Rojnameya Heftane

Paytexta dewleta Merwaniyan: Farqîn

Di xeleka berê de min bi sernivîsa “Paytexta mirovahiyê ya yekem; Şikeftên Hesûnê” qala wan şikeftên serdema mezolîtîk/serdema kevir a navîn, kiribû û min ew şikeft, wekî paytexta mirovahiyê ya yekem pênase kiribû. Gava gerokê tirk yê navdar, Ewliya Çelebî qala kurdan dike, dibêje: Kurd, neviyên Hz. Nûh in. Piştî tofanê, Şirnex, Cizîr û Meyafarqîn tên avakirin.

Di vê xelekê de ez ê jî qala Meyafarqîn ango qala Farqînê bikim ku ji dewleta Merwaniyan re paytextî kiriye.

Farqîn navçeyeke Amedê ye, lê bi dîroka xwe ya kevnare, şahidî ji guherîna gelek merheleyên dîrokî yên benîademiyan re kiriye. Çi dîroka gelekî kevn, çi jî ya gelekî nêzîk, Farqîn her rawestegeheke girîng bûye û şopên hemû merheleyan li ser nexşeya xwe dihewîne.

- Advertisement -

Em jî bi dilgermî li cihên dîrokî yên Farqîna rengîn digerin. Berê me li bakurê Farqînê, li keleheke dîrokî ye. Bi qasî 13 km em diçin, em xwe di nav gundekî mezin de dibînin, lê tiştê ku çavên min dibînin, ez jê bawer nakim. Alên Osmanî bi avahiyên xwe ve daliqandine. Te dît wan alên kesk û sê hîvik li ser. Baweriya we hebe, ewqas alên Osmanî, li Soguta ku Osmanxaziyê avakarê dewleta Osmanî lê definkirî jî, ne dailqandî ne. Ji ber ku min Sogut jî dîtiye, loma ez wanî bi teqezî dibêjim.

Diyar bû ev gundê hanê yê malên xwe bi alên Osmanî xemilandibûn, gundê qurûciyan bû.

Ev rewşa hanê, min dibe çend sal berê. Di sala 2010’î de, ez li navçeya Elmalî ya bi ser Antalyayê ve ye, dixebitîm. Rojekê çend leşker ji qereqolê hatin dû min, gotin îfadeyeke te heye. Min jî rabû xwe tevjidand û ez çûm qereqolê. Ez li hewşa qereqolê li benda bangkirina fermandar bûm.

Li bin çardaxê, çend heb çawişên pispor hebûn. Çay vedixwarin. Yekî ji wan bangî min kir û çayek ji min re jî dagirt. Yek ji wan çawişên pîspor dipeyivî û suhbet germ kiribû. Yên din jî guh di ser de pêl kiribûn.

Diyar bû çawişê pispor yê galegal sincirandibû, hîn nû ji “wezîfeya şerqê” ya mejbûrî hatibû û qala macera û bîranînên xwe dikir. Gava qala texlîdê qurûciyan dikir, devê xwe xwarovîço dikir û nola meriv qala tiştekî pîs bike, wanî tinazê xwe bi wan dikir: “Qo-mî-tan beg! sene qeçex cixare sarex?”

Hem tinazê xwe bi wan dikir û hem jî bi aqilên wan dikeniya.

Min texmîn kir, ew bi min nizanin ku ez kurd im. Lewra, porê min ê dirêj li nav pişta min diket. Rîha min a nêrîkî, cil û bergên min yên şûtikandî, ez dişibandim zamotirekî/tolazekî metrepolan. Loma jî wan digot qey ez jî berdûşekî ji Stenbolê me, hatime havîngehan. Hasilîkelam min xwe negirt û min çend peyv li beligoşka wî çawişê pîspor xist û ez ji cem wan rabûm.

Vêca meseleya qurûciyên gundê Boşatê ye. Bavo bi xwedê hûn xwe li dora serê wan jî bigerînin, ji we hez nakin wî! Ma bi zorê ye!

Haylooo, me mesele anî di kur re derxist! Xwînerên ezîz, ez serê we neêşînim (go serê we êşiyabe jî, paçekî lê bigerînin) werin em gundê Boşatê û alên wan li vir bihêlin û em dîsa li Farqîna xwe ya rengîn vegerin.

Jixwe tu avahî di kelê-melê de nehiştine. Xaniyên xwe, li ser cihên dîrokî ava kirine. Rolyefeke siwar li ser pişta hesp, li nîvê tahtê hebû. Ewqas derbên tivingê bera wî rolyefê dîrokî danbûn, ew mehû kiribûn û jê qeryabûn. Ew rolyefa niwaze ya dîrokî, edetî bi zorê dihat tefsilandin.

 

Farqîna Merwaniyan

Tê gotin, gava dewleta Ebasiyan ji hev belav dibe, li derdora 40 dewletên serbixwe derdikevin holê. Ji wan 30-40 dewletan, pênc heb jê ji wan ên kurdan bûne û yek ji van dewletan, dewleta Merwanîyan bûye. Paytexta wê jî Farqîn bûye. Damezirînerê vê dewlata kurdan jî Bazê lawê Dostik e. Dewleta Merwanî, di dawiya sedsala 10’î de tê damezirandin. Heta nêzî dawiya sedsala 11’emîn jî serbixwe dimîne. Di nav sed salî de, ev merivên merd û zîrek, xizmeteke mezin ji miletê xwe re dikin û şahberhemên nemir ji dîroka miletê kurd a dewlemend re dihêlin.

Di serê sedê de, bedena Amedê zexmtir dikin û dirûvê wê yê niha didinê. Pira Dehderî ya Amedê ya heta hingê gelek car hilweşiya bû, ji nû ve ava dikin. Kela Farqînê bi mîmarîyeke xweser ava dikin. Pira Mala Badê ya di cîhanê de xwediya kemera herî mezin e, çêdikin û navê damezirînerê dewleta Merwaniyan, Baz ê lawê Dostik lê dikin. Di esasê xwe de, navê pirê ne pira Mala Badê ye; pira Mala Baz e.

Xwînerên ezîz. Hûn dibînin. Van ciwanik û ciwanmêran, dest avêtine çi şahberhemên niwaze jê deranîne. Bêguman, mohra xwe li bin gelek avahiyên din ên dîrokî xistine. Ger em qala wan hemûyan bikin, ew ê pir dirêj bibe.

Gereke kurt rêwîtiyeke dirêj

Belê. Wexta me kurt e, lê rêwîtiya me dirêj e. Ger dar û devî bibin qelem, ava çem û kaniyan jî bibin hibir, encax têra nivîsandina dîroka me ya dewlemend bikin. Xwezî bi dilê wê/wî kesî ku bibe dilopek ji vê deryayê.

Ez carekê li dora keleha Farqînê doş dibim. Heta ber birca Zembîlfiroş diçim. Çend heb zilamên navsere xwe avêtine ber siya kela Zembîlfiroşê. Gindorfiroşekî jî erebeya xwe ya gindoran daye ber siya keleha stûr. Kalemêrekî bernas, kumê xwe li ser telê xwahr daye serê xwe. Ez dizanim ku ez di markaja awirên lêpirsîner ên kalemêrê bernas de me. Ez rojbixêrekê didim wan û dixwazim derbas bibim, biçim, lê ez nola masiyê sazan, di şewka kalemêrê kumxwar dialiqim. Gindorfiroş jî, gindorekî hingivîn tîne li ber me zûlzûlî dike.

Kalemêr, hemû carcûrên pirsên xwe di min de vala dike. Ez jî bi bersivên xwe yên mertalî, pirsên kalo pêşwazî dikim. Paşê jî ez zûla dawî ya petêxa hingivîn dipûrisînim û radibim çivir xatirê xwe ji wan dixwazim û serberjêrî keleha Farqînê dibim.

Belê, ez dixwazim li ser keleha Farqînê bigerim, lê halê kelehê ne ti hal e. Ev keleha xwerû ji hêla pêşiyên me yên dewleta Merwanî, hezar sal berê hatiye avakirin, bêxwedî maye. Jixwe dewlet lê xwedî derneketiye. Di ser de gel jî elaxêrî ji gel jî nehatiye. Goristan, avahiyên beton û keleha dîrokî li bin guhê hev ketine. Halê wê yê xerab, çizîniyê ji dilê meriv tîne.

Her wekî tê zanîn, dewleta Merwanîyan, piştî sed salî ji hêla Selçûkiyên êrîşkar ve tê hilweşandin, lê piştî 40-50 salên din, Siltan Silhedînê Eyûbî yê pêlewan radibe û hemû herêmên kurdan ên ketibûn bin nîrê Artûkiyan, paşde distîne. Serkeftina dehayê şer û siyasetê ya ewladê kurd, Siltan Silhedîn, bi avakirina mabedên olî û avahiyên perwerdeyê yên nola kuliye û medreseyên dêwasa, serkeftina xwe tacîdar dike.

Siltan Silhedînê kurd, du şêran li dora tacgulekê li ser keleha Farqînê dikole û mohra serkeftina xwe li dîrokê dixîne. Ger riya we di Farqîna kevnar re derbas bû, teqez herin li ber wê roliyefa şêrên şêran, wêneyekî xwe bigirin û bi serbilindî raberî heval hogirên xwe bikin.

Medreseya Siltan Silhedînê Eyûbî ya berî wefata wî pênc sal berê hatiye avakirin, minareya Qot a ji bo bikaranîna gelek tiştan hatiye lêkirin (wekî resetxane/çavdêrî û hwd) diyar e ku avahiyên li derdora vê minareya Qot a adîrokî, hatine rûxandin û gelek avahiyên din li ber çavan dikevin…

 

Pira Mala Baz/Badê

Kesên di ser pira Mala Baz/Badê re derbas bûne, bi awayekî heyraniya xwe, li hemberî muhteşemiya wê aniye ziman. Bi rastî jî gava meriv çav li mezinahî û mîmariya vê pira dîrokî dikeve, devê meriv ji ber mîmariya wê ya muhteşem, vekirî dimîne. Seyahên navdar jî gelekî wesfên pira Mala Baz/Badê dane. Tê gotin ku ev pira dîrokî, bi firehî û bilindiya kemera xwe, di cîhanê de bêhempa ye.

Mîmarê fransî yê navdar, Albert Gabriel jî di wextekê de hatiye serlêdana pira Mala Baz/Badê. Di derheqê kemara pirê de gotiye, “Qubeya dêra Ayasofyayê, bi hêsanî di bin kemera vê pirê re derbas dibe.”

Xwînerên ezîz. Werin em muhteşemîya pira Mala Baz/Badê ya ji hêla pêşiyên me yên Merwanî ve hatiye çêkirin li vir bihêlin, ez ji were qala bûyereke muhteşem a jina kurd li ser vê pirê qewimiye, bikim.

Rindêxan

Di sala 1926’an de, serhildana Mala Eliyê Ûnis dest pê dike. Piştî serhildana Şêx Seîdê kal, êdî Mala Eliyê Ûnis, ala serhildanê, nola meşaleya Olîmpîyatê bilind kiribû. Dengbêj û zêmarbêj, navê Qewmê Çiyê, li malbata Eliyê Ûnis dikin.

Piştî berxwedaneke dirêj û bêhempa, êdî şerê di çiyê de li ber têkçûnê ye. Tenê li quntarê çiyayê Mereto, deng ji kozikekê dihat. Bi berbanga sibê re, tibabeke çeper li wê kozikê teng dibe. Digel leşkerên dewletê, ji êvara xwedê de top û mîtralyoz li ser wê kozikê girêdabûn jî, dîsa jî culhet nedikirin xwe bidana ser wê kozikê.

Piştî demekê, êdî deng ji kozikê dibile. Lewra yek berik tenê jî di rext de namîne. Leşker bi qutufînerî diçin ser kozikê disekinin. Dinêrin ya ji êvara xwedê de li ber xwe daye û qûş li wan qetandiye, qîzeke bi tenê ye. Tê derdixin ew şepala çeleng, qîza Mihemedê Eliyê Ûnis, Rindêxan bixwe ye. Serfermandarê leşker jî tê li ser kozikê disekine. Girêza şehwetê ji devê wî diherike û dixwaze Rindêxanê ji xwe re bike bermaliya xwe.

Rindêxan, ji nêta serfermandar re serwext e. Lewma jî ji serfermandar re dibêje:

-Heke li ser erda mala bavê min, destê te bi min bibe, ez ê xwe bikujim!

Li hemberî çelengî û bedewiya Rindêxanê, hiş di serê serfermandar de nemaye. Ji Rindêxanê dipirse:

-Erda mala bavê te heta kuderê ye?

Rindêxan:

-Heta pira mala Baz/Badê ye.

Serfermandar, qewl dide Rindêxanê ku ew ê li ser erda mala bavê wê, destê xwe bi wê neke. Heta li ser pira mala Baz/Badê, li qewl û bextê xwe xwedî derdikeve.

Rindêxan, gava tê ser pirê, cara dawî vedigere li çiyayê Sasonê dinêre, bi dengekî zelal, nola şîhandina cehniyekê dilîrîne û xwe ji jor de davêjê nav ava çem. Bi vî awayî dawiyê li jiyana xwe tîne û mexseda serfermandarê tirk jî, di berkurka wî de dihêle.