6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser Desteya Maf û Dadperweriyê damezirand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo belgekirina binpêkirinên mafan ên li herêmê Desteya Maf û Dadperweriyê damezirand.

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di civîna xwe ya dawî de ji bo belgekirina binpêkirinên mafan ên li herêmê biryara damezrandina Desteya Maf û Dadmendiyê da. Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser, der barê mijarê de diyar kir ku ew deste taybet ji bo belgekirina binpêkirinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezirandin.

Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê jî der barê mijarê ev tişt gotin: “Hevahengî wê ligel hemû rêxistinên mafnas hebe, ji bo belgekirina dosyeyên binpêkirinan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û wan pêşkêşî aliyên pêwendîdar bike. Helbet, ji aliyê derekî ve. Li navxwe jî, çi binpêkirin li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe, dê bê belgekirin û awayê çareserkirina wê jî, bê danîn.”

Emîne Osê, destnîşan kir ku erka duyem a Desteya Maf û Dadmendiyê ew be ku karê nivîsgehên çaksaziyê û rewşa girtiyên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişopîne.