28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li DYA’yê serdema nû

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tevlihevî û gengeşiya piştî hilbijartina serokatiyê ya 3’yê mijdara 2020’î, bi sondxwarina qanûnî ya serokê 46’emîn Joe Biden re bi dawî bû. Serokê nû yê DYA’yê Joe Biden li gel cîgira serok Kamala Harrisê bi merasîmekê sond xwar û bi fermî serokatiya Amerîkayê ji Donald Trump dewr girt. Trumpê ku encamên hilbijartinê nepejirandin, tev li merasîmê nebû û kevneşopiya 150 salan a Amerîkayê binpê kir. Her wiha roja 6’ê çileya vê vê salê piştî sorkirina Trump, alîgirên wî senotoya Amerîkayê dagir kiribû û ev bûyer li cîhanê deng vedabû.

Biden dema serokatiya Obama du deman wek cîgirê serokê Amerîkayê di senatoyê de cih girtibû, nêzî 30 salan endamtiya senatoya Amerîkayê kiriye. Di merasîma sondxwarinê de Biden axivî û diyar kir ku dê rûpeleke nû ji bo Amerîkayê vekin û wiha got: “Em bang li kesên ku dengê xwe nedan me jî dikin; ez ê bibim serokê hemû gelên Amerîkayê û ji bo her kesî xizmetê bikim. Êdî em rûpeleke nû vedikin.”

Cîgira Biden, siyasetmedar û hiqûqnas Kamala Harris jî di navbera salên 2017-2021’ê de Senatoriya Dewletên Yekbûyî ya Kalîforniyayê kiriye. Kamala Harris di dîroka Amerîkayê de bû yekem kesa cîgiriya serokê Amerîkayê ya Afroamerîkayî.

Li gor hin şîrovekarên siyasî û anlîstan bi hatina Joe Biden re dê gelek polîtîkayên DYA’yê yên dema Trump bên guhertin; bi taybetî jî polîtîkayên der barê Îran û Tirkiyeyê de.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê