5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​ʹMêtîngeh wê bibin baregehên rêxistinên terorêʹ

Dewleta tirk bi hevkariya Qeterê sûdê ji karesata erdhejê digire da ku planan xwe ya guhertina demgorafiyaya herêmên dagirkirî temam bike. Di vê çarçoveyê de dewleta Qeterê dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê dike ku navê "Bajarê Qeterê" lê dike.

Hewldanên dewleta tirk û çeteyên wê yên bi hevkariya dewleta Qeterê re yê guhertina demografiyaya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî zêde bûne. Vê carê sûdê ji erdheja wêrankirî ya ku Sûriye, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rû da digirin da ku vê planê temam bikin.

Piştî erdhejê, dewleta tirk bi hevkarî û desteka rêxistin û komeleyên qeterî, kuwêtî û tirkî avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî zêde kirine.

Girînendeyê Rêxistina “Sûriyayî ji bo heqîqetê” Besam El Ehmed ji rojnameya  Independentarabia re got: “Ya ku me dixe nava fikran ew e ku ji ber erdheja dawî guhertina demografî çêbibe. Destên hemû aliyên bi nakok ên li Sûriyeyê, bi taybet rejîma Sûriye û opozîsyona Sûriyeyê di guhertina demografî de hene. Mînak; rejîma Sûriyeyê qanûnên ji nû ve birêxistinkirin û avakirinê derxistin û van qanûnan ji bo guhertina demgorafî li herêmên di bin serweriya xwe de bi kar tîne. Opozîsyona Sûriyeyê heman tiştî dike û Efrîn jî mînaka vê yekê ye.”

El Ehmed diyar kir ku opozîsyon di bin navê bicihkirina koçberan de kesên biyanî li şûna niştecihên resen bi cih kirin û nasnameya wan guhert. El Ehmed got: “Ev kiryar fikarên me ji zêdebûna guhertina demgorafî zêde dike. Ji ber ku ev alî van kiryaran li herêmên di bin serweriya xwe de pêk tîne. Erdhej dê derfeteke nû bide wan û ji bo bicihkirina mexdûran li herêmê wê bibe hincetek.”

MSDʹê hişyarî da ku dewleta tirk alîkariyên cîhanî yên ku ji gelê Sûriyeyê re werin şandin îstîsmar bike û guhertina demgorafî zêdetir bike. MSDʹê bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike û koçberkirina Kurdan ji cihên wan rawestîne. Li Efrînê ji sedî  zêdetir 70 xelkên wê yên resen hatin koçberkirin.

Stratîjyeke taybet a girêdayî baweriyê

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa ji ANHAʹyê re axivî û got: “Li ser mijara ku hikumeta tirk erdhejê wekî fersendekê dibîne ji bo mêtîngehan li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ava bike, mirov dikare ji du aliyan ve lê binere;  yekemîn: Armanca hikumeta tirk a daîmî guhertina nasnameya niştecihên resen ên herêmên Sûriye yên li beramberî xaka Tirkiyeyê ye. Ev armanc stratejiya sabit a girêdayî baweriya siyasî ya îslamperest a AKP û hevkarê wê nîşan dide. Her wiha meyla neteweyî ya osmanî ya li gel hikumeta AKPʹê nîşan dide ku dixwaze niştecihên Kurd ji kokê rakin û îslamperestan li şûna wan bi cih bike. Duyemîn: Armanceke taktîkî ya îroyîn e. Ev armanc girêdayî başkirina derfetê ji bo Erdogan û partiya wî di hilbijartinên parlamento û serokatiyê yên bê de ye. Dixwazin bi rêya çareserkirina pirsgirêka penaberan û bicihkirina wan li Sûriyeyê vê fersendê baş bikin. Pirsgirêka penaberan ji bo hikumeta Tirkiyê bûye derdek û kaxezeke zextê ya aboriyê ye, her wiha ji bo hilbijartinan jî kaxezeke baş e.”

ʹBargeha pêşeroja a terorê ava dikin’

Komeleya “Qeter a Xêrxwaziyêʹ di çarçoveya plana jinûve avakirina herêmên wêrankirî, bi taybet navçeya Cindirêsê ya Efrînê de qonaxa destpêkê ya projeya “Bajarê Kerama” ragihand.  Serokê komeleyê Yûsif Bin Ehmed El Kewarî di dîmenekê ku li ser hesabê tîwtterê yê komeleyê hatibû parvekirin de got, wî fermana destpêkirina projeyê da.

Îsa diyar kir ku projeya Qeterê ya bi navê karama ya bicihkirina penaberan li xaka Sûriyeyê binpêkirina serdestiya Sûriyeyê ye û wiha domand: ” Ev tevger dijminahiyeke din e. Her wiha binpêkirina qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye.  Hincet çi dibe bila bibe lê avakirina bajarekî li xakeke dagirkirî ji aliyê deweleke din ve binpêkirin e. Çareserkirina pirsgirêka penaberan kar û mîsyona dewleta Sûriyeyê ye, heger dewleta Sûriyeyê di vê mîsyonê de bêçar bimîne, wê demê ev pirsgirêk dibe mîsyona rêxistinên navneteweyî û pêwîstiya wê bi birayar Desteya Neteweyên Yekbûyî yan jî ya Konseya Ewlekariyê heye.”

Têkildarî xetereya bajarê ku hikumeta Qeterê bi hevkariya dewleta tirk ava dike, Mihemed Îsa got: “Ji bilî ku ev mêtîngeh binpêkirina serdestiya Sûriye û têkiliyên navneteweyî ye, wê bibin baregehên rêxistinên tundraw ên mîna El Nusra û DAIŞʹê, di encamê de wê bibin hêlîna terora cîhanê û metirsiyek li ser aştî û aramiyê elwehî.”