Sunday, December 5, 2021

Destpêka nivîsê û aboriya serdestan

Heke şaristanî bi pîvanên qalkirina modernîzmê bê pêşkêşkirin, belê rast e, em civateke şareza nîn in. Ji ber ku dewleta me nîn e, alavên me yên modern û bi destê me çêkirî tune ne, navgînên me yên ku em wek şaheser bidin berçavan nehatine damezirandin. Vegotin û nivîsên têrgihîştî û giraniya xwe bibin navnîşana pesindayîna me hê nehatine ser maseyên pêşangehan. Her weha sermayedarên me yên xwedî pere, banke, kargeh, karxane û barxane jî pêk nehatine.

Heke hin tişt di nav civata me de hatibin damezirandin jî ne hevtayê welat û civatên modern in. Hejmarek zêde li ser zemîna modernîzma dewletên serdest hatine avakirin. Sazûmanî û pergalsaziya wan rengê xwe daye berhemên pêkhatî yên bi destê me hatine çêkirin, lê hiş ne hişê me ye ku em bi hunera xwe, bi hişmendiya xwe, bi teşeyê bedewiya xwe tiştan binexşînin.

Belê, lê tiştekî din heye. Bi gotina nasekî min ê afrîkî ku ew jî wek min ji welatê xwe sirgûn bûye, digot: “Rast e, topên me, tangên me, çek û sîlehên me nîn in, zêr û zîvên me, xanî û destgehên me yên bêhempa jî nîn in. Cil û bergên me jî nîn in, lê em bi tena serê xwe meriv in. Ev bes e. Merivekî rût û tazî çawa bi milyonan salan jiyaye? Gelo kes li ser vê difikire? Ma rewa ye ji civateke wiha re bêjin paşdemayî an jî hov?”

Niha wekî destpêka şaristaniyê her kes Sumeriyan destnîşan dike. An jî şaristaniyê bi dîtina nivîsê pênase dikin. Gelo ev rast e? Wê çaxê divê em bipirsin, çima nivîs hewce bû ku pêk hat?

Wekî eleqedarekî aboriyê angaşta min ew e ku nivîs hewce bû ji ber ku dizî, zordestî pêk hat û zeman hat hesibandin.

Wekî Proudhon tîne ziman “eraziyê arizî dizî ye.” Rast e, lê ne bes e. Ji ber ku wî zemanê diziyê bi sermayedariya kapîtalîzmê ve daye destpêkirin. Bi dîtina min, bi destpêka sazûmaniya hiyerarşiya di navbera civatên komî de dest pê kiriye. Werin em kortên giliyên vê mijarê vekolin:

Komên herî pêşketî ên bênavgîn di nav xwezayê de karibin jiyana xwe darbas bikin ku merivê modern nikare seredariya vê bike. Ji ber ku hevkariya şixul û hevpariya berhemên xwarinê dest daye ku bikaribin xwe biparêzin, xwe bi cih bikin û xwe têr bikin. Bala xwe bidinê bi sed hezaran salan ev civat li ser rûyê erdê mane û jiyana xwe derbas kirine, lê şaristaniya modern xwedî temenê çend hezar salan e û niha bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû maye. Civatên temen dirêj qanûnên xwezayê baş zeft kiribûn. Cihûwarê lê dijîn, bi hêşinahiyan, bi raweran, bi çavkaniyên avî û erdên zuha, bi çêreyên xwarinê û yên jehrî nas dikirin. Nasîn û dîtina xwe jî yekser bi hev re parve dikirin. Lewma zanîn milkê yekî nîn bû yekser dibû para her kesî. Kal û pîr, zarok, keç û xort, jin û mêr  karê xwe, zanîna xwe, navgîna xwe, hebûnên xwe bi hezkirinê, bi yekrêziyê parve dikirin. Ew rihê malbatî yê ku niha em hev diparêzin koka xwe ji wir girtiye. Her weha li gor demsalan şikeft, gir, best, çiya, zozan, germiyan, daristan, barxane, xanî jî di bijartin, aşkera dikirin û bi kar dianîn. Bi saya naskirinê ev zanîn hewce nedîdîtin berheman zêde kom bikin û bidin serhev û veşêrin. Di encamê de zemanê wan jî zide dima. Tecrûbeyên xwe, xewn û xeyalên xwe, agahiyên derbarê xweza, hêşînahî, nebat û çêreyên dibin derman an jî jehrî ne, cureyên ajal, rawer û sewalan parve dikirin û hev haydar dikirin. Bênavber danûstandina agahî, parvekirina kar û bar yekser digihîşte encamê.

Her wiha ziman jî bi pêş diket, zêdebûna hejmara peyvan, runiştandina rêgezên ziman baştir dibû. Wekî mînak bi reşandina tovekê, bi zîldana wê, hêşînbûn û seridiya wê û her merheleyeke wê bi navekê destnîşan dikirin. Ji bo keviran, ji bo demsalan, ji bo raweran, ji bo merivan ziman dibû sembola tiştan û îro jî em mîrateya wan bi kar tînin.

Dîsa cin, cebelî, hût, qerepere, ferîşteh, tirs, xof, coş, geş, rih, can, zên, bîr, derûnî û hwd. hebûnên xeyalî yan jî taybetiyên can û bedenê koka xwe ji merivên berê digire. Sinc/ehlaq, hurmet, ked, hezkirin, çêwî, başî, xerabî, alîkarî, diyarî û her wiha ev rêgezan bi kêşa bi sedhezaran salan dirûv girtine.

Bi destê şaristaniyê serdestiyê ev bûne ayetên bawermendiyên dînî, bûne navgînên rêxistina danûstandinên mirovan.

Feylesofiya modern bêyî zanîn, ziman û têgînên van civakan nakiran xwe saz bikin. Belê li gor şert û mercan van sembolan dikemilînin, xurt dibin lê ji kokê naqetin.

Em vegerin li ser meseleya dizî, zordestî û zeman. Zana û mamosteyê herî mezin, wek hat destnîşan kirin, xweza bi xwe ye. Heke rêgez û mercê xwezayê neguherin mirovahî zûbizû nikare tiştekî nû bibîne.

Sir û seqem, ba û bahoz, berf û baran û serdema qeşayê bû gaveke nû ji bo dîroka mirovahiyê. Wekî berê peydakirina xwarinê ne hêsan bû. Şikeft, germiyan, çiya , zozan û xwarinên çêreyî kêm bûn. Pêwistiya nêçîrvaniya sewalan zêde bû. Ji bo vê jî xwerêxistinkirina ciwanan bû merc. Bidestxistina laşê heywanan, jêkirin, parçekirina çerm, hirî û goşt û hestiyê wê, riya parvekirina bi pergal, bi rê û dirb nîşan da û gelek caran berhemê nêçîrê têr nedikir û lewma kesên xurt û zorbe xwarin desteser dikirin.

Zordest bûn serdest, zarok bûn berdest, jin bûn bindest, kal û pîr bûn dizek. Çima ku bêçare bûn, lê ev dizî diziya veşarî nîn bû. Tecrûbeyên xwe parve dikirin, çîrok û metelok digotin, rê û dirbên fikirînê diafirandin û hîn dikirin. Ji bo nakokî, şer û pevçûnan navçeyîtî dikirin û bi vî awayî rêberiya manewî dikirin. Ango xurtbûna xwe ya zanîn wek navgînek bi kar dianîn û xwarin, cil û berg bi dest dixistin. Piştre ew bûn kêşe, mele, şêx, rêberê dînî; dêr, mizgeft, medrese saz kirin, sedeqe, zekat li ser gel ferz kirin. Her wiha zeman jî bû mijara hesaban zarokî, ciwanî û kalbûn girêdayî hiyerarşiyê hat hesibandin. Demsal û berhemên wan ên hêşinaniyê yan jî sewalan, her wiha çandiniyê hat hesibandin ku mijara hesab jî zeman bû. Berhemên zêde hatin komkirin û li gor mehan, hefteyan û rojan hat hesibandin. Ev hemû hesab li ser keviran, daran, postan hatin neqişandin û nivîsê jî dest pê kir. Jimaryarî, venêrîn, budçe û xezîne ava bûn. Bingeha dewlet û pergala modern û sermayedarî çend hezar sal beriya îro dest pê kir.

Naveroka berêDu xem
Naveroka ya piştî vêGerek li tarîtiya dîrokê