10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên ji Rojava li dijî tecrîdê serî li NY’yê dan

Parêzerên ji Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Neteweyên Yekbûyî dan.

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Parêzerên ku endamên her du înisîyatîfan in li Qamişlo û Kobanê bi kurdî û erebî daxuyanî dan û bal kişandin ser pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û tecrîda mutleq. Daxuyaniya li Qamişloyê li pêşiya Ofîsa Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hate dayîn.

Hevseroka Înîsiyatîfê Xanim Eyo bi kurdî û endamê înîsîyatîfê Xalid Omer jî bi erebî daxuyanî xwendin. Xanim Eyo, di daxuyaniyê de bi bîrxist ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve di encama dadgehkirineke nerewa de li Girtîgeha Îmraliyê û di nava şert û mercên nemirovî û dijqanûnî de tê ragirtin û dewleta tirk mafên wî yên herî bingehîn ên mirovî jî bin pê dike.

Qanûnên xwe bin pê dike

Eyo, di daxuyaniyê de li ser tecrîda li dijî Ocalan rawestiya û ev tişt gotin: “Di van salên dawîn de dewleta tirk tecrîdeke pir tund li ser Rêbertî ferz kiriye; ew ji hevdîtina bi parêzer û malbata wî re bêpar hiştiye. Herî dawîn di sala 2019’an de bi parêzerên xwe re û di sala 2021’an de jî bi malbata xwe hevdîtin kiribû. Derbarê tendirustiya wî tu agahî nayê stendin. Dewleta tirk qanûnê xwe û yê navneteweyî bin pê bike. Tecrîd bûye êşkenceyeke derûnî.”

Di berdewama daxuyaniyê de Eyo, bal kişand ser nameyên gefxwarinê yên ku dane Ocalan û der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Nameyên bi rengî û cezayên dîsîplînê yên dewleta tirk nîşan dide ku jiyana Rêbertî di xetereyê de ye. Dewleta tirk bi her cure û metodan îmhayê ferz dike. Di sedsala duyemîn a Lozanê de di şexsê Rêbertî de doza kurdan dikin hedef.”

Daxwaza çûna Îmraliyê ragihandin

Eyo, bêhelwestiya CPT û saziyên navneteweyî yên peywendîdar li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jîi rexne kir: “Em vê tundiya dûrî mirovahiyê û li dijî qanûnan şermezar dikin. Em careke din fikarên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd radigihînin raya giştî û dixwazin bi Rêbertî re hevdîtinê bikin. Em ê têkoşîna maf a ji bo azadiya Rêbertî bidomînin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku ji bo tecrîdê rake bila zextan li ser Tirkiyeyê bikin.”

Parêzeran piştî daxuyaniyê bi nivîskî daxwazên xwe yên ji bo çûna Îmraliyê û şertên Îmraliyê pêşkêşî rayedarên Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî kirin.