spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​‘Rêveberiya Xweser nimûneya herî serkeftî ye’

Komîsyona Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî (USCIRF) ya sala 1998’an hatiye avakirin, bi peywira ku der barê binpêkirina mafên olî de xebatên berfireh ên li gorî standartên navneteweyî xebatên xwe dike û li gor encamên xebatan jî pêşniyarên polîtîkayan ji bo serokdewlet, sekreter û kongreyê dikin.

Komîteyek ji komîsyona USCIRF’ê gelek caran serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û der barê nêzîkatiya Rêveberiya Xweser a li ol û baweriyên cuda yên li Rojava de raporên xwe yên salane bi serokdewlet û saziyên sivîl ên li DYA’ê re parve kirin.

Cîgira serokê USCIRF’ê Nadine Maenza têkildarî Rêveberiya Xweseriya û sûcên dewleta tirk ên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî de axivî.

Nadine Maenza da zanîn ku di serî de li herêmên xweser rewşa olan meraq kiriye û bi wê kelecanê bi projeya USCIRF’ê re hatiye Rojava û wiha got: “Ez avabûna Rêveberiya Xweser li herêmên ereb ên xwedî taybetmendiyên olî piştî ku ji DAIŞ’ê rizgar bûn, bibînim tiştek gelek xweş e. Pirrengiya nijadî, wekheviya di navbera her du zayendan de li ser tevahiya astan ew beş in ku di rêveberiyê de nayên parçekirin. Ev demokratîkbûn rê dide gel ku nêrînên xwe parve bikin. Ev yek jî li Rojhilata Navîn, rêveberiyeke nû ye.”

Sûcên tên kirin

Maenza dest nîşan kir ku Tirkiye ji bo Rojava dagir bike PKK’ê wek hincet û şêniyên Rojava jî wek terorîst nîşan dide û wiha pêde çû: “Ya rast ew e ku Tirkiye bi terorîstan re dixebite. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê yên berê, niha parçeyek ji Artêşa Sûriyeya Azad in. Komên ku Enqere piştgiriyê dide wan, li dijî ol, etnîk û jinan sûcên hovane dikin. Ev sûc, ji hêla gelek rêxistinên navneteweyî ve hatine belgekirin.”

Çîrok kom kirine

Cîgira USCIRF’ê Nadine Maenza derheqê encam û naveroka civînên tevlî wan bûye de diyar kir ku heta niha bi gelek endamên senato, karmend, rêveberên sivîl, oldar û berpirsên hikûmetê re parve kirine û wiha got: “Min çîrokên jiyana şêniyên ku beriya êrîşên DAIŞ’ê û dagir kir, jiyana wan a niha yên li herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk kom kirin û bi gelek aliyan re parve kirin. Di rastiyê de, ez hinekî şokê dimînin ku heta niha kesek şêwaza Rêveberiya Xweser nas nakiriye. Carekê ez bi berpirsekî re rûniştim, lê agahiya wî tune ye ku Rêveberiya Xweser piştî êrişên dewleta tirk hîn li ser pêyan e. Asta rêzdariya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtiye û çawa DAIŞ’ê tune kir, nizane. Di rapora salane ya USCIRF’ê de ku di nîsana par derketiye, me wesiyet kir ku divê hikûmeta Amerîkayê piştevaniya Rêveberiya Xweser bike. Em pir bi çoş in ku vê yekê bibînin. Ew dê gotina ku tenê Amerîka wek artêş li herêmê ye divê biguhere.”

Divê stratejî biguhere

Nadine Maeneza bal kişand ser sûcên ku Tirkiye rojane li herêmê dike û ev tişt anî ziman: “Yek ji sedamên serdana min a herêmê, balkişandina ser sûcên ji hêla dewleta tirk a dagirker ve li herêmên dagirkirî dike, bi taybetî yên li dijî êzidî, xiristiyan, kurd û jinan, lê ji ber ‘sedemeke nediyar’, DYA û civaka navneteweyî van sûcan ji nedîtî ve tê. DYA’yê wek bertekeke li dijî rejîma Esad her tim piştgiriya hevalbendiya opozîsyona Sûriyeyê kir ku dewleta tirk desteka wê dike.  Dema ez li Sûriyeyê bûm, serokê Îtîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyona Sûriyeyê Nesir Herîrî, serdana Efrînê kir û pesnê azadiya olî ya li wir kir. Piştî wê bûyerê dîmenek Herîrî bi Hatim Ebû Şaqra re yê dema kuştina Hevrîn Xelef amade bû, belav bûn. Li gorî agahiyên nû, divê hikûmeta Amerîkayê stratejiya xwe ya taybet a li hemberî Sûriyeyê biguherîne.”

Rêveberiyeke serkeftî

Her wiha Maenza da zanîn ku Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê hikûmeta serkeftî ya tekane ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser beşek mezin an Sûriyeyê bi rê ve dibe, ji ber vê yekê divê beşeke çareseriyê bê dîtin. USCIRF’ê şîret li hikûmeta DYA’yê kir ku divê Rêveberiya Xweser li gorî biryara NY’ê ya bi hejmar 2254’an, tev li danûstandinên Cenevreyê bibe. USCIRF li hikûmeta Amerîkayê pêşniyar kir ku ji aliyê siyasî ve bi Rêveberiya Xweser re weke hikûmeteke herêmî û rewa danûstandin. Heta niha ji bo gelên Sûriyeyê pêşniyariya çareseriya pirsgirêkan nehatiye kirin, lê çareserî diyar e ew jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.” WASHINGTON