21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê aktîvîst Leyla Ziafer girt

Rejîma Îranê, ji ber piştgiriya wê ya serhildana Jîna Emînî perwerdekara îranî û parêzvana mafên mirovan Leyla Ziafer girt.

Di 16’ê meha îlonê ya sala 2022’yan de jina ciwan a kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê “polîsên exlaqê” yên Rejîma Îranê ve hatibû kuştin. Piştî kuştina Jina bi pêşengiya jinên rojhilatê Kurdistanê li seranserê Îranê serhildana “jin jiyan azadî” hatibû destpêkirin. Ev serhildan bi mehan berdewam kiribû û bi sed hezaran kes piştgiriya serhildanê kiribûn.

Yek ji van kesên ku piştgiriya serhildanê kiribûn perwerdekara îranî û parêzvana mafên mirovan Leyla Ziafer bû. Ziafer, li ser hesabên xwe yên medya sanal parvekirinan kiribû û piştgiriya xwe ya ji bo serhildanê ragihandib û. Ji ber vê piştgiriya wê polîsên rejîmê avêtin ser mala xwişka wê û dest danîn ser amûrên teknîkî yên Leyla Ziafer û ew girtin.

Peyama piştgiriya Leyla Ziafer a ku rejîma Îranê kiriye hinceta girtina wê wiha ye: “Em nikarin ji rêya ku ketine paş ve vegerin, ji bo rakirina vê xwe nixamtin û dîlgirtinê me şehîd dane, em ê nehêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne. “