5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Weşanxaneya Na’yê du pirtûkên nû çap kir

Weşanxaneya Na’yê du pirtûkên bi navê “Dîwaneka Ciwan” û “Heyvîn Çima Ranazê?” çap kir.

Weşanxaneya Na’yê ku li Îzmîrê xebatên xwe yên weşangeriyê dike, du pirtûkên nû yên bi navê “Dîwaneka Ciwan Gulbihar” û “Heyvîn Çima Ranazê?” li wêjeya kurdî zêde kir. Pirtûka “Dîwaneka Ciwan Gulbihar” pirtûka helbestê ye û ji aliyê Îkram Baban ve hatiye nivîsandin. Pirtûk ji 64 rûpelan pêk tê.

Îkram Baban, ji deryaya helbesta klasîk a kurdî têra xwe siûd wergirtîye lê di heman demê de dirûvê helbesta wî klasîk jî be têra xwe ji helbesta modern jî tehmijîye. Ji hemû kesî nayê helbesteke klasîk lê serkeftî bihûne. Lê Baban ev yek pêk anîye, yanî ji hêla teknîka helbesta klasîk ve helbestên kêmqisûr bexşî edebiyata kurdî kirine.

Ekla xwezayî

Baban, kurdîyeke hema hema bêqisûr û bi çêja devoka Serhedê bi kar anîye di helbesta xwe de. Helbesta wî ne bi newasazîyê (erûzê) ye, li ser kîteyan (movikan) hatiye ristin. Tercîha Îkram a vî terzê helbesta bikîte li gorî ya bierûzê qet ji herikbariyê tiştek kêm nekiriye, berevajî vê yekê ekleke xwezayî daye helbestê. Yanî helbesteke ne xweguvaştî û asê ye.

Îmajên xurt û bibandor bi dest xistine lê li gel vê yekê jî ne mirov li têgihiştina wan resiman dilikûme ne jî li xwendina zimanê helbestê hilditerpile. Aliqandin li dera hanê herikbariyeke henûn bi destê xwendevanî digire dema dikeve nav lepên pêlan ên vê (hel) bestê.

Heyvîn Çima Ranazê?

Pirtûka “Heyvîn Çima Ranazê?” jî ji aliyê Siya Sîtav ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin. “Heyvîn Çima Ranazê?” ku ji 16 rûpelan pêk tê li hewara zarokên ku ranazên tê. Siya Sîtav, bi kurmanciyeke delal pirtûka xwe nivîsandiye. Di pirtûkê de dayika Heyvîn dixwaze Heyvînê bike xewê. Lê Heyvîn digirî ranazê. Ajalên cîran, leg, mirîşk, çêlek, beq alîkariya dayika Heyvînê dikin ku Heyvînê bikin xewê.”