3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê civînên gel tax bi tax tên lidarxistin

Li Şirnexê, civînên gel ên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bi şev û roj tax bi tax û mal bi mal didomin.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînên xwe yên bi gel re yên di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de berdewam dikin. Duh li navçeyên Cizîr, Silopiya û Qilebanê yên Şirnexê, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê tevahiya rojê û bi şev tax bi tax û mal bi mal bi gel re civîn li dar xistin.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez û Serhat Eren jî di nav de rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk duh li taxa Cumhuriyetê ya Cizîrê civîna gel li dar xistin û civînê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenter Serhat Eren, bal kişand ser tecrîd û astengkirina hevdîtinên li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Piştî hevdîtinên bi birêz Ocalan re hatin astengkirin, konsepta êrîşan ket dewrê. Êrişî Efrînê kirin. Doza girtinê li HDP’ê vekirin. Tevî van êrîşan û operasyonên tên kirin jî Partiya Çepên Kesk di demek kurt de beşdarî hilbijartinê bû. Bi qasî ku me xewst me nikaribû partiyê bidin nasîn. Di vir de kêmasiyên me çêbûn. Divê di hilbijartinê de me bêtir pêşniyazên gelê xwe esas bigirta. Di vê mijarê de gelek kemasiyên me çêbûn.”

Qileban û Silopiya

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û rêveberên partiyan li navenda Qilebanê civîna gel li dar xistin. Her wiha şandeya partiyan serdana malbatên Roboskî jî kirin. Şandeyê li gundê Qalgê yê bi ser navçeya Qilebanê ve jî civîna gel li dar xist. Di civînê de li pêşniyaz û rexneyên gel hatin guhdarîkirin.

Li aliyê din rêveberên her du partiyan li navçeya Silopiya jî bi heman rengîi serdana hin malan kirin û bi gel re civîn li dar xistin. Di van serdan û civînan de jî gilî û gazindên gel hatin guhdarîkirin.