spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PE’yê xwest girtiyên siyasî bên berdan

Selahattîn Demîrtaş 4’ê mijdara sala 2016’an dema hevserokê HDP’ê bû, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat binçavkirin û paşê jî hat girtin. Demîrtaş ji vê doza hat girtin tehliye bû lê serokomar Tayyîp Erdogan ferman da ku Demîrtaş neyê berdan. Li ser vê daxuyaniyê Demîrtaş 20’ê Îlona 2019’an, cara duyem bi biryara dadgehê hat girtin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) 21’ê kanûna 2020’î biryara berdana Selahattîn Demîrtaş dabû. DMME’yê di biryara xwe de gotibû ku jixwe hinceta girtina yekem û ya duyem heman hincet in û ji ber vê yekê bi awayekî lezgîn divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Wek her carê serokomarê tirk, wezîrê edaletê û hin rayedarên din ev biryar bi ‘pûç’iyê bi nav kirin û biryar bi cih neanîn.

Duh Parlementoya Ewropayê (PE) jî careke din xwest Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yûksekdag û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bên bedan. Parlamentoyê diyar kir ku Tirkiye hewce ye bê şert û merc Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag berde û li gorî biryara DMME’yê tevbigere.

Di encama nîqaşan de ku li Parlamentoya Ewropayê hatin kirin, bi pêşnûmebiryareke têkildarî hemû girtiyên siyasî dan dengdanê. Di biryarê de hat gotin ku Tirkiye ji bo ku endamê Konseya Ewropayê (KE) ye divê li gor peymanê tevbigere. Di biryara wiha tê gotin: “Îro tenê 6 hevşaredarên HDP’ê li ser erkê ne. Yên din an ji erka xwe hatine girtin an jî girtî ne. Ji ber guhnedayîna daraz û rayedarên tirk a biryarên DMME’yê, dîsa newekheviya biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê fikarên mezin hene.”

Parlamentoyê di dewama biryarê de bang li Tirkiyeyê kir ku hem li gor Peymana Mafên Mirovan Ewropayê (PMME), biryara DMME’yê bi cih bîne û wiha got: “Ji bo bicihanîna hiqûqê, bihêzbûna mafê kêmnetewan, demokrasî û mafê bingehîn bi Konseya Ewropayê re tam di nav hevkariyê de bin. Em dibêjin ku divê hikûmeta tirk li gorî pêvajoya darazê ya bingehîn a kesî, dozên xwe li gorî standardên navneteweyî pêk bîne û ji aliyê sîstemeke darazê ya serbixwe ve bê lêkolînkirin. Êrîşên meqamên Tirkiyeyê yên li HDP’ê û rêxistinên ciwanan ên wan bi awayekî taybet û siyasî dikin hedef, parlamentoyê dixe nav fikaran. Bang li meqamên tirk dikin dev ji zextan berdin.”

Her wiha Parlamentoya Ewropayê di biryara ji 12 bendan pêk tê de, bal kişand ser zextên li rojnamegeran û xwest dawî li van zextan bên.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê