28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seqema Çileyê amadekariyên çalakiyê

Ji nav amadekariyên çalakiya salvegerê serê xwe bilind dikim. Hema bêje her tişt amade ye. Gelo dê hewa çawa be? Par çirayên me ji ber bayê tefiya bûn. Pêrar jî ji bayê pankart bi hewayê ketibûn. Li rewşa hewayê dinêrim. Baran xuya nake. Nizanim çima ji sibatê re gotine “sebatoka dînik”. Çile hîn jê xirabtir e. Meheke bixwe ji canê xwe aciz…

Dîsa salvegerek, dîsa çileyeke sar û seqem, dîsa ricifa hem ji sermayê hem jî ji keserê. Berfa yekemîn a salê bariya îro. Ji nişka ve ew ricifa zivistana cemed a li Parîsê tê bîra min. Ku mirov tê dernedixist ricifa çi ye, ka ji sermayê yan ji kesera dil tê. Çalakiya îsal û amadekariyan difikirim. Em ê çalakiya xwe îsal bi findan bikin. Ji ber koronayê her der girtî ye. Divê her kes findên xwe bi xwe re bîne. Em wêneyên hevalan li ser tûrikên derdora findan bixin, ew ê rûyê wan şewqê bide şevê.

Kî gotibû di sedsala 20’emîn de herî zêde salek berdewam dike êşa li dû windayan? Çi gotineke ne di cih de. Bila were vê yekê ji dê û bavan bipirse, ji rêhevalan, ji nasan û dostan… Dê jê re bêjin çend sedsal divê derbas bibe ji bo kelijandina birînê. Dikim nakim gotinên bavê Leylayê ku li Amedê ji girseyê re digot; “ez ê bistirim û bêjim ‘kî bûk e, kî bûk e’ hûn ê li min vegerînin û bêjin “Leyla bûk e” ji bîra min dernakeve. Rexneya xwe ya “jin divê nebin bûka Kurdistanê, ew têkoşêrên axa xwe ne” vê kêliyê bi gorî dikim.

Me alê her sê cangoriyan jî amade kirine. Yên ku li ser wan ji xeynî wêneyên Sara, Rojbîn û Ronahî “em edaletê dixwazin” dinivîsin, bûn yek ji sembolên çalakiyên me. Seranserê salê pêl didin li asîmanên Ewropayê. Li e-peyaman dinêrim. Divê çalakiyê em belav bikin, lê dinêrim ku berî me gelek çavkaniyên din ên nas û dostan bangewaziya tevlîbûnê kirine. Her kesî bi peyvên xwe bangewaziya çalakiyê kiriye lê hemû bi “jin, jiyan azadî” dawî bûne. Sê jinên ku nav û sondên wan sînorên kurdan derbas kirine. Ew nota heval Rojbîn ku li ser lênûska min nivîsandiye, wek yek ji rêbazên têkoşînê diparêzim. Di civînê de bi cahilî min jê pirsî “ev çi rêxistin e?” Hem kurtasiya rêxistinê, hem navê wê ji min re nivîsî. Waneya wê ya dawî ji bo min: muxatabên xwe nas bike.

Di meşê de muzîk jî hewce ye. Em li stran û helbestên ji bo wan hatine nivisîn digerin. Bi soranî, kurmancî, dimilkî, bi newa û bêziman û bêgotin …“Eger le Parîs dejiyam” cara bêdawî guhdar dikim: “Eger ez li Parîsê bûma / min ê neha wekî Eliya Macîd / cilên hemî jinên por zer û çav şîn ji wan bikira / û alaya Kurdistanê li wan bipêça…” Ger bizanibûna piştî wan çend jinên çav şîn û por zer bi ala Kurdistanê ber bi wan ve bi rê ketin… ‘Klama Dêrsim’ jî hildibijêrim. Hema bi destpêkirina stranê dadiqurtim. ‘Gula Elbistanê’ jî divê kêm nemîne. Dîsa ji dil û bişirîn difikirim, divê yek ji min re wergerîne. Bi devok û zaravayên wan cangoriyan bi bîr bînin. Stran û helbestên kurdî di roja Çileya zivistanê de ber bi esmanên ewropî ve bilind bibin. Divê ez li gotinan baş guhdarî bikim. Dibe ku ji nişka ve yekî/a por zer û çav şîn xwe nêzî me bike û bipirse, “ev stran/ev helbest behsa çi dike?” Ya rast hewceyî jiberkirinê nake. Ez ê bêjim “li xwe guhdarî bike, tu çi hest dikî, behsa hestên te dike.”

Ya herî giran jî pêşwazîkirina naskirî û dostên heval Sara ne. Divê destmalan em ji bîr nekin. Me bangewazî ji wan re jî şand. Ji niha ve hilkehilka wan digihîje esman. Ez dizanim heval Sara bi heman pirsê li me vegere: “ Hûn çûn serdana wan? We li halê wan pirsî? Heval, wan tenê nehêlin…” Em her sal serê Çileyê van wextan bi kêmasiya li wan nepirsînê û ew bi hestên ji heval Sara û şoreşê re kêmmayînê ji halê xwe re digirîn.

Amadekariyên çalakiyê berdewam in. 8 sal in, heman Çile, heman zivistan, heman ricifandin…