În, Gulan 14, 2021

Du xem

  • Zanîngeha Bogazîçiyê û şaredariyên kurdan

Mirov her dixwazin tiştan bişibînin tiştên ku bûne fenomen  û bi vî awayî jê fêm bikin. Di qada mantiqê de navê vê rêbazê analojî ye. Şibandina navbera tiştên ku taybetiyên wan ên hevpar hene analojî ye. Ev rêbaz pirî caran bo perwerdeya zarokan an jî bo girseyan tê bikaranîn. A rast ger baş bê bikaranîn, rêbazeke bikêrhatî ye û perwerdeyê hêsantir û kêfxweştir dike, lê hûn jî dizanin, timî rîsk û xetereyên tiştên hêsan hene.  Li ser meselê dema em dibêjin  ‘Ehmedê Xanî Shakespeareyê kurdan e’ em dixwazin bibêjin, ‘Shakespeare  nivîskarekî pir mezin e’; wê caxê ‘Ehmedê Xanî jî nivîskarekî pir mezin e’, lê referansa mezinbûna Xanî ji berhemên wî bêtir dibe nivîskarek din. Versiyonên vê klîşeyê, biborin, analojiyê wiha berdewam dikin: “Şakiro Pavarottiyê kurdan”, “Delîla, Sezen Aksuya me” , “dengbêjî operaya kurdan”… Êş û berxwedanên me jî dibin muxatabê vê mantiqê: “Helepçe Hîroşîmaya Rojhilata Navîn e.”,  “Kobanî Stalîngrad e”… Muavînên otobusan jî vê rêbazê bi kar tînin: “Dogunun Parîsî, Diyarbakira hoş geldiniz”… Helbet çapemenî û medyaya civakî jî ji tiştên wiha hez dike. Nivîskar bi qasî du rûpel axiviye lê teqez ew ê sernivîs bibe “filan kurd, filan biyaniyeke kurdan e”.

Erê, van şibandinan bayeke hênik li egoya me ya neteweyî dixin lê ev çolbira hêsan gelek caran tevliheviya fêmkirinê derdixe. Fêmkirinê kûr nake û nîvco dihêle. Pirsgirêkek hunerî, çandî, polîtîk di asta magazînê de dihêle. Di ser de jî analojî şaş bê avakirin zanîneke çewt pir zû di nav civakê de weke heqîqet  belav dibe. Ji ber vê yekê ger analojî bê bikaranîn divê cudahî û hurgiliyên wê jî bên zelalkirin.

Di vê çarçoveyê de hêja ye ku mirov li ser mînaka şibandina tayînkirina antîdemokratîk a rektorê zanîngeha Bogazîçiyê û qeyûmên ku dest danîne ser şaredariyên Kurdistanê birame. Helbet li hemberî vê desthilatiyê  parvekirina cerebeyan û pê re jî avakirina xeta berxwedana hevpar grîng in, lê berxwedana hevpar nayê maneya ku hemû rewş yek in an jî dişibin hevdu. A yekemîn li Kurdistanê ji tayînkirina qeyûman bêtir rêveberiya şaredariyan hatin betalkirin. Hemû îmkan û hêza şaredariyan ket destê qeymeqam û waliyan. Mirov dikare bibêje bi awayekî defacto li Kurdistanê piştî 2016’an modela rêveberiya şaredariyan nema. (ji xeynî ji adarê heya tebaxa 2019’an)… Ev yek grîng e ji ber ku li welatekî hebûna şaredariyan îşareta demokratîkbûnê ye. Tunebûna wan jî berovajî îşareta desthilatiya antîdemokratîk e. Ev yek bo rewakirina berxwedanê li qadên navneteweyî girîng e.

Her çiqas niyeta şibandinê ne xerab be jî mirov dixwaze destnîşan bike ku Kurdistan ne zanîngeheke tirkan e. Hevşarederên ku bi milyonan kurd hildibijêrin jî ne rektor in. Tiştên ku li Kurdistanê diqewimin jî ne ew tişt in ku li Bogazîçiyê qewimîne. Vêya bi hêrs dibêjim ji ber ku ev 100 sal in lê ji 2015’an vir ve jî bi awayekî zindî me dît ku zilm û kuştin û qetlîam, girtin û talan, hema em dikarin bibêjin ku li mêtingeyekê çiqas tiştên xerab biqewimin li Kurdistanê qewimîn. Qeyûmên dewletê bi vê pergala mêtingeriyê ve girêdayî ne. A duduyan, rast e  ev analojî rewşa Bogazîçiyê baştir vedibêje û mesele çiqas giran e dide fêmkirin lê li aliyê din rewşa qeyûmên şaredariyan tevlihev dike. Ger meseleya qeyûman ji vê pergala mêtingeriyê qut bê nîqaşkirin an jî bi meseleya rektorê Bogazîçiyê ve bê şibandin ew ê tam jî tiştên ku me li jor bo analojiyan got biqewimin yanî ew ê fêmkirinê nîvco bihêle.

  • “Life Isn’t A Quiet River”

Di sedsala 18’emîn de rewşenbîr û hunermedên yewnanan ji zilma osmaniyan reviyan û berê xwe dan Ewropayê… Lê li wir bobelatek mezintir hat serê wan. Li wir ketin bin desthilatiya estetîk û çandî ya Ewropayê. Çand û estetîka otantîk a yewnanan ber bi çand û estetîka Ewropayê ve hat bişaftin. Em vegerin îro; di sedsala 21’emîn de rewşenbîr û hunermedên kurd ji zilma osmaniyan direvin û berê xwe didin Ewropayê… Lê li wir bobelatek mezintir tên serê wan… Zehra Dogan rojnamegerek jêhatî bû. Hat girtin. Li zindanê weke her hevalên xwe li ber xwe da. Ji zindanê derket. Çû Ewropayê. Li Ewropayê karên baş kir û hîn jî dike. Li platformên navneteweyî bi axaftin û hunera xwe karê dîplomasiyê jî dike.

Her çiqas tarza wê ne bilê her kesî be jî bi hunera xwe hewl dide ku berxwedana xwerêveberiyan neyên jibîrkirin. Wana giş baş in xweş e lê ev çi fîlm e? Ji ewqas êş û çîrokên zelal û şênber fîlmeke wiha ne zelal û bi metaforan dagirtî çawa derdikeve! Berhem tiştan dibêjin. Çawa wêneya te got ev aqrep dupişk in, wiha  tiştan dibêjin, lê ev fîlm çi dibêje ez fêm nakim. Ji ber ku krîzek navxweyî ya bûneweriyê li Ewropayê heye berhemên wan  jî tevlihev in. Ne zelal in. Nîvco ne. Ji ber wê jî berxwedana zelal a kurdan bala wan dikişîne. Çawa Nietszche xwe avêtibû bextê Zerdeştî, rewşenbîr û hunermedên Ewropayê jî dema têkoşînek weke tekoşîna kurdan dibînin bo xwe ji vê krîza bûnewerî xelas bikin ber bi vê tekoşînê ve diçin, lê Zehra Dogan bi vê fîlma xwe, xwe bi dildarî tev li krîza hunerî û bûnewerî ya Ewropayê dike. Ev krîz ji ber ku ew ne ewropî ye krîzên “şîzofreniya çandî” jî ew ê bi xwe re bîne. Ji ber wê jî weke pêşniyar silavekê li Daryush Shayeganî bide wê baş bibe.

spot_img