28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zaroktiya min kuştin, firotin, navê min guhertin!

Şînda Ekrem

Dema min dît ez hembêz kirim û bi zimanê Şingalê got ez li vir pir qenc im (wate ‘li vir pir baş im’).

Çavên wê tijî hêstir bûn, lêvên wê ji kêfa dilerizîn, ew rojek bû ku piştî 7 salan kirasê reş li ser xwe hilandibû, porê wê yê hingivîn xelxelokî li ser milê wê kaş bû.

Ez behsa keça 19 salî Asîma Casim dikim ku dema çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hovane êrîşî Şingalê kirin ew 11 salî bû hat revandin.

Di dîrokê de fermanên ku salên 1029, 1056, 1085, 1119, 1133, 1158, , 1802, 1803, 1805, 1808, 1817, ,1914, 1925, 1935, 2007 ev hin sal in min nivîsîn û fermana herî dawî ya 73’yan di 2014’an de pêk hat.

Di her komkujiyekê de bi hezaran êzidî bi şewitandin, serjêkirin, darvekirin û lêdanê dihatin qetilkirin.

Kurdên êzidî vê komkujiyê weke mezintirîn fermana di sedsala 21’ê de bi nav dikin. Li dora hezare 280 êzidî hatin qetilkirin, 2 hezar 300 zarok sêwî man, 70 ziyaret hilweşiyan, 6 hezar û 400 êzidî ku piraniya wan jin in, hatin revandin. Bi hezaran malbat perîşan bûn ku gelek koçberî Ewropayê bûn. Heta niha 3 hezar û 400 kes hatine rizgarkirin û yên mayî jî 2 hezar 873 kes hîn çarenûsa wan ne diyar e.

Jinên êzidî di bazarên Sûriye û Iraqê de hatin firotin ku yek ji wan jinan Asîma bû.

Asîma destpêkê serpêhatiya xwe wiha got : “Zaroktiya min kuştin, ez 3 caran hatim firotin ev ne bes bû navê min jî guhertin.”

Bi van gotinan Asîma ku niha li mala yek ji rêveberê mala êzidiyan li gundê Berzan ê bajarê Hesekê dimîne û bandora zimanê erebî lê bûye, bi zimanekî kurdî şikestî dilê xwe yê ku ji êş, zilm, tirs û nebaşiya çeteyên DAIŞ’ê ku ev 7 sal in ji destekî radestî yê din bûye cara yekem serpêhatiya xwe parve kir: “Havîn bû ez û zarokê cîrana li taxa xwe ya Şingalê ya bi navê Berberoj bi hev re li ber sîka dîwarê malê rûniştibûn, hema bi carekê me dît her kes derket derve û dest bi bezê kirin. Ez reviyam gel malbata xwe, me çawa bazda nizanim, li ser rê DAIŞ ket pêşiya me, dema em girtin dengê qêrîna dayika min hêj di guhê min de ye, ‘min bikujin zarokê min berdin’.”

Sekinî, kelegirîn ket qirika wê

Asîma tevî malbata xwe ji Şingalê hatin revandin. Paşê çeteyan ew û hinek jinên din ku hatibûn revandin, ber bi navçeya Til Eferê ve birin. Li wê derê ew ji malbata wê dûr dixin û tenê bi hin jinên din re li dadgeha DAIŞ’ê dimînin û rastî tundî, heqaretê tên, ne bes bû destê wê şewitandin bi hinceta ‘tatoş (deq) qedexe ye’. Ji wê rojê ve tu agahiya li ser malbata xwe nizane.

Li Til Eferê tê firotin û ji wir dibin bajarê Reqayê yê Sûriyeyê. Li wê derê çîroka êş û zehmetiya Asîma dest pê dike. Navê wê li Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê guhertin û navê Zeyneb lê tê kirin. Piştî 2 salan, ji bajarê Reqayê ew dibin Dêrazorê (Meyadîn) û ji wê derê ber bi gundê Sûsê paşê jî Baxozê ve dibin.

Asîma li wir her roj bi darê zorê fêrî xwendina quran û limêjê dibe û piştî salekê ji hêla çeteyekî DAIŞ’ê ve tê kirîn ku ew cara sêyem e tê firotin .

Asîma ku navê xwe bû Zeyneb ew demek bû dibihîst ku hin kes bi navê kurdan êrîşî çeteyan dikin û dibêje: “Min xwe ji rizgarkirina ji çeteyan re hazir kir. Ez li hêviya hatina wan mam da ku ez dikaribim birevim.”

Ji kampê direve

Asîma wiha didomîne: “Dema em ji Baxozê rizgar bûn, min newêrî ji HSD’ê re bêjim ez jineke êzidî me, hîn tirs di dilê min de hebû ku DAIŞ vegere û serê min jêke, ji ber li pêş çavên min serê gelekan jêkirin. Bi tirs ez derbasî kampa Holê bûm, ez û lawê xwe yê 3 mehî di konekî de bûn, pêvî zimanê erebî min yek gotin nedikir, pîştî 9 mehan ku her roj li kampê ji aliyê jinên emîrê DAIŞ’ê ve kes dihatin kuştin, ji tirsa ez ji kampê reviyam û min berê xwe da bajarokê Bûseyra yê Derazorê. Li wir min xwe dexîlê malekê kir, min ji wan re got ez ê ji were kar bikim. Piştî hefteyekê li nexweşxaneya bajarokê Bûseyrayê fêrî hemşertiyê bûm, min nêzî 5 mehan li wir kar kir.”

Asîma bi rêya hin kesan nas dike ku kesên xwe digihînin asayîşê dikarin bigihîjin malbatên xwe. Asîma biryar dide ku xwe radestî asayîşê bike û xwe digihîne asayîşa Hesekê.

Piştî ku asayîşa Hesekê teqez dike ew jineke êzidî ye ji aliyê asayîşa jinan ve radestî mala êzidiyan a Hesekê tê kirin.  Asîma li vir ev 7 sal in di nav zor û zehmetiyan de dijî, li bendê ye ku kes ji malbata wê ya ku tu agahiyan li ser wan nizane pê re biaxivin û ew vegere Şingalê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê