gorî rewşa welatiyên li Edeneyê, meriv dikare bibêje du rûyê Edeneyê heye: yek xizanî, yek dewlemendî; yek dewlemendên zeviyên pembo, çiltûk, zebeş û yekûna mêwe û fêkiyan, yek jî xebatkarên li van zeviyan. Ev rewşa hanê, bûye mijara bi dehan roman û filman. Yek ji van roman nûsan, Yaşar Kemal e. Yaşar Kemalê kurd, bi çavê serê xwe şahidî ji van tiştan re kiriye. Edetî dar û berên Çûkûrovayê bûne qelem, çem û rûbarên wê bûne hibir û Yaşar Kemal nivîsandiye. Lê dîsa jî têrê nekiriye ku xweşî û nexweşiyên vî bajarî binivîsîne. Dîsa Yilmaz Guney, Tarik Akan jî, zelûliya welatiyên Edeneyê, derbasî ser perdeya spî kirine.

 Du rûyê Edeneyê

De ni min got, du rûyê vî najarî hene: xizanî û dewlemendî. Ji bo meriv vê yekê bibîne, pêwist nake meriv dirêj dirêj binivîse. Hema meriv li nava kuçe û kolanên vî bigere, bes e. Li aliyekî taxên xizanan, li aliyên din jî rezîdans û balaxane (gokdelen) yên wirşedar. Heta paşê navek li vê rewşa hanê kirin, gotin Edene ya nû û Edeneya kevin. Ango herêma kurdê xizan û ya tirkên dewlemend.

Nexasim ev guherîna hanê, di dema şaredar Aytac Durakê xwedî sosretiyên mezin de pêk hat. Aytac Durak bi salan şaredariya Edeneyê kir û navê xwe li bin gelek hetîketên mezin nivîsand. Ev mirovekî dijminê kurdan ê sondxwarî bû. Di esasê xwe de ne dostê tirkan bû jî. Tenê li ser dijminatiya kurdan, dostê bêrîka xwe bû. Nelirêtiyên vî mirovê çavbirçî ew qas pir bûn, êdî mijar hat meclîsê. De hesab bikin, heta partiya wî MHP jî nikarîbû nelirêtî û qirêja wî veşarta. Ev tevlihevî, hîn jî berdewam e û li bajêr, mijara siyasesetê ya sereke ye.

Nola kêşeyên Edeneyê ne bes bin, di ser de jî koçberên ji Sûriyeyê jî hatin lê zêde bûn. Piştî hatina koçberên ji ber aloziya şerê Sûriyeyê reviyan hatin li Edeneyê bi cih bûn, vêca bajar bûye çirava tawanên krimînal. Ev jî bû dehekê li ser nehekan. Dîsa li Edeneyê, pêkûtiyên li ser jinan, timî dikeve rojeva welêt. Çend sal berê dawa jina bi navê Çîlem Dogan, demeke dirêj di rojeva welêt de cih girtibû. Cîhê daxê ye ku bûyerên bi vî rengî, tin tê jiyandin.

Kurd dixwazin vê çarenûsê biguherînin

Li Edeneyê, partiyên pergalê timî li hemberî kurdan di nava hevkariyeke nijadperest de ne. Lê kesên di nava vê helwesta hanê ya neyênî de ne, ew bixwe jî êdî xitimîne.

Gelo ev hilbijartin wê ji vê xetimandinê re bibe çareserî? Niha em ê li dû bersîva vê pirsê bigerin. Her wekî tê zanîn, partiyên pergalê, di bin sîwana du îtifaqên cuda de tev li hilbijartinê dibin. Di esasê xwe de her du jî dişibin du felqê sêvekê. Lê ji bilî van her du îtifaqan, îtifaqeke din jî heye. Îtifaqa ked û azadiyê. Di serî de gelê kurd û kêmareyên din, her wiha bawerî û komikên cuda, di bin banê Partiya Çepên Kesk de, tev hilbijartinê dibin. Digel hemû pêkûtî û çewisandinan, ev tifaq dibe çirûska hêviyê. Li hemberî tifaqa komarê û ya gelan, îtifaqa ked û azadiyê, nola roja felatê li gelan hiltê, hêviyê ronî û geş dike.

Bajarê Edeneyê bi 15 navçeyên xwe û 831 gundên xwe, dê biçin li ser sindoqan. Heta ev nivîs dihat amadekirin, hîn jî di rûpela YSK’yê de serjimara hilbijêrên Edeneyê nehatibû diyarkirin. Lê bi giştî Edene bi serjimara xwe ya ku êdî gihaştiye nêzî 2 milyon û 500 hezarî, ew ê bibe bajarê di rêza şeşemîn de yê bajarê herî zêde nûneran dişîne meclîsê. Ango Edene  wê 15 nûneran bişîne meclîsê.

Partiya Çepên Kesk, li Edeneyê çav berdaye bidestxistina 4 nûneran. Gava meriv li potansiyela Partiya Çepên Kesk li ber çavan digire, ev ne pêşbîniyeke pirole ye. Jixwe di hilbijartina berê de, HDP’ê 2 nûner ji Edeneyê şandibûn meclîsê. Heke temamê xebatkarê bajêr û navçeyan yên Partiya Çepên Kesk xwe baş bijdînin, ew ê serkeftineke baş bi dest bixînin.

Hêjayî gotinê ye ku partiya TİP’ê, bi diyarkirina namzetên xwe yê li Edeneyê, derî ji tevliheviyê re vekiriye. Niha hemû namzetên Partiya Çepên Kesk, hewl didin rewşê ji gel re zelal bikin, daku yek dengek bi tenê jî şaş neyê bikaranîn.

Gera li nava esnafan

Namzetên Partiya Çepên Kesk bi mebesta hevnasandina bi gel re, civînek li buroya taxa Yuregîrê pêk anîbû. Ewil namzetan xwe bi gel da naskirin, di pişt re jî pilansaziya xebatên xwe bi bîr xistin.

Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê ev in:

1 – Tulay Hatîmogûllari, 2 – Ferhat Kabaîş, 3- Rojbîn Çelîk, 4- Mehmet Karakiş, 5- Delal Mamûk, 6- Bariş Karabiyik, 7- Şûkran Efeturk, 8- Munîr Korkmaz, 9- Sevîl Araci, 10- Huseyîn Agaç, 11- Evrîm Ayman, 12- Serkan Nar, 13- Hafîze Atli,14- Nezîr Dorak, 15- Sûat Nacar.

Piştî civînê, tevahiya namzetan, li gel girseyekê derketin serdana bazara li taxa Yuregîrê. Koma namzetên Partiya Çepên Kesk ku nîvê wan jin in, nola kulîlkên biharê wanî rengo mengo ye. Reng û dengê jinên azad, li Edeneyê li pêş e û welatî jî ji vê yekê razî ne.

Ji rêvebirê navçeya Seyhanê Îzet Yîgît, bi dengê xwe yê gurûgeş deng li esnafên bazarê kir. Geh bi wî dengê xwe yê bilind silav da esnafan, geh bi qîrîn bang dikir, digot, “welatîno! Werin em bi hev re hesab ji yên kîloyek pîvaz kirine 25 lîra, bipirsin!”

Ji gelê hatibûn bazarê, bertekên erênî jî, yên neyînî jî raber dikirin, hebûn. Meriv dikare bibêje kurdan bi giştî, helwesta piştgiriyê raber namzetên Partiya Çepên Kesk didan. Ji welatiyan gelekan jê bi hêrs, bi dengê kelogirî, kîsikên xwe yê vala yê bazarê raber namzetan dida. Xizanî û bêmecaliya gel, rewşeke dilguvêş raber dikir.

Ji welatiyên li bazarê, jineke ji Mereşê hat ba namzet pêşwazî kir û ji wan daxwaz kir ku ew çareyekê ji vê bihabûna xwarin vexwarinê re bibîne. Jinika bêmecal, hêstirê ziwa li ser koma namzetan de dibarand û bêmecaliya xwe diqîriya. Piştî axaftina wê dayikê, namzetan û welatiyên li bazarê ji wê dayika wêrek û kezebşewat re li çepikan xist.

Li Edeneyê bertek, hêvî û xwestekên gel yên tevan weke yên vê dayikê ne. Meriv dikare bibêje, ev dayik ji tevahiya hestên welatiyên Edeneyê re bû tercuman.

Li Edeneyê, bar giran e lê hêvî jî mezin e. Ê de haydê Edene, Ceyhan û deverên din ên embara dengê kurdan! Ma qey çiyî te ji Mêrsînê kêmtir e? Çima tu jî 4 nûneran neşînî meclîsê gelo?!