12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedemên zêdebûna êrîşên Tirkiyeyê û nêzîbûna welatên Ereb û Şamê çi ne?

Ehmed El Erec sedemên zêdebûna êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê spart binkeftina siyasetên wê yên navxweyî û derve. Li ser hewldanên nêzîkûna dewletên Ereban ji hikumeta Şamê jî got, armanc rêgirtina li Tirkiye û Îranê ye.

Dewleta tirk êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê zêde kirine. 24ʹê Sibatê di encama êrîşeke bombeyî ya şaneyên girêdayî MÎTʹê ya li taxa Şêxmeqûsd a Helebê de, endamê Komîteya Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hemze Kobanê şehîd bû.

Têkildarî êrîşên domdar ên dewleta Tirk û têkiliyên dewletên erebî bi hikumeta Şamê re, Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec ji ANHAʹyê re axivî.

Ehmed El Erec, bûyerên ku di salên dawî de li Sûriyeyê rû dan bi karesatekê li dijî gel bi nav kir û diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xak û gelê Sûriyeyê sûcên şer in.

ʹArmanc dagirkirina herêmê yeʹ

El Erec îşaret bi vê yekê kir ku dewleta tirk di salên navbera 2013-2016ʹan de giranî da bajarê Helebê û êrîş anîn ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. El Erec bi domdarî got: “Ji ber ku ev herêm xwedî stratejiyek e û deriyê kontrolkirina Helebê ye. Dewleta Tirk di vê yekê de bi bin ket. Di pêvajoya diyalogan Rûsya û Îran li aliyekî û dewleta Tirk a dagirker li aliyekî din de dewleta Tirk hemû çete û terorîstên xwe ji Helebê vekişandin û berê wan dan Efrînê da ku Efrîn û herêmên di navbera Cerablus û Idibê de dagir bikin.”

ji bo dûrxistina wê ji Îran û Enqerê ye

Ehmed El Erec îşaret bi hewldanên dewletên erebî ku nêzî Şamê bibin kir û got: “Lihevkirinên ku di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de çêbûn û lihevhatina berjewendiyên Tirkiye-Rûsyayê bandor li siyaseta di navbera Tirkiye û welatên rojavayî de li aliyekî û berjewendiyên Tirkiye û dewletên erebî kir. Destpêka bihara erebî dewletên erebî destek didan siyasetên Tirkiyeyê yên li herêmê, lê piştî dîtin ku çavê Tirkiye li dagirkirina dewletên erebî, di serî de Sûriyê û xeta di navbera Heleb û Mûsilê de ye anku mîsaqî Millî, dewletên Ereban destek li ser rejîma tirk qut kirin.”

El Erec hewldanên dewletên erebî ku nêzî hikumeta Şamê bibin spart du xalan û wiha domand: “Yek; dewletên erebî dixwazin Sûriye ji her lihevkirineke bi Tirkiyê re dûr bixin. Duyem; zextê li Şamê bikin da ku hebûna Îran a li Sûriyeyê lawaz bike. ʹʹ

Piştî erdheja 6ʹê Sibatê serokkomarê Misirê bi hempîşeyê xwe yê rejîma Şamê Beşar El Esed re axivî. Her wiha wezîrê karên derve yê Misirê serdana Şamê kir. El Esed jî çû Omanê.

Tevî karesatên xwezayî siyasetên dijminane didomin

Ehmed El Ereb diyar kir ku tevî karesata li başûrê Tirkiye, Lîwa Îskenderon a dagirkirî û Heleb û Lazqiyê rejîma tirk siyasetên xwe neguhertiye û êrîşên xwe li ser xaka Sûriye û gelê wî didomîne.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec zêdebûna êrîşên Tirkiyeyê spart binkeftina siyasetên wê yên li ser asta navxweyî û hundirîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rejîma tirk bûye belayek li ser civata navneteweyî û tevahî mirovahiyê. Divê aliyên navneteweyî yên têkildar zextê li dewleta tirk bikin ku siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî gelê Sûriyeyê rawestîne.”