28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bin hukmê dagirkeriyê de

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Efrînê di 20’ê Çileya 2018’an de dest pê kir. Di 18’ê Adara heman salê de jî Efrîn tevî çeteyên xwe dagir kir. Ji dema Efrîn dagir kirine, li dijî efrîniyan her çi tiştên xerab ên tên aqilê mirov hebin wan dike. Di vê nivîsê de ez ê balê bikişînim ser wê yekê ku ev sûcên dike winda nabin, di raporan de, di çapemeniyê de tên qeydkirin û belgekirin.

Dewleta tirk jî eynî weke DAIŞ’iyan jinan dibe li bazarên koleyan difiroşe. Ev sernûçeyeke di SkyNews Erebî de bû. Çendek berê nûçeyek berfireh li ser Efrînê amade kir. Di nûçeyê de wehşet û hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê careke din aşkera derket holê.

Nûçe li ser îfadeyên wan jinan hatibû çêkirin ku dewleta tirk tevî çeteyên xwe êrîşî wan kiriye. Di nûçeyê de behsa revandin, îşkence û tecawiza li jinên Efrînê yên di destê dagirkeran de jî agahî hebûn.

Dewleta tirk avahiyên weke dibistan û saziyên li Efrînê veguherandine girtîgehan. Jinên ku di van zindanan de îşkence û tecawiz li wan hatiye kirin, diyar dikin ku ji ber tecawizan zemîna van girtîgehan ji xwînê bûne weke gol.

Ji revandin û zindanîkirinê heta bi îşkence û tecawiza li jinan tê kirin hemû bi erêkirina dewleta tirk tên kirin. Her roj bi dehan jin bi vê wehşetê re rû bi rû dimînin.

Di nav bi sedan mînakên dilsoj de ez ê çîroka Selwa Ehmed Şaşo bi bîra we bînim. Dibe ku we li cihekî xwendibe jî. Ji ber ku beriya niha di Efrîn Postê de hat weşandin. Efrîn Post beriya bi demekê têkildarî wehşeta dewleta tirk ku li Efrînê kiriye û hê jî dike raporek weşand. Li gorî raporê koma çete ya bi navê Nuxbe zaroka bi navê Selwa Ehmed Şaşo ji gundê Dargirê yê Efrînê revandiye li gundê Amara yê Mabatayê veşartiye.

Piştre jî ji wir ew birine Tirkiyeyê ji wir jî îcar birine Qeterê da ku li bazara koleyan bifiroşin. Zaroka biçûk paşê li Lîbyayê derketiye. Ev pêkanîn di esasê xwe de pêkanînên DAIŞ’ê ne. Jixwe DAIŞ û dewleta tirk jî bi zîhniyetekê ne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê der barê sûcên dewleta tirk de, gelek rapor amade kirine. Herî dawî rapora sala 2020’an aşkera kirin. Ne bi tenê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê; Komîsyona Lêpirsînên Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî jî rapor amade kirine. Di rapora xwe ya dawîn de kiryarên dewleta tirk ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê weke sûcên şer bi nav kiribû.

805 sivîlên di nav wan de zarok, jin û ixtiyar hebûn hatin revandin. 54 sivîl li zindanan bi îşkenceyê hatin qetilkirin. 60 hezar darên zeytûnan hatin jêkirin. 90 hezar ton zeyt hat dizîn. 42 deverên dîrokî hatin rûxandin.

Asta kesên ne efrînî û li Efrînê hatine bicihkirin bû ji sedî 80’yê nifûsa bajêr.

54 dibistan veguherandin navendên îstixbaratî û îşkencekirina sivîlan. 20 dibistan bi temamî hatin rûxandin. Navê Qada Azadî kirin qada Tayyîp Erdogan. Ev bi tenê çend hûrgiliyên ku di raporan de hatine belgekirin, lê sûcên li dijî Efrînê û efrîniyan ji vê qat bi qat zêdetir in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê