10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destdirêjiya zarokan hişmendiya pergalê ye

Pornografiya zarokan, bazirganiya jin û zarokan, destdirêjiya zarokan, şîdet û tecawiza li ser jinan ji salên 80’yî ve li seranserê cîhanê her ku diçe zêdetir dibe. Tirkiye jî yek ji wan dewletan e ku ev zêdebûn herî zêde lê tê dîtin. Çawa ku tundiya li dijî jinan pêk tê polîtîk be her wiha destdirêjiyên ku li dijî jinan û zarokan pêk tên jî mirov dikare polîtîk bigire dest.

Pornografiya zarokan, bazirganiya jin û zarokan, destdirêjiya zarokan, şîdet û tecawiza li ser jinan ji salên 80’yî ve li seranserê cîhanê her ku diçe zêdetir dibe. Tirkiye jî yek ji wan dewletan e ku ev zêdebûn herî zêde lê tê dîtin. Li herêmên ku pergala aborî ya neolîberal bi darbeyên leşkerî û şeran hatiye avakirin, nîşaneya neo-muhafezekartiyê her tim bilindbûna desthilatdariya mêr û kolekirina jinê, desdirêjiya li ser jin û zarokan jî herî zêdetir tên dîtin.

Li Tirkiyeyê jî, wek li hemû cîhanê, xurtkirina hikûmetên otokratîk, totaliter, kevneperestî û olperestî wek dînamîkên ku hev dixwin dixebitin. Despotîzmên tên avakirin hemû civakê bi têgihiştineke ku kî bi kê dikare dide pejirandin. Ji ber vê yekê, her jin, zarok, LGBT’î rastî lêdan, destdirêjî yan destavêtinê tên. Zarok bi qelsiya xwe ya nisbî, bindestî, tirs û bêçarebûna xwe ya nikare li ber xwe bide hedefa bingehîn a cureya nû ya mêraniyê. Zilamê ku li hemberî jineke bi hêz ku bi îradeya xwe ya azad tevdigere xwe bêhêz bibîne, bi şiklekî hewl dide ku li pêşberî zarokek biçûk hêza desthilatdara xwe ji nû ve bi dest bixe tevdigere.

Çawa ku tundiya li dijî jinan pêk tê polîtîk be her wiha destdirêjiyên ku li dijî jinan û zarokan pêk tên jî mirov dikare polîtîk bigire dest. Deshilata ku ev bû 22 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe jî vê hişmendiya zayendî ya herî xerap pêşve bir û di pevajoya hilbijatinê de jî bi awayekî aşkera vê hişmendiyê dan ber çavan. Her wiha li ser buyerên destdirêjiyê xwe bêdeng kirin û bi cezanekirinê jî werêkiyê dan kesên tecawizkar.

Em dikarin bibêjin ku hema tu roj tuneye ku buyerên bi vî rengî em nebihîzin. Li gel gelek buyeran wek mînak herî dawî di 19’ê gulanê de li navçeya Çaycuma ya Zonguldakê Nîsa Nûr O. ya 2 salî ya ku ji alî F.S. (25) ya ku di heman malê de bû piştî ku dayik û xwişka wê çûne bazarê rastî îstîsmara zayendî hatiye. Zaroka ku rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Zonguldak Bulent Ecevît ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dîsa 19’ê gulanê li navçeya Bismilê ya Amedê zarokeke 16 salî bi birayê xwe û bavê xwe A.B. re diçe nexweşxaneyê. Xebatkarekî ji  beşa lezgîn a nexweşxaneyê bi hinceta “Ez ê bandê bidim te”  zaroka 16 salî dibe odeya cilguherînê ya xebatkaran û bi deqeyan li wir dihêle. A.B. ê ku piştî giliyê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî ya polîsan bi şertê kontrola edlî ji alî dadgehê ve hat berdan.

Her çiqas kiryarên destirêjiyên ku tên kirin bên girtin jî encameke ku sihût bê girtin dernakeve holê. Her wiha wexta ku nirxandinên derbarê kiryarên zayendî yên li dijî zarokan tên kirin ne zanistî û ne jî exlaqî ye lewra her carê cûdahiya tacîz, îstîsmar û tecawizê tê nîqaşkirin. Guhertina giraniya ceza li gorî guherbarên weke êrîşa zayendî ya li ser ‘organên zayendî’ yên zarokan, asta kiryaran de ji bilî zêdekirina serdestiya mêr pêve tu tişteke ava nake. Ev nêzîkatiya dadgehan di rastiyê de îtirafek e ku zarok wekî mezinekî ku mezinbûna xwe ya zayendî qedandiye tê hesibandin.

Tevliheviyeke bi zanebûn e ku hemû kesên destdirêjiya tecawiz li zarokan dikin wek pedofîl tên dîtin. Pedofîlî nexweşiyeke derûnî ye, lê hemû sûcdarên destavêtina zarokan nagire nava xwe. Dema ku em ji van têgîhînên şaş xilas bibin û li rastiyê binêrin, li ser buyerên ku heta niha derketine holê aşkera dibe ku tecawizkarên zarokan mêrên asayî ne û wek mamoste, polîs, bazirgan, bijîjk, leşker, mela û siyasetmedar têne binavkirin.

Hemû çand û pergalên desthilatdariyê rêzikname çêkirine ku mirov çend salî bibe zarok û piştî kîjan temenî dê wekî “armanca kêfa mêran” were hesibandin. Ger ji bawermendekî olî bê bipirsin, ew ê bêje ku keç piştî ku ket cila dê wekî jin werin pejirandin. Dîsa çavdêriyên zanistî (!) wek pişgirîyek dibêje ku her ku keçik nêzikî ekvatorê dibin, ji ber germahiya hewayê û giraniya giran, temenên ketina wan ê cila biçûktir dibin. Divê bê zanîn ku têgihiştinên bi van rengan, jinê weke objeya kêf û zayînê ya ku tenê ji biyolojiyê pêk hatiye dibîne.

Ger em wek civak nexwazin edî ne jin ne zarok rastî destdirêjiyê û tundiyê bên, divê di serî de em xwe ji vê pergal û hişmendiya zayendî û zilamsalarî xelas bikin. Kesên ku bê wicdan û ehlaqî tev digere di nav xwe de nehewînin. Ku civak xwe di van hêlan de xurt bigire pergala deshilata heyî ew ê nikaribe van kiryarên bêehlaqî biparêze.