28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û muzîka me

Veysî Varli

Mirov dikare bi hêsanî bêje çand her çiqas bedena tevahiya civakê û nirxên civakê be jî ew bixwe ruhê civakê ya tevcivîna dîrokî ye. Şikildarê dinyaya manevî ya civakan e.  Watedarê hest û hişmendiyê ye. Ji ber wê jî ya ku mirov dike hêmayeke çandî ev taybetmendî ye. Kesê ji vê taybetmendiyê bêpar be berê wî/wê ne li civaka wî/wê û dîroka wî/wê ye.

Ji ber ku di bingeha her çandê de  girêdanek bi avaniya bibîranînê (yan jî têkiliya kevneşopî) nasnameyê ( yan jî xeyalên polîtîk) û gerdîşê re heye. Ev avanî ji ber ku di esasê xwe de ruhê cerbandina hevpar, hêvî û wateya dinyayeke sembolîk e, bi wê hêza xwe di civakê de derfeta yekitî, xwespartin û ewlekariyê pêk tîne, di heman demê de jî ji ber ku ceribandin, gerdîş û kevneşopiyan bi teşe û zindî dike, dibe pira navbera paşeroj û pêşerojê. Di her civakê de yên ku van piran dikin hîm cuda ne. Ji bo kurdan hostayên pirê yên herî serkeftî jin in. Ji bo muzîkê ev hêj baldar û balkêş e. Ji neolotîkê heta van salên nêz, jin her dem ev rola xwe bi serkeftî pêk aniye. Dema em li dîrokê mêze dikin jin afirînerê herî mezin di heman demê de jî mijara  muzîkê ye.

Stranên kurdî yên xwedî ritmên serbest, ango yên navê wan ji dema Akad, Mîtanî û Huriyan de heta îro roj Kilam e  (Yên ku ewropî jê re dibêjin parlendo rubarto reçîtatîfe / stranên ku dengbêj li dîwanan dibêjin) ji sedî nod û pênc berhemê jinan in. Ji dema Akadan heta roja ku bandora olê li ser civakê zêde bû jin bi koletî (mî-nar) jî û bi Banû’ti (şubhat) jî her tim stranbêj û afirîner e. Piştî bandora olî jin dîsa afirîner e lê mixabin ji sedema mêr, ol û civakê êdî nikare van berhemê xwe li civatê bêje û ji wê sedemê jî yên ku stranê di civatê de bilêvkirî gotine her tim dengbêjê mêr in. (heke yek du hebin jî wekî Gulê,  Pero, Fatêya bedlîsî û…) Dema radyo vebûn bandora mêr hinek şikiya û ev jî herî zêde jî radyoya Erîvanê û ya Bexdayê de hate dîtin.

Dema em bala xwe didin afirandina jinan û  stranan, her çiqas li dor jiyana jinan û qala jinan be jî jê zêdetir rewşa civaka tê de dijî dide beyankirin. Ji ber ku her saet û demên civakê heman car jiyana jinan bi bandor û diyar dike. Ji vê sedemê jî rewşa jiyana jinan rojane dibe mijar û berhemê strana wê. Xwestek, hesret, xeyal, xweşikî û hestên wê yên veşartî û serencamên wê di stranan de bi zargotineke zelûlî bi civakê re tê parvekirin. Ev jî bi me dide ragîhandin ku jinên kurd her çiqas bindest û kole be jî di warê afirandina muzîkê de bê sînor azad e.

Jin di lorikn de dayika ku jê hêvî tê xwestin e. Di stranên xerîbî û hesretan de kesa ku ji bo vê kul û elem tê kişandin e. Nasnameya wê yar e, dayik e, ango kesa zor û zahmetiyê dikşîne ye. Di stranên evîniyê de xweşika ber dilê delalê xwe ye. Dema qala xweşîkiya xwe dike tu sînoran lî ber xwe nagire û xweşikiya xwe bî zargotineke mecaz pênase dike.

Jin dema stranek diafirîne her çiqas dinyaya dilê xwe û hestên xwe bi lêv dike jî, di heman demê de wekî berdevkê civakê êş û hesretên civakê jî xweş didahûrîne û pênase dike. Bi lorika zarokê xwe mezin dike lê di heman demê de ji bona ziman jî mamosteyê yekemîn ê zarokên xwe ye. Di stranên jinan de derew tune ye lê tevahiya pisgirêk û xweşikiya civakê di stranê de li berçavan xuya ye.

Jina afirînerê muzîkê dema stranekê diafirîne bêhaydarî zimanekî û şîroveyeke gelek edebî bi kar tîne. Tiştê lê hay bûye, dewera lê dijî, bûyerên civakî bi hestê dîlê xwe disitrîne û bi zimanekî gelek fesîh û hêsan bi civakê re parve dike. Heke îro stranên weke Derwêşê Evdî, Melek Xanimê, Cebelî û hwd. hêj li civakê bandor dikin, pêwîst e em zanibin sedem fesîhi, zelalî û xweşikiya zimanê ku di stranê de hatiye bikaranîn e. Bi vê sedemê mirov dikaere bêje jin ji bo zimanê kurdî stûnên herî xurt in.

Lê mixabin îro ev rola jinan tê tunekirin. Jin êdî weke mêran difikirin û ji nasnameya xwe ya ku afîrîner dûr dikevin. Ji wê sedemê ye ku êdî di civaka kurdan de dengbêjên dîwanê ber bi tunebûnê ve diçin û nifşên nû çênabin. Jinên kurd ji gund derketine, bûne bajarî. Tevahî qirêjiya post modernîzmê lê bandor kiriye. Xwe nanase çanda wê ya dîrokî têr wê nake û bê şerm kane bêje “Eyyyyy!  Ma ev çi muzîk e?”

Piştî ew qas gotinan bi kurt û kurmancî mirov kane bêje bi tev bindestî û zilma kişandiye dîsa yên ku muzîka kurdî dewlemend kirine û parastine jinên kurd in. Lê mixabin hin kom, komikên bi navê muzîka kurdî û jinan derketine îro roj jî naveroka muzîka kurdî tune dikin. Ew jinên ku bi nasname û têkiliyên xwe ji xwe re dibêjin em kurd in û hunermendên muzîka kurd in.

Bi navê jinan û muzîka kurdî ev yek divê neyê qebûlkirin. Ev ev rewşa wan komên bi navê jinan û muzîka kurdî rabûne divê bê rexnekirin ku li ser navê jin û muzîka kurdî xebatan bi rê ve dibin û debara xwe dikin. Muzîka kurdî muzîkeke resen e, divê kodên wê re neyê lîstin û naveroka wê neyê xirakirin. Hela bi navê modernîteya demokratîk ev yek tê kjirin ku van nirxan jî ron dike. Eleqeya wê muzîkê bi modernîteya demokratîk re nîn e.