spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şûnwarên rûxiyayî zindî dike

Şêwekar Ehmed Cemal li bajaroka Kifrî ya Germiyanê, bi armanca zindîkirina şûnwarên dîrokî yên deverê yên ji ber xemsariya aliyên peywendîdar li ber rûxînê ne, bi tabloyan wan şûnwaran zindî dike. Her wiha mala xwe veguherandiye muzaxaneyek ji bo kelûpelên dîrokî.

Şêwekar Ehmed Cemal bi nasnav Mame Dile, li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyanê ve çend sal in bi karekî hunerî hewil dide şûnwarên dîrokî yên li deverê zindî bike.

Mame Dile di mala xwe de du ode veguherandine muzexaneya kel û pelên  kurdewar. Mame Dile tevî tabloyên ku ev çar sal in li ser kar dike, bi hezaran parçeyên keleporî berhev kirine. Gelek ji van kel û pelan welatiyan wek diyarî danê, gelek jî bi pereyê xwe kirîne.

Ji şêwaza hunera Mame Dile re tê gotin hunera Diorama (dîmenek mezin di çarçoveyek biçûk de) ku hunereke modern e.

Şêwekar Mame Dile diyar kir, armanca wî ya vî karî nasandina bajarokê Kifrî ye ku bi gotina wî ‘bajarokê Kifrî bajarekî hatiye jibîrkirin e’. Mame Dile da zanîn, ew dixwaze bi vî karê xwe yê hunerî ji nifşê nû re bibêje ku bajarokê Kifrî bajarokekî dîrokî ye, lê ji ber xemsariya hikûmetê şûnwarên wê yên dîrokî li ber rûxînê ne.

Keresteyên ku Mame Dile pê kar dike, ji dar, texte, burxî û madeya sikotin pêk tên. Şêwekar Mame Dile dema dixwaze xaniyek rûxiyayî bi hunera xwe çêbike, wêneyê wî cihî dikêşe û li gorî keresteyê ku di wê avahiyê de hatine bikaranîn, di hunera xwe de bi kar tîne.

Yek ji avahiyên ku Mame Dile bi hunera xwe wê zindî kirine avahiya Seraya Kifrî ye ku di sala 1919’an de ji aliyê îngilîzan ve hatiye çêkirin, di sala 1950’yî de hatibû nûkirin û niha jî rûxiyaye. Mame Dile têkildarî hunera xwe got, “Gelek kes ji min dixwazin, ez tiştên min çêkirine bifiroşim wan, lê min qet fikra firotina van berhemên hunerî nekiriye .” GERMIYAN