6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojên li dû xewnekê

Enes Yildiz

Xewna kesekî ku li derve û li hundir ”cîhaneke” aram dixwaze ku hîna nehatiye damezirandin.

Perdeya çavê xwe vedike ku bi janeke bêrehm derketiye hatiye. Hûn ê niha çepikan ji van gotinên min re lêxin.

Hişê min, bîra min, ruhê min, hizra min û xeyala min ya cîhanî şemirandibe jî bextewar im ku vê birînê vedidim ser şopa kesên ku aramiya bedew heq kirine. Ez di xewna rojên berê de kê û ne kê dikim taca serê xwe û heta şiyardibim û ji xewna ku çaxa tê de diçim. Yek ber bi min ve nayê. Nabihîse, seh nake qîrîna xwe. Xwe di ser birîna xwe de berneda. Tofanek, qiyameteke dereng im ku mehşera pêxemberan e. Va şabaş! Yekî weke min û ji yekî weke xwe re!

Niha! ne derve û ne di hundirê xewnên rojên berê de me.

Kê caran, li ser deng û pêjnan bedena xwe lorandiye. Kê bedena xwe, hişê xwe, bi awazekî kûr de aram dike û kilamekê dide ber xewna xwe.

Va, min xwe di çiyayekî serbêzer de berda û hişê min di nav qerebalixekî de û di bajarekî zengarî de li ber mijê diket. Di dawiyê de hatim, li dorhêla bajarekî û di nav toz û bablîsokekî de gotinên xwe yên dawiyê tînim ber bîra xwe. Şevê din di derengiya şevê de diçûm. Destên min li tariya şevbayekî ket û min got heta fanosa xewnekî geş bibe û heta rûyê min û gaziya min di vê hewara heyamê de hebe. Kezeba min di kezeba kesekî de disojiya û rûyê min li esmanê şîn û li ber pêrgîna rojê ketibe. Li ser xwe û li ser tiştên ku ruhê mirov, hişê mirov tev li hev dike û di naverastê de çi hebe li ser hizirîm. Berî herîm mala ku lê dimînim û berî di derenceyan de hilkêşîm, min di ber xwe de wiha got; ”tarîtî qîrîneke nesehkirî ye.” û min mifteya bêrîka xwe derxist û deriyê malê vekir û ez bi kesera ‘cîhanekî’ têr qîrîn re diaxivîm.

Îhtîmal e ku êdî wextê min yên ku di jiyanê de bikim teq û req zêde nemaye. Min di bin bêdengiya xaniyê bi beton de û ew xaniyê ker ku bêrîkîrîna min seh nedikir. Ez bê tebat bûm ku rabûm min cixareyek vêxist. Ne ku mirinekî hîs dikim û ne jî çûyînekî difikirim. Lê li ber lingên min qîjîniyeke bijan hebû. Şabaş! Ew heyama ku tê de min nekarî xwe bistirînim.

Lê di her wextekî de min jî xwest bi peyatî herim ser esmên. Her kêlî, her dem, her gav, her heyam û ji bo min jî weke teyrekî birîndar bask vedida. Gava yek û yek van alfabeyan rêz dikim û di vê jiyanê de tiştekî naxwazim. Rojek wê were tav li ber pencereyekê bikeve û di manşeta rojnameyekê de wiha were nivîsandin; ” te jî bîra mirinê, bîra jînê, bîra hişê xwe û bîra serpehatiya hemû heyaman vekola û çûyî.’ Kesek, nebateke bêdeng û zarokekî mezin ê ku nikare biaxive, weke wisa di hûndirê xwe de dihewînim. Tiştek heye ku di her gavî de û di hûndirê min de olaneke bêeman dide. Roj bi roj, saet bi saet, bîra mirinê vedikolim ku ka gihiştim li ku derê. Di kîjan riyan de neçum û venegeriyam! Caran, çi li ber bîra min dikeve û caran li ber bîra min gotina ku tiliyên miriyên me jî hebûn tê gotin. Ev ax, caran me ranake, caran êşên me, li bênderekî, li kolanekî û li ser kevirekî tûjîk maye. Bila hemû têkoşîna min, hemû rêwîtiya min, heyrana riya kesekî be, di oxira kesekî de be ku tim û tim dikeniya û di serbestiya xwe de bextxweş bû.

Lê bextxweşî ew bû ku silav ji wan kesan re ku me bi hevre qala neteweya xwe kir. Silav ji wan kesan re ku me xwe li ber dara hinarê qala birînekî nekewandî kir. Îro ji rojan rojeke meha nîsanê ye. Taveke germ xwe berdide li van deştên ku li her bihosteke xwîn rijyaye û însanên çak û çelenk gotinên xwe yên herî bedew û herî pak û zelal di vê deştê de qise kirine.  Îhtîmaleke di dawiyê de serpêhatiya min an jî ya kesekî din wiha vebêje; ”sor bûn kûlilka dara hinarê û xweş û bi jan bû payîz.” Payîz xewna li dû rojên ûmrê xwe ye. Payîz ew payîze ku zarokê hûndirê mirov e. Di ber xwe de di xewnê de di evîna xwe ya winda de  û di rondikên xwe de şanaz e. Vê sibê dibe ku kesek seh neke qîrîniya min û tenê dikare, qîrîniya hûndirê xwe bihewirîne. Îca! Pirs li ser pirsên bêbersiv digerim. Mirov bo çi bo kê, her sibehan, di her nîvroyan d û di her ber êvaran de radibe xwe meyste dike. Ji ber ku xwe li jîn û jiyana têr mij û têr ‘ewr’ re dihewirîne.

Di herfên min de tiştên bijan jî hene û tiştên herî bedew jî hene ku ka kê û heya li ku derê? Wê keştiya xwe, xeyalên xwe, hêviyên xwe, birînên xwe qise bike. Ji dayibûn, bi serê xwe gumanek e. Lêgerîna însanên bi xwe gûmaneke û erd û esmên şik dibare. Va xeyalên însên heta naskirina xwe ye. Xeyalên însên heta ku ava di nav de avjeniyê dike û bê tebat di cihê xwe de nasekine. Dêmên ku tê gotin; ”bê derfetî û her tişt bi zorê û bi hezaran zehmetiyên mezin bi dest ketiye û wê gavê însên li ser gotinên xwe matmayî dimîne.”

Min bi xwe pir tişt avêtin ber lêpirsînan û heta li vir hatim.  Însên zarokeke bedew ê nakokiyeke mezin e ku li Kurdistanê çavê xwe vedike. Min zêde zêde mirin avêt ber lêpirsînan. Min tiştên ew qas bedew dîtin ku xwest nemirim û pê re bijîm. Hemû tiştên bedew bi jan bûn. Hemû tiştên ku li ser axê hene di pêsîra xortekî de dirijiyan. Arezûyên zeman, azweriyên li rawestgehan hemû di pêsîra xortekî delal de disojiya. Li Kurdistanê her tişt di hewayekî giran de dihat jiyandin. Ji derketina tavê bigirin, heta berfeke sar û zivistaneke biseqem bû. Hin tişt hene ku mirov here goristanê jî ez bawer im wê pê re mijûl bibe. Tiştên ku însan xwe pê helak dike û qîrîniya xwe jî li sûkekî bifiroşe jî têrê nake. Êşên ku ser ruhê însên radiwestin hene. Êşên ku ji hev derxistina xeyalan hene. Însan caran dibêje; ”de were xwe valatiya  di gerdunê de berde.” De were, ji xwe û ji derdora xwe re qiseyan bike û ragihîne ku tu kes bo xwe, ne heye û ne jî tune ye. Her kes bo her kesî dijî. Mirineke tewş û jiyaneke bextewar nagerim. Ne bo xwe û ne jî tu kes bo xwe zafera xwe tenê nikare bi dest bixe. Ev cografya ango ev erdnigarî weke deqekî mezin li ser eniya te ye.