Duşem, Mijdar 29, 2021

Li pirtûkxaneyên dewletê 25 destnivîsên bi kurdî

Bi salan e zimanê kurdî bi zextan re rûbirû ye. Tevî van zextên dijwar jî berhemên bi destan hatine nivisîn gihîştine roja me ya îro. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, bi pêşinyarpirsekê berhemên bi kurdî yên ji sedsala 16’emîn û vir ve hatine nivîsîn û pirtûkxaneyên lê ne bir rojeva meclisa Tirkiyeyê. Mûrat Sarisaç xwest Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy pirsên wî bibersivîne. Pirsên hatine pirsîn ev in;

*Berhemên bi destan hatine nivîsîn ku beşek girîng a wêjeya klasîk a kurdî ye (kurmancî, kirmanckî, soranî, goranî, lorî) niha li kîjan pirtûkxaneyan in?

*Li Tirkiyeyê çend berhemên kurdî yên bi dest hatine nivîsîn hene? Ev berhem li kîjan pirtûkxaneyan in?

*Gelo têkildarî lêkolînên destnivîsên kurdî arşîv hatine parvekirin an na? Gelo di kîjan şert û mercan de ji arşîvan sûd tê wergirtin.

*Tê gotin ku hinek berhemên kurdî ji ber peyvên ‘kurd / Kurdistan’ hatine texrîbkirin, ev agahî rast e yan na?

*Têkildarî berhevkirin û katalogkirina destnivîsên kurdî xebat û plansaziyek heye yan na?

*Li pirtûkxane û arşîvan ji bo tasnîfkirina berhemên kurdî gelo çend zimannasên kurd hatine peywirdarkirin?

Wezaretê bersiv da pêşnyarpirsa ji aliyê Sarisaç ve hatiye amadekirin a bi hejmara 7/29558 û ragihand ku li van pirtûkxaneyan destnivîsên kurdî hene; Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê, Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Millet, Midûriyeta Berhemên Nivîskî ya Herêma Konyayê, Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Ziya Gokalp.

Wezaretê diyar kir ku kesên dixwazin dikarin bi rêya înternetê xwe bigihînin berheman û pirtûkxane di xizmeta lêkolîneran de ne. Wezaret têkildarî hemû berheman katalogan amade dike û xebatkarên wezaretê yên kurdî dizanin hene.

Li pirtûkxaneyên girêdayî wezaretê bi giştî 25 berhemên kurdî yên destnivîs hene û ev in;

-Nehcu’l-Enâm; nivîskarê/a berhemê nayê zanîn, cihê hatiye nivîsandin nayê zanîn, berhem di sala 1320 (hîcrî) hatiye nivîsandin û niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Eş’ar be ziman kurdî; nivîskar Ahmed Cizîrî û Ahsen, cihê hatiye nivîsîn Bexda ye, sala hatiye nivîsîn 1967 û berhemên niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Şêi’r be ziman kurdî; nivîskar Ahsen û çend helbestvanên din, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Akîdû’l Kurdî; nivîskar El-Kutumî û B. Ya’kûb, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Mevlûdû’l Nebî; nivîskar Mola Bakî, Sa’deddîn Mola Ahmed B. Haci Mahmûd El-Licevî, cihê hatiye nivîsîn nayê zanîn, di sala 1215 (hîcrî) de hatiye nivîsîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Terkîb; nivîskar Muhammed, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Rîsale di Mevzû-î Zarf; nivîskar Muhammed, cihê hatiye nivîsîn nayê zanîn, di sala 1960’î de hatiye nivîsîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Nehcu’l Enâm; nivîskar Mela Halîl Si’irdî; cihê hatiye nivîsîn nayê zanîn, di sala 1339 (hîcrî) de hatiye nivîsîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Dîvan; Şêx Ahmed B. û Muhammed El Cezerî, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Silêmaniyê ye.

-Husrev û Şîrîn; nivîskar Nîzamî-şî Gencevî (pirtûk wergerî kurdî bûye), dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Millet e.

-Dîvan; nivîskar Nalî, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Millet e.

-Lûgatçe (bi farisî wergerî kurdî kirine); navê nivîskar, cihê hatiye nivîsîn û dîrok nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Millet e.

-Muntehebat-i Eş’ar-i Kurdiyye; nivîskar Emîn Feyzî yê Silêmaniyeyî, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Millet e.

-Kîtabuzzuruf; nivîskar Abdulazîz, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Midûriyeta Berhemên Nivîskî ya Herêma Konyayê ye.

-Rîsale fî’n-Nahv; nivîskar Abdulazîz, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Midûriyeta Berhemên Nivîskî ya Herêma Konyayê ye.

-Şerhû Avamili’l-Mie; navê nivîskar, cihê hatiye nivîsanîn û dîrok nayên zanîn û berhem niha li Midûriyeta Berhemên Nivîskî ya Herêma Konyayê ye.

-Lûgat; navê nivîskar, cihê hatiye nivîsîn û dîrok nayên zanîn û berhem niha li Midûriyeta Berhemên Nivîskî ya Herêma Konyayê ye.

-Rîsaletu’z-Zurruf; navê nivîskar, cihê hatiye nivîsîn û dîrok nayên zanîn û berhem niha li Midûriyeta Berhemên Nivîskî ya Herêma Konyayê ye.

-Nev-Buhara Biçûkan; nivîskar Ehmedê Xanî, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Ziya Gokalp ye.

-Rîsale fî’l-Aka’îd; nivîskar Ehmedê Xanî, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Ziya Gokalp ye.

-Nev-Buhara Biçûkan (ev berhem 2 caran hatiye nivîsîn û lê hejmara qeyda her duyan ji hev cuda ye); nivîskar Ehmedê Xanî, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Ziya Gokalp e.

-Rîsale fî Beyanî Erkani-l Îslam; nivîskar Ehmedê Xanî, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Ziya Gokalp ye.

-Mevludu’n Nebî; nivîskar Ahmed el-Batî, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Ziya Gokalp e.

-Terkîb-i Molla Yunus; nivîskar Molla Yunus, dîrok û cihê hatiye nivîsîn nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Ziya Gokalp e.

-Terkîbi Îzzu; navê nivîskar, cihê hatiye nivîsîn û dîrok nayên zanîn û berhem niha li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya Ziya Gokalp e.