3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza raman û baweriyê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Xweparastina li dijî karesatên xwezayê û xetereyên civakî bi saya ramanê pêkan e. Kesên nefikirin, tenê bawer dikin. Kesên ku zû bawer dikin, zû dixapin û bi her awayî ji hemû cureyên koletî û bindestiyê re amade ne

Behre û gewhera ku mirov ji heyberên din vediqetîne raman e. Raman behreya hiş e. Hiş berhema mejî ye. Lewre heyberê ku behreya ramîn/fikirîn û baweriyê pê re peyda dibe, tenê mirov e.

Raman hem behreya famkirina cîhanê û hem jî huta parastina jiyanê ye. Bawerî jî tenê bi mirovê hişmend (biaqil) re peyda dibe. Ji bilî mirov tu candarên ku behreya raman û baweriyê bi wan re hebe, nîn in. Ev her du behre hin caran li nik hev û hin caran jî li dij hev bi mirov re peyda dibin. Bê guman mirovên ku difikin, ramana wan ji baweriya wan xurtir, belê mirovên ku bawer dikin, baweriya wan ji ramana wan xurtir dibe.

Mirovên hişmend bi saya û ramandina/hizirîna xwe, li gel wateya zayîn û jiyane wateya mirinê jî fam dikin. Heçku ji bo watedayîn û navandina tişt, pêdivî bi hizirînê heye. Hizirîn, hêza diyarker a têgihîştina jiyanê ye. Ji bo ku mirov hebûna xwe biparêze divê ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê di nav hewldanê de be. Ev hewldan pêşî bi tatêlê (meraqê) dest pê dike. Tenê mirovên ku difikirin meraq dikin. Belê mirovên ku tenê bawer dikin ne hewce ye ku zêde meraq bikin û bifikirin. Ew tenê bi tiştên ku ji wan re hatiye/tê gotin bawer dikin.

Xweparastin û berxwedana li dijî karesatên xwezayê û xetereyên civakî jî bi saya ramanê pêkan dibe. Kesên ku nefikirin, tenê bawer dikin. Kesên ku zû bawer dikin, zû dixapin. Kesên ku zu dixapin bi her awayî ji hemû cureyên koletî û bindestiyê re amade ne. Xapandina kesên zana ji ya kesên nezan zehmetir, belê xapandina kesên ku bawer dikin ji ya kesên ku difikirin hêsantir e. Kesên ku nafikirin bîra wan girêdayî ye. Kesên ku bîra wan girêdayî be, ji bedeneke girêdayî wêdetir titştekî din nabînin. Hişekî girêdayî nikare bedeneke girêdayî bi rê ve bibe.

Raman û bawerî dûrî hev in; heta gelek caran wekî du têgihên dijber derdikevin pêşberî hev. Ji bo fikirînê pêdivî bi baweriyê nîn e, belê ji bo baweriyê, pêdivî bi fikirînê heye. Fikirandin ked û hewldaneke miqim û bêsînor divê, belê bawerî ne hewceyî ked û hewldanê ye.

Mirovên ku bawer dikin, li pêşberî xetereyan, xwe dispêrin xilaskerên xwe yên nexuya û hêzên razber. Mirovên ku difikirin, xwe dispêrên hêza xwe ya şênber û her tiştî bi destê xwe dikin. Mirovên ku bawer dikin, hebûna xwe radestî kesên ku li ser navê wan difikirin, dikin. Mirovên ku nafikirin, neçar in ku tenê bawer bikin. Ji ber ku hiş û giyanê wan ne aîdî wan e,  bedena wan jî ne aîdî wan e.

Mirovên ku diramin, ew bi xwe li ber xwe didin. Berxwedan, lebata mejî ya ji bo xweparastinê ye. Berxwedan hem ewledariya jiyanê tîne bîra mirov û hem jî tirs û fikara jidestdana jiyaneke birûmet bi bîra mirov dixe. Berxwedan, hem pêlika sereke ya xweparastinê û hem jî pileya serketinê ya herî bilind e. Ji bo xweparstinê pêdivî bi hewldan, lebat û livdariyên aqilane heye. Behreya livdariyên aqilane bi saya ramanê pêkan dibe. Tenê kesên ku difikirin dikarin xwe biparêzin.  Lewre hest û helwesta mirov a xweparastinê ji ber gef, êrîş û xetereyên jiyanê pêk tê. Dibetiya gef, êrîş û xetereyên jiyanê, reflekseke xwezayî ya xwepastinê bi mirov re digihîne. Taybetiya sereke a helwest û bertekên mirovên berxwedêr, reaksiyon e. Reaksiyana sereke a li dîjî metirsiyên jiyanê, liberrabûn e.  Liberrabûn, berxwedana herî çalak a li dîjî xetereyan e ku her tişt bi wê dest pê dike. Kesên ku li ber êrîş û neheqiyên biçûk ranebin, nikarin li ber êrîşên mezin serî hildin. Hemû bûyerên mezin bi bûyerên biçûk dest pê dikin. Xweparastin, ewledarî ye. Ewledarî, zirxê herî qewî û qayîm ê jiyana azad e. Jiyana azad, aramî bi xwe ye. Bêaramî qada qeyran, alozî, gengeşî û jiyana bindest û tehmsar e.

Heta ku mirov bi xwe nefikirin nikarin xwediyê bîr û bîrdozeke serbixwe, heta ku mirov nebin xwediyê bîrdozeke serbixwe, nikarin bibin xwediyê jiyaneke serbixwe. Heta bîra mirovan azad nebe, bedena mirovan azad nabe. Kesên ku ne azad bin, dê heta mirinê wekî bendeyên girtî û girêdayî bijîn. Jiyana wan ne ji bo wan e û ew ne aîdî xwe ne.

Mirovên ku tenê bawer dikin; qet nafikirin ku ew çiqas bindest bin dê ew qas jî bibin kole. Mirovên ku nafikirin; nizanin ku ew çiqas kole bin dê ew qas jî bên îstîsmarkirin. Ji bo wê ye ku hêzên desthilatdar û mêtinger tu car naxwazin mirov wekî kesên zana, azad û serbixwe bijîn. Ji bo wê; ji bo ku hiş û bîra takekes û civakê girê bidin, bi hemû derfetên xwe bi riya perwerdehî û hîndekariyê ji zaroktiya mirov dest pê dikin da ku di ciwaniya xwe de nikaribin li ber xwe bidin û li ber stemkarî û neheqiyê rabin. Bêyî ku haya mirovan jê hebe, bîr û mejiyê wan bi zincîrên baweriyê û nirxên pîroz(!) têne girêdan. Zincîrên koletiyê pêşî hişê mirovên ku nafikirin girê dide û bîra wan vala dike. Bawerkirin helwesteke kor e; ne dihêle mirov bifikire û ne jî bipirse. Mirovên ku bawer dikin, bi keriyê girseyê re dimeşin; bi hezaran mirov li ser wê riya ewledar(!) bi wan re ne. Li der û dora wan gelek mirovên mîna wan hene. Kesên ku bawer dikin, wekî keriyên pez didin dûv serkan û fermandarên xwe. Her kes ji wan e; her kes ji bo wan e û her kes bi wan re ye. Tenê ew ên ku diramin û pergala wan a xirab û xirabe xira dikin, ne bi wan re ne; li dijî wan in.  Ji bo wê, hêzên serdest û talanker ji fikirandin û kesên ku difikin fikaran dikin. Çeka wan a herî çalak bawerî ye. Bi saya baweriyê li ser piyan dimînin.

Ramîn mirov ber bi lêpirsînê, bawerî mirov ber bi xapandinê ve dike. Ramandin destpêka riya azadiyê, xapîn destpêka riya koletiyê ye. Ji bo ku mirov bifikire divê di qonaxên gelek êşdar û azarên mezin re derbas bibe. Mirovên ku difikirin tim bi tenê ne û di nav serêşî, dilêşî û kezebreşiyê de dijîn. Mirovên ku difikirin dinyayê didin ber xwe. Bîr û bawerî û kevneşopiyên civakê, zagon, rêbaz û tabûyên dinyayê tarûmar dikin. Dijmênên wan ji dostên wan zêdetir, yar û yarenên wan ji neyarên wan kêmtir in.

Cîhana baweriyê ewledar, belê cîhana fikirandinê zehmet û asê ye; bedelê dixwaze.  Di hizirînê de astengiyên mezin hene. Di hizirinê de fikara şaşbûnê heye, îhtîmala xeletiyan heye û gumana hebûn û tunebûnê heye. Bi kurtayî; riya ramanê cîhana tenêtiyê ye. Mirov li wir bi tenê ye; li wir tu piştgir û alîgirên mirov tune ne. Belê divê baş bê zanîn ku tenê kesên difikirin û dipirsin bi ser heqîqetê ve dibin û rastiyê dibînin.