27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desteya Oldaran a Şengalê meclîsa êzidiyan a PDK’ê red kir

Desteya Oldaran a Şengalê, nerazîbûn nîşanî avakirina Meclîsa Bilind a Êzidiyan a ji aliyê PDK'ê ve da û diyar kir ku ew hemû biryarên li derveyî îradeya xelkê Şengalê red dikin.

Desteya Oldaran a Şengalê, ji bo avakirina Meclîsa Bilind a Êzidiyan a ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyek da û bertek nîşanî avakirina mevlîsê da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK dixwaze bi destê mîr û di bin navê Meclîsa Bilind a Êzidiyan de, hedef û armacên xwe yên siyasî pêk bîne.

Di berdewamê de Desteyê,  destnîşan kir ku meclîsek ku wek oldar, serokeşîr û xelkê Şengalê di nav de nebin bi tu awayî qebûl nakin û ev tişt got: “Ev demeke li ser êzidiyan gelek plan tên kirin û Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg jî destekê dide van planan. Ji şûna Mîr li gorî berjewendiyên civaka xwe tevbigere, biryarên aliyekî siyasî û diyar pêk tîne. Ev talîmat û karên di bin sîwana Mîr de têne kirin, ne di berjewendiya êzidiyan de ne û em wek oldarên êzidiyan li dijî hemû biryarên ku bêyî raya xelkê Şengalê tên girtinin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku meclîsa hatiye avakirin, bi temamî ji aliyê PDK’ê ve endamên wê hatine diyarkirin û tu eleqeya xwe bi xelkê Şengalê re nîne.