11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin

Dayikên Aştiyê ji ber ku ku gotin desthilat divê ne ji bo şer, ji bo herêmên erdhêjê seferber bibe, ketin ber lêpirsînê. Dayikan destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê her tim doza aştî û piştevaniyê bikin

Di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Her du erdhejan bandor li 11 bajaran kiribûn û di ser 45 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn. Lê Tirkiyeyê tevî vê yekê jî êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandibûn.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê jî bertek nîşanî vê yekê dabûn û gotibûn ku desthilat ne ji bo şer, ji bo herêmên erdhêjê seferber bibe. Ji ber vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê der barê Dayikên Aşitiyê Emîne Ozek, Behiye Nayir, Emine Alkiş, Zeynep Begenir û Nuriye Atmişê de bi îddiaya “Agahiyên derew belav kirine” lêpirsîn da destpêkirin û ji bo îfadê gazî wan kir. Dayikên ku der heqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, ew ê her tim li dijî şer doz aaştiyê bikin.

‘Dixwazin me çavtirsandî bikin’

Ji dayikan Emîne Ozekê bi lêv kir ku rabûne li ber şer ne sûc e û got ku dewlet hem wan dikuje, hem digire û hem jî lêpirsînan dide destpêkirin. Ozekê wiha axivî: “Me beriya niha li ser şer hevpeyvinek dabû û me gotibû ku pereyê ku didin şer bila ji herêmên erdhêjê re bên şandin. Ev qeder bû, lê divê ku tevdîr bihatana girtin. Kesên ku bi hawara wan çûn jî nehiştin ku alikariya wan bikin. Me jî ji bo em bertek nîşanî vê rewşê bidin me hevpeyvînek da. Piştre emnîyetê ji bo îfadeyê gazî me kir.”

Ozekê wiha domand: “Ew tiştên ku me gotin anîn danîn pêşiya me. Me ji wan re got, ‘heta îro jî cenazeyên gel di bin kavilên avahiyan de ne, divê alîkarî ji van mirovan re biçe.’ Lê ew ji me re dibêjin, ‘hûn çima wiha dibêjin?’ Bi vî rengî dixwazin gel çavtirsandî bikin û kes ji mala xwe de dernekeve û her kes xwe bêdeng bike. Em jî dibêjin ‘edelet û aşitî.’ Îro hemû mafên mirovahiyê tên binpêkirin. Heger binpêkirina mafên mirovahiyê hebe, em dayik helbet dê bertek nîşan bidin. Em dayik li ser pêyan e û çi ji me bê xwestin em ê bikin. Heta dawiyê em ê li dijî van pêkanîna li ber xwe bidin. Dixwazin çavê me çavtirsandî bikin. Lê em natirsin. Ji her rojê bêtirê divê em îro di nava piştevaniyê de bin û dengê derxinin. Hem me dikujin, hem me digirin û hem jî der heqê me de lêpirsînan vedikin. Em vê qebûl nakin.”

‘Em ê her bibêjin aştî’

Dayik Behiya Nayirê jî diyar kir ku heta ku aştiyeke mayinde neyê welêt ew ê her bitêkoşin û wiha axivî:” Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Em dixwazin aramî bê Tirkiyeyê. Dema ev karesat çêbû xwedê negot, ‘ev kurd e, ev tirk e, ev ereb e.’ Bi yek carê de hilweşand. Me xwest ku dewlet demildest bi hawara wan mirovan de biçe. Em dixwazin ku niha jî gelê me hemû destê xwe bidin hev û gelê me ji vê karesatê rizgar bikin. Îro dora wan bû, dibe ku sibê dora me be. Ji ber wê divê em piştevaniya hev bikin. Me got, ‘bila şer bisekine.’ Lê rabûn li ser me doz vekirin. Leşker jî zarokên me ne. Me got, ‘bila dewlet bi hawara wan kesan de biçûya. Sê rojan dewlet bi hawara wan de neçû. Hger biçûya ev qas mirov nedimirin. Bila her kes seferber bibe.’ Ji ber ku me ev got der heqê me de lêpirsîn hat vekirin. Em naxwazin tu kes bimire. Em li dijî her cureyê kuştinê ne. Em dixwazin ku her kes destê xwe bide mexdûrên erdhêjê û alîkariya wan bike. Ger dîsa jî der barê me de dozê vekin, em ê bibêjin aştî û piştevanî. Em dibêjin aştî ji me re dikin sûc. Me tu sûc nekiriye. Em naxwazin ne leşker ne polîs bên kuştin. Em naxwazin ku kuştin û girtin çêbibe. Em aştiyê dixwazin.”

‘Em vê yekê qebûl nakin’

Ji dayikan Emîne Alkişê jî got ku daxwaza ji bo aştiyê li tu derî ne sûc e û ev tişt gotin: “Em Dayikên Aştiyê ne, dilê me dişewite. Me ji bo heremên erdhêjê alîkarî kom kir û bang li hemû dinyayê kir ku bi hawara herêmên erdhêjê ve biçin. Em ji her derê re aştiyê dixwazin. Çavê me li aştiyê ye. Li ser me doz vekirin, em vê qebûl nakin. Çimkî em dayik in. Ji min re gotin, ‘te gotiye gelê kurd çûye alikariyê.’ Min got, ‘ez heman tiştî li vir jî dibêjim kurd çûn bi hawara wan de, ji ber ku gelê kurd mêvanperwer e û rihma wî heye.'”