spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirbespiyê şevbuhêrka helbestên gelêrî

Helbestvanên li navçeya Tirbespiyê rûdanên li derdora xwe bi bêdengî dişopandin, ji ber ku azadiya derbirînê hatibû kelepçekirin, lê niha meclisa gel piştgiriyê dide wan û hewl dide behreyên helbestvanan geş bike.

Rewşên siyasî yên her welatekî bandorê li rewşa çandî dikin, bi taybetî li welatên ku rejîmên desthilatdar bendên tund li dijî azadiya nêrîn û derbirînê ferz dikin. Yek ji van dewletên zordar jî Sûriye bû ku ji aliyê partiya Baasê ve dihat birêvebirin.

Bi valakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta Şamê, rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst ên dîtir, avakirina saziyên Rêveberiya Xweser û amadekirina hevpeymana civakî, tevgera çandî li herêmê geş bû.

Li bajarokê Ebû Ferî yê girêdayî navçeya Tirbespiyê, gelek helbestvanên helbestên gelêrî yan jî nebtî dinivîsin, derketin.

Helbesta gelêrî ji hunera wêjeyî ya gel e, tê de helbestvan xîtabî tevahî mirovan dikin. Ji lewre li şûna helbesta xwe bi erebiya fesîh binivîsin, bi erebiya gel dinivîsin.

Taybetmendiyên helbesta gelêrî, ew in ku helbesta erebî ya biawaz e, tê de deng û peyvên gelêrî yên pir tên bikaranîn, hene. Ev cureya helbestê li gel ereban a herî navdar e û gelek navên wê hene; helbesta gelêrî, helbesta biawaz, himênî, bedewî.

Nêzî 20 helbestvan li bajarok mane

Meclisa bajarokê Ebû Ferî, hewl dide çand, huner û behreyên helbestvanan vejîne. Di vê çarçoveyê de, yekemîn şevbuhêrkeke helbestî li bajarok li dar xist.

Hevserokê meclisa bajarokê Ebû Ferî Muhened Hebîbî têkildarî mijarê got: “Rewşa çand û hunerê li bajarok tune bû. Ew jî bi sedema paşguhkirina wê ya bimebest bû, lê tevî wê jî hejmareke mezin ji behreyên hunerî û wêjeyî hene.”

Hebîbî wiha domand: “Em wek meclis piştî me rewşa herêmê lêkolîn kir, me dît ku gelek behre hene û nehatine aşkerakirin, lê me biryar da ku em xwediyên van behreyan bi rêya lidarxistina çalakiyan teşwîq bikin û di demên pêş de çalakiyên dîtir li dar bixin.”

Qusey Hebîb ji helbestvanê navçeyê ye û di helbestên xwe de azarên li herêmê çêbûn, vegotine. Li aliyekî din jî Qusey Hebîb di helbesteke xwe de bersiva kesên li dijî Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk sekînine, dide.

Li aliyekî din jî vegera li wan şevbuhêrk û rûniştinên helbestî ji şêniyan re girêdana wan bi rewşa helbestê diyar dikin.

Macid Cerbû yek ji helbestvanên ku tev Ii çalakiya helbestî bûye wiha got: “Derbirîna behreyan û balkişandina li ser wê, ji helbestvanan re teşwîqek e. Da ku bi pêş bikevin, bi taybetî ku herêm di serdemeke paşguhkirinê re ji aliyê hunerî û fikirî ve derbas bûye. Bi wê re helbestvan bi rêya nivîsên xwe hewl didin rewşa ku herêm tê re derbas bûye, bigihînin civakê.”  TIRBESPÎ