8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deriyê heqîqetê: Raşomon

Raşomon, fîlmê ku derhenêriya wî derhenêrê Japon Akira Kurosawa kiriye, di sala 1950’î de hatiye kişandin. Piştî ku dagirkeriya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) li Japonyayê bi dawî bû, fîlm hatiye kişandin.

Japonya ji ber polîtîkayên desthîlatdariya xwe ya faşîst yên mêtingeriyê tevlî şerê cihanê yê duyemîn dibe. Lê piştî bajarên Hîroşîma û Nagazakî bi bombeyên atomê tên hilweşandin bê şert û merc teslîm dibe û ji şer vedikişe. Japonyaya ku kavil dibe dikeve bin dagirkeriya DYA’yê. Çand û hunera japonan jî ji vê dagirkeriyê bêpar namîne. Hêzên dagirker fîlmên ku pesnê çanda japonan didin û bi rexneyî nêzî hêzên dagirkeran dibin qedexe dikin. Fîlmên ku berê jî hatine kişandin tên îmha kirin û li her derê Japonyayê fîlmên Hollywoodê tên nîşandan. Lewma demeke dirêj fîlmên japonî nayên kişandin. Piştî dagikeriyê di salên 1950’î de bi berhemdayîna hin derhenêrên japonî sînemaya Japonyayê xwe dide hev.

Raşomon yek ji fîlmên sereke ye ku wê demê tê kişandin. Bi fîlmê Raşomon re sînemaya Japonyayê ku ji ber dagirkeriyê radiweste ji nû ve xwe dide hev. Di sala 1951’an de ji festîvala fîlman a Venedîkê, sê xelatan digire û bi vî awayî hem derhenêr Akira Kurosowa tê nas kirin hem jî sînemaya Japonan.

Wateya peyva “Raşomon” di zimanê japonî de tê wateya deriyê bajêr, deriyê qelayê.

Baranek xurt dibare, yekî biyanî ji bo ku xwe ji baranê biparêze xwe dispêre kavila ku keşîş û êzingvanek lê ye. Keşîş û êzingvan di bin bandora bûyereka ku ew bi xwe wek “felaketa herî mezin a heta îro bûne şahidê wê” de ne. Keşîş ji yê biyanî re dibêje ku êdî baweriya wî bi mirovan nemaye. Tu cudahî di navbera keşîş û avahiya kavil ku xwe spartinê tune ye, ew bi xwe jî jî hilweşiyaye.

Êzingvan, bûyera ku keşîş wek felaket mezin bi nav dike vedibêje. Qala kuştina samûrayekî ku bi hevjîna xwe re di nav daristanekê de derbas dibin dike. Herwiha destdirêjî hevjîna Samuray jî kirine. Di encamê de hinek kesên ku ji wan guman dikin didarizînin, êzingvan dema dadgehê jî li wir hazir bû ye.

Termê samûrayê ku tê kuştin êzingvan bi xwe dîtiye û li gorî ku dibêje, dema ew dibîne, agahî dide zabitayan. Bi şahidiya êzingvan em dadgehkirina rêbirekî dest girêdayî, jina ku dest dirêjî lê hatiye kirin û samûrayê ku hatiye kuştin dibînin. Giyanê samûrayî bi alikariya medyûmekî tevlî dadgehê dibe. Em bi flash backê (vegera raboriyê) hemû îfadeyan ji nû ve ‘dibînin’. Hemû îfadeyên rêbir, jîna ku destdirêjî lê hatiye kirin û samûrayê kuştî di nav nakokiyan de ne. Heta derekê îfade li hev tên lê kuştîna samûrayî her yek bi awayekî din vedibêje.  Lijneya dadgehê tune ye, ango tu carî xuya nake. Derhenêr, temaşevanan wek lijneya dadgehê diyar kiriye û biryarê jî ji temaşevanan re dihêle.

Em li ber vî deriyê avahiyeke dîrokî ku kavil bûye dest bi fîlm dikin lê heta film bi dawî dibe jî em tu carî ji wî deriyî derbas nabin û nakevin nava fîlm. Em bi wan kesên ku bi wan bawerî nabe û li me dinêrin, bi diaxivin re tu carî xwe wek hev nabînin ango em xwe tu carî nikarin têxin şûna wan. Em tenê wek temaşevan ji derve li wan temaşe dikin.

Her hewldana temaşevanan ku bi karakterekî re xwe wekhev bibîne, bi karakterekî/a din re hildiweşe. Her ku mirov bawerî bi karakterekî/ê tîne, bi vegotina karakterekî/a din baweriya mirov dişikê. Derhenêr bi taybetî naxwaze ku temaşevan xwe têxin şûna van karakteran. Dixwaze ji der ve wekî çavekî sêyemîn wan bibînin û li wan guhdar bikin.

Fîlm lijneya dadgehê ango temaşevanan bi pirsa yek ji pirsên serekê ya epîstemolojiyê re rû bi rû dihêle; rastiyeka teqez heye an na?

Wek tê zanîn, zanîna olî wek rastiyek teqez tê dîtin, ne tê lê pirsîn ne jî tê niqaşkirin. Li Asyayê tevî ku wek olên klasîk nebin jî keşîşên ku nûnerên heqîqetê ne ji bo civakê misyona rahîban bi cih tînin; wek mirovên olî ne. Keşîşên ku ji bo bigihijîn rastiyan demên dirêj li çiyayan di xewlê de dimînin çi bi bawriyên olî be çi bi nêrîneke felsefî be jî di nav civakê de wek nûnerên zanînê, heqîqetê tên dîtin. Di fîlm de şikestina baweriya bi mirovan re bi devê keşîş tê gotin, ev ne tesadufek e. Keşîş, lêgerên heqîqetê ne û di civakê de kesên herî zana ne. Keşîş demên dirêj di lêgerîna heqîqetê hûr dibin. Em di fîlmê de ‘nûnerê zanînê, heqîqetê’ di bin kavilekê de baweriya wî ji rastiyê, ji mirovahiyê şikestî dibînin.

Bi her yê ku li dadgehê qala bûyerê dike em dibêjin em rastiya bûyerê hin bûn, lê bi vegotinên  ên din re serê me tevlîhev dibe. Her yek ji wan jî wekî yê pêşiya xwe ji xwe bawer, bi awayekî pir cûda qala bûyerê dike. Her ku em dibêjin; em têgihiştin rastiya bûyerê, rastî şêlîtir dibe.

Êzingvan, dawiya dawî îfadeya wî jî di nav de hemû kesên ku îfade dide, derewîn derdixe. Wek êzingvan ji keşîş re dibêje “guman nekirin ne pêkan e.” Mirov bi gotinên dawî yên êzingvan jî bawer nake. Êzingvan dawiyê li xwe mikur tê; ji bo ku serê wî nekeve belayê li dadgehê derewan kiriye, rastî veşartî ye. Bawerî bi êzingvanê ku gotinên xwe derewîn derdixe jî nayê.

Di sehneya dawî ya fîlm de em pirseka din re rû bi rû dimînin: başî û xirabî jî tê niqaş kirin. Bi giriyê pitikekî ku hatiye terikandin re tev bi hev re ber bi pitik ve dibezin. Kesê biyanî ku ji her halê wî diyar e pir xizan e, cilê ku li pitik pêcane radihijê. Êzingvan ê ku bûyerê jê re vegot, metel dîmîne û dibêje; “Ev xirabiyek e mezin e.” Kesê biyanî jixwe bawer pirsa xençera ku di çîrokê de derbas dibe, dike. Jê re dibêje ku wî xençerê dizî ye. Her wiha dikare polîsan bixapîne lê nikare wî bixapîne. Yê xirap kî ye, kesê xizan ku cilê ser pitik didize yan kesê ji ber ku tirsiyaye rastiyan veşartî ye? Xencerê dizî ye yan nekiriye mirov nizane, lê qet bawerî bi êzingvan jî nayê. Kî baş e yan kî xirab e ango mirovek bi tevahî xirab e yan baş e, wekî rastiya bûyera ku di çîrokê de derbas dibe ne diyar e.

Gelek bawerî, fikr, raman, ol xwe wekî rastiya tekane nîşan didin. Vê ‘rastî’ya ku Nîetzsche bi destê pêxemberekî serobino dike, Kurosawa di vî fîlmî de, bi devê keşîşekî heman tiştî dike. Raşomon niqaşeka helbestî ye li ser dîmanatî (îzafî) ya rastiyê.

Lê êzingvan ê ku ji bo berjewendiyên xwe derewan dike, rastiyan vedişêre xwedî li pitikê bêxwedî derdikeve. Bi vê xwedî lêderketinê re hêviyên keşîş ku şikestibûn ji nû ve şîn dibin.

Rastiya bûyerê çi ye, derhênêr tiştek nabêje û em jî nizanin. Derhêner fikra xwe nabêje biryar jî temaşevanan re dihêle. Pêwîstî bi biryarekê jî nîn e, her yek ji wan rastiyên xwe ango derewên xwe vedibêjin. Fîlm di dawiyê de nagihêje encamekê û dilê temaşevanan rihet nake. Berevajiya vê mirovan nerihet dike û ber bi lêpirsînekê ve dibe;

Heqîqet çi ye? Rastî çi ye? Başî çi ye? Xirabî çi ye? Rastiyek teqez heye yan na?