spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yaqûb Axa: Serhildana Dihê-1

Axayê gelek gundên li quntarê çiyayê Çîravê bû Yaqûb Axayê Garisî. Di nav eşîra Garisan û eşîrên derdorê de ji ber xisleta xwe ya comerd, dilsoz, girêdayî ax û miletê xwe, li herêmê dihat hezkirin. Nedişibî axayên dîtir. Xwedî soz û bext bû, xayintî û bêbextî li balê nîn bû. Ji babê xwe ne axa bû, otorîteya xwe ji kesayetiya xwe, girêdana xwe ya nirxên ehlaqî û civakî digirt, ango nûnertiyeke wî ya xwezayî di nav civakê de çêbûbû.

Ji rûçik û awirên wî dixuya, gelek bi hêrs bû. Dema ji êlekê xwe yê kosteka saetê pê ve dahelayî qutiya cixarê derxistî, destê wî dilerizîn. Civata li dîwana koşka wî rûniştî, bê tebat li bendê bûn ka dê çi bêje. Serê wî di ber de bi awirên tûj, ji qutiya zîvîn pince titûn derxist û xiste qelûnê. Paşê qutî dada danî ber xwe û ocaxa li kêleka xwe nihêrî, maşika li ber ocaxê girt, agir tevda, pizotekî agir bi serê maşikê girt û titûna di qelûnê de pêxist. Hilmeke kûr jê kişand, paşê serê xwe yê di ber de rakir û li ser civata rûniştî gerand û got:

“Heta beriya çend salan Roma xayin li ber deriyê me dest li ser destan lava ji me dikir û digot em ji umetekê ne. Gawiran welatê me dagir kiriye. Werin em bi hev re gawiran ji xaka xwe derxin û li welatê xwe bi biratî û azad bijîn…’

Bi Romê xapiyan

Yaqûb Axa, piştî van axaftinên xwe hiş bû, awirên xwe zivirandin ser çiyayê Herekolê ku navsera wî digiha ewran. Kîjan çiya, kîjan ax dixwaze ku mirov di bin dagirkeriyê de bimîne! Lewma ji Herekolê şerm kir, awirên xwe zivirand ser civatê û domand:

“Ma dê kengî aqilê me yê di çavê me de bikeve serê me! Em, bi derewên Romê xapiyan. Me şer kir û xwîn rijand li seranserê vê axê. Piştî ku karê wan bi me qediya vêca dest pê kirin û gotin; ’Kurd tune ne. Kurd tirkên çiyayî ne!’ Zimanê me qedexe kirin. Di êrîşa dagirkeriyê de kindirê sêdarê li stûyê me hemûyan bû. Me kindirê stûyê Roma xayin deranî, lê belê wan pihên li kursiyê li binê lingê me da, bêbextî û xayintî li me kirin. Ew Roma Reş, niha bi dagirkerên ku ji wan re digot ‘gawir’ mil bi mil, li ser maseyan rûdinin, li ser me peyman datînin, êrîşî me û nirxên me dikin. Me, ev ax ji destê gawiran, ji bin dagirkeriya wan deranî lê belê sed rehmet li gawiran..!”

Paşê Yaqûb Axa kesereke kûr kişand, ’xwezî’ got û hiş bû. Dîsa weke bazekî awirên xwe li ser civatê gerandin. Baweriya wî ya misilmantiyê dest avêtibû pêsîra wî bernedida, lê belê dîsa jî gotina xwe texsîr nekir:

“Xwezî em bi gawiran re jiyabûna lê me bi van tirkên ji me re digotin, ‘em bira ne, ji heman umetê ne’ mil bi mil şer nekiribûya. Yên ji wan re digotin ‘gawir’, qet nebe xwedênas bûn, lê mixabin xwezî nagihên xweziyan…”

Bûyera dilêş a du meh berê li Dihê di serê wî de qewimî, hat bîra wî. Ma dê çawa ji bîr bikira ev şerma mezin heta ku baniya bîra xwe, her kêlî û dem di bîra wî de bû, wijdanê wî, rûmeta wî diguvaşt!

Yaqûb Axa dê biçûya bajêr. Seyîs, mehîna wî ya boz a rehwanî bi zîn û xemlê amade kiribû. Kî mehîna ku gulivankên hevsar û rîşên zîna wê bi hunerî hatî rêstin, guliya wê li her du aliyan weke biskan dahelayî didît, bi heyranî li vê mehîna ku ji dîrok û heybeta kalikên Yaqûb axa Medan mîras mayî, dinêriya.

Yaqûb Axa kefiyê xwe, li gorî çand û kevneşopiya kurdînî kir kofî û li serê xwe pêça. Piştika xwe ya ji tevna kurdî hatî honandin, li pişta xwe girêda û xencera xwe ya destikê wê bi zîv û sedefê nexşekirî xist ber piştika xwe. Paşê saeta kostekî ya ji babê wî mîrate mayî, ewilî vekir lê nihêrî, piştre girt û xist kûrika êlekê xwe. Simbêlê wî yê reş, li rûyê wî yê esmer ku ji ber tava welêt weke pola hişk lê bi mexrûr dixuya, giranî û rêzdariya wî ya heyî zêdetir dikir. Hefsarê mehîna rehwanî ji seyîs girt û bi carekê xwe avêt ser zînê lê siwar bû û lingê xwe hêdîka lê hejand. Mehîna wî mîna ku ji zimanê wî fêm bike, ji nişka ve da xwe. Mehîna ku dûvê xwe rakirî mîna ku simên wê erdê negirin bi çargavî beziya. Sim û nalên mehîna wî, toz û dûmana axa Garisan ku li ber tavê dişewitî li pey xwe radikir.

Cil û bergên kurdî

Yaqûb Axa, dema gihîşt bajêr, li hemberî dîmenê dîtî şaş ma, dirûv û şiklê mirovan guherîbû. Bi ecêbmayî di ber xwe de got ‘ev çi bi cilê miletê hatiye wiha, her kesî cil û bergên çewtûmewto li xwe kirine?’ Li ser tu kesî cil û bergên kurdî tunebûn; li serê her kesî li şûna koviya kurdî, şepqeyên rengûreng hebûn. Bi şaşwazî ji mehîna xwe daket, bir hefsarê mehînê bi rizda deriyê xanê ve girêda û ji bo vê rewşa sosret fêm bike ka çi bûye, berê xwe da nav xanê. Bi ketina hundir re silav da çend kesan û rasterast ber bi xwediyê xanê ve çû û piştî silavê got: “Xêr e heyran. Ev çi hal e? Çima cil û bergên kurdî li ser kesî nînin?”

Xwediyê xanê fêm kir ku haya Yaqûb Axa ji mijarê nîne, lewma got: “Ma haya te jê nîne? Misto Kemal ferman deraniye. Gotiye xeml û girêdana we li derveyî şaristaniyê ye, lewre êdî dê tu kes kefiyê nede serê xwe, şal û şapikên kurdî li xwe neke; dê her kes cilên ‘medenî’ li xwe bike. Ji bo ku miletê çavtirsandî bikin gelek kes birine sêdarê, bi dar ve kirine. Diyar e agahiya te jê nîne lê ez di şûna te de bim ez ê wê kefiyê ji serê xwe deynim. Nexwe li derve mufreze te bibînin, xwedê dizane ka dê çi bînin serê te!”

Yaqûb Axa şaş û metel ma, gotinek ji devê wî derneket, tenê li xwediyê xanê guhdarî kir. Ya dilê xwe neda der. Dizanî ku hestên xwe bîne ziman dê serê wî bikeve belayê, lê belê hêrs û kîna wî gelek zêde bû. Rûspî û rêzanê eşîra Garisan bû. Hem di nav eşîra wî de hem jî li nav eşîrên derdorê gotina wî li erdê nediket. Xwedan qedr û qîmet bû. Bi gotineke wî, bi dehan mêrxasên xwe bidana kuştin hebûn. Misto Kemal çi bixwesta, ma ti karê wî nemabû ku bela xwe li cil û bergên wî bide! Ma ev xweda ne ku em çi li xwe bikin ji wan bipirsin, tev li çanda alemê dibin!

Zilmê qebûl nake

Yaqûb Axa ji fikarên xwe serê xwe rakir û got, ‘êdî ya van kirî bese. Li ser axa bab û kalên me zilma li me kirine tu wijdan qebûl nake.’ Ji hêrsa xwe nekarî xwarina xwediyê xanê danî berê bixwe û bi dengê nizm got ‘kesê ku bêje ez mirov im, vê zilmê qebûl nake!’ û da xwe rabû.

Bêhna wî wisa teng bûbû ku hindik mabû singê wî biteqanda. Bi lezûbez ji xanê derket. Bi derketinê re bayê ji navsera çiyayê Çiravê diweziya li nav çavê wî û dilê wî piçekî hênik kir. Bi keviya kefiya xwe xwêdana eniya xwe paqij kir û bi fikar û gumanên hişê xwe  ber bi sûkê ve meşiya.

Mîna ku ji vê dinayayê bar kiribe kûr diramiya. Heta dengê eskeran nehat, mufrezaya dora wî girtî ferq nekiribû. Li dora xwe nihêrî eskeran dora wî pêçabû, fermandarê mufrezeyê ber bi wî ve dihat. Çawa gihîşt balê, ji nişka ve destê xwe avêt kefiya serê Yaqûb Axa, avêt erdê û bi lingan da serê, di nav tozê de gevizand! Yaqûb Axa weke ku lal bibe nekarî biaxive, req bûbû!

Fermandarê mufrezeyê bi dengê bilind: “Ma tu nizanî ku kefiye û şalwar hatine qedexekirin? Ji niha û pê ve dê her kes şewqê bide serê xwe, pantor li xwe bike, êdî dê tu kes van cilûbergên dij-medeniyetê li xwe neke, qanûn wiha ye!”

Destê Yaqûb Axa ji nişka ve çû ser xencera wî ya li ber piştika wî, lê belê bi serwextiya xwe fêm kir ku bi tena serê xwe nikare bi tevahiya mufrezeyê. Di dilê xwe de got, ‘her tiştek dema xwe heye’ û destê xwe ji xencerê kişand û bi aqilane got, ‘komutan beg, haya min ji qedexeyê nîn bû. Stûyê me li ber vê qanûna hikûmetê xwahr e.’

Ev bersiva Yaqûb Axa li xweşa fermandar çûbû. Lewre êdî nexwest xwe pê mijûl bike. Mufrezeya xwe da pê xwe û bi dijûnên xwe ve ber bi sûkê ve meşiya.

Yaqûb axa kefiya xwe ya di nav tozê de mîna ku rûmeta xwe ji erdê rake, hilanî. Çavê wî tijî hêsirên janê bûbûn, lê belê li xwe dananî û negiriya. Ji xwe bixwe re got, ‘xwezî ez ketibûma bin vê axê, çêtir bû!’ Bi lezûbez zivirî ber bi deriyê xanê ku mehîna xwe pê ve girêdabû çû,hefsarê wê vekir û lê siwar bû û ber bi gundê xwe yê quntarê Herekolê ve bi çargavî bezand…

Şîrê dê li min heram be

Ji şerma xwe bi rojan ji qesra xwe derneket û gotinek ji kesekî re nekir Yaqûb Axa. Şermeke mezin bû hatibû serê wî û nikariya bi peyvan bianiya ziman. Lewre xwe ji her kesî îzole kiribû. Di nav jûra xwe de pêgermok digerand û digot, ‘yekî weke vî firewnê Misto Kemal careke dî nayê ser rûyê dinê. Heke ez vê ji wî re bihêlim, bila ev roja hiltê, berf û barana dibare, axa ez nanê wê dixwim, çiyayên ku ez zarokên wan im, heqê xwe li min helal nekin, şîrê diya min li min heram be!’

Piştî demekê xwe ji bandora wan kêliyên şermê rizgar kir, lê giyanê wî hatibû hincirandin, dilê wî êşiyabû. Vê hikûmetê ji cilûberg, ji ziman û çanda wan re dijminatî dikir, qesta hebûna wan dikir. Lewre divê pêşî li vê dijminatiya bêrûmet û bêrêgez bigirta.

Roja serîrakirinê ye

Dîwana Yaqûb Axa bi rûspî, giregir û rêzanan tijî bû. Beriya dest bi axaftina xwe ya weke ava zelal bike, serê xwe rakir li nav çavên destebirayên xwe Şêx Evdirehmanê Garisî, Gurgîn Axa û Pîr Êzdîn Axa nihêrî. Her yek ji wan ji bo wî weke çiyayekî bû, ji wan hêz girt û di dilê xwe de got, ‘mirov bi hevalên xwe yên rast re biçe mirinê jî xweş e!’ Paşê li bejin û bala her du kurên xwe yên çeleng ku heybeta xwe ji çiyayê Herekolê girtibûn Yûsif û Xelîl nihêrî, bi wêrekî û dilsoziya çavên wan axivî:

“Dema gawiran welat dagir kir, şer hat ber derî, cengawerên kurd singên xwe kirin mertal û welat parastin. Roma xayin her tim di şerê li dijî rûs, fransiz, îngilîzan de em bi tenê hiştin, bêbextî kir û pişta xwe da me û reviya. Me ev welat rizgar kir lê ew li ser rûniştin.

Di peymana Lozanê de jî bi hevalbendên xwe yên gawir re rûniştin, welatê me kirin çar parçe, pêşkêşî dewletên dagirker kirin û gelê me  tune hesibandin. Jixwe hûn hemû doza mafdar a Şêx Seîd a li dijî vê feraseta qirker dizanin, ka çi anîn serê wan.

Îro jî ziman, çand, heta cil û bergên em li xwe dikin jî qedexe dikin, bi darê zorê ji me dikin, dest dirêjî nirx û rûmeta me dikin. Roj roja serîrakirinê ye. Heke em li dijî vê dewletê serî ranekin, em ê çawa li ser vê axa pîroz bigerin, li van çiyan binêrin û derkevin nav xelkê xwe!”

Gotinên Yaqûb Axa bandor li hemû civatê kiribû, dilê wan lerizandibû. Çimkî li gorî çanda wan şikestina rûmetê, ji mirinê xirabtir bû. Lewma di dawiya civatê de bi hevdengî, li dijî rejîma Misto Kemal biryara serîrakirinê hatibû girtin… (didome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê