28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Tûnisê di warê lêkolînên zanistî de li pêş in

Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) yên sala 2020’an, ji aliyê lêkolînên zanistî ve Tûnis di nav welatên Afrîka û erebî de di rêza yekem de ye. Li gorî daneyên UNESCO’yê cara duyemîn e di nav welatên Afrîka û erebî de jinên Tûnisê derdikevin pêş. Femînîstên tûnisî destnîşan dikin ku serkeftin encama veberhênana dewletê ye ku xwendina bilind û lêkolînên zanistî derxistine pêş.

Li gorî hejmarên Rêxistina Milkiyeta Rewşenbîrî ya Navneteweyî di 2018’an de Tûnis di lêgerîn û nûjeniyê de rêza 66, di hêla weşanên zanistî de 14 û li cîhanê der barê nîşaneyên hilberîna zanistî de di rêza 43’yan de ye. Malbatên tûnisî berovajî civakên din ên ereb keçên xwe teşwîqî zanistê dikin.

Seroka Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Ewlekarî û Leşkerî li Tûnisê Bedira Qeilûl wiha dibêje: “Di warê lêkolîn û nûjeniya zanistî de bêyî destkeftiyên navneteweyî yên jinên tûnisî bêpar nemane, di warê lêkolînên zanistî de jî hebûna wan a berbiçav heye. Ev nûbûn hişt ku sala welêt di gelek forûmên navneteweyî de bilind bike, her wiha gelek zanyar û derhênerên jin bi saya destkeftiyên xwe yên navneteweyî bûne stêrk.”

Her wiha Bedira Qeilûl wiha got: “Ya ku jinên tûnisî bi dest xistiye, serbilindiya hemû jinên ereb e. Hîn berî şoreşên bi navê ‘Buhara Ereban’ jî Tûnis xwedî pîvanek serxwebûn û azadiyê bû ku ji welatên erebî yên din cudatir bû.”

Çavkanî: Ajansa NûJINHA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê