spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fermandar El Hura

Hedîl a bi nasnavê El Hura tê nasîn, di sala 1493’yan de li bajarê Şevşavin ê Mexrîbê hatiye dinê. El Hura keça Mewlayî Elî di dema xwe de bi jêhatîbûna xwe dihat nasîn. Tê gotin ku Mewlayî bajarê Şevşavin ava kiriye û pêşengek ê dema xwe bûye. El Hura ya li malbateke ronakbîr mezin bûye, jinek jêhatî û bixwebawer bûye. Bi qasî bixwebawerbûnê jî bedew û naskirî ye.

El Hura bi fermadarek mezin ê artêşa Şevşawin re dizewice. Di pêvajoyên şer û êrîşên ser bajêr de, fermandarê hevjînê El Hurayê rêveberiya îdarî radestî wê dike. El Hura demekê rêveberiya bajêr dike. Pêvajoya rêveberî û parastina bajêr di aliyê stratejiyê de bi pêş dikeve. Dema ku El Hura dibîne spanî dê êrîşî bajar bikin û ji aliyê êrîşên deryayî ve bi pêş ketine, li hemberî wan dikeve nav tevgerê dê çawa bikare bajarê xwe ji êrîşan biparêze. Li gorî wê hêza deryayê parastina aliyên êrîşên deryayî bihêz dike. Teknîka şer li gorî behrê ava dike û artêşek weke hezên fedayî yên deryayê bi nav dike. Ew artêşê bi rê ve dibe û li hember spaniyan serî natewîne. Stratejiya şerê El Hura li spanyayê tirsek mezin çêdike. Di şer de El Hura li hemberî spaniyan bi ser dikeve.

Piştî ku El Hura di şer de bi ser dikeve û nahêle spanî welatê wê dagir bikin, gelê Şevşavin El Hurayê pîroz dibînin û navê bajar dikin El Huran. Êdî bajar bi navê weke Şevşavin El Hura tê zanîn. Ji wê demê û şûn de êdî navê qehremana parastina bajarê xwe kirî, bi navê bajêr re dibe yek û ev nav li dîrokê tê nivîsîn.

Çavkanî: Ajansa NûJINHA