spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Desthilat dijminantiya hemû civakê dike’

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam dike. Îro Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana malbatan kir. Başaran diyar kir ku desthilat dijminatiya hemû civakê, jinan û kurdan dike û wiha got: “Dixwazin bi polîtîkayên dijminatiyê bi ser kevin. Ji ber vê yekê bi ser me de tên. Tecrîdê giran dike, girtiyan tecrîd dike û tedawiya wan nayê kirin. Ev pratîka desthilatê ne nû ye. Di sala 1982’yan de li Zindana Amedê jî heman tişt hat kirin. Niha jî dixwazin heman siyasetê bimeşînin.”

Başaran, bal kişand ser lêgerîna malbatan a edaletê û wiha lê zêde kir: “Îro jî dayik li vir li edaletê digerin. Li Stenbolê Dayikên Şemiyê û li gelek bajaran Dayikên Aştiyê bi salan e li edaletê digerin. Pêwistî bi wijdana civakê heye. Heke desthilat tu gavan naavêje, tu daxwaza me ji desthilatê nîne.”

Hemû mirinên li girtîgehê komkujî ye

Başaran, destnîşan kir ku her roj tecrîdê kurtir dikin û wiha axivî: “Mirinên di meha dawî de nîşaneya vê siyasetê ye. Di meha dawî de li girtîgehên di bin kontrola Wezareta Dadê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da. 2 kes bi guman mirin. Lê li cem me hemû mirinên bigumanin û komkujî ne. Ji ber ku ew mirin û cînayet li ber çavan pêk hatin.”

Başaran, bal kişand ser berpirsiyarê mirinên li girtîgehan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu hevî û bendewariya me ji desthilatê tune ye. Peywîra me ye ku em îro bi hev re bin, bi hev re têbikoşîn, edaletê bi dest bixin. Peywîra me ya bingehîn têkoşîna hevpar e.”

Fevziye Kolakan a du kurên wê girtî ne jî bi lêv kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet û berdana girtiyên nexweş çalakiya nobetê dane destpêkirin. Kolakan, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û bi biryar in heta encam bigire çalakiya xwe bidomînin.

Xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, Încî Guler jî bang li malbatên girtiyan kir ku tevlî nobetê bibin.