spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Parîsê edalet hat qetilkirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

9’ê Çileya sala 2013’an, li paytexta Fransa Parîsê li kolana La Fayettê sê jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên kurd Leyla Şaylemez ji aliyê tetikişê MÎT’a tirk Omer Guney ve hatin qetilkirin.

Ji roja bûyer qewimî, heya niha 8 sal derbas bûn. Li gel daxwaz û hewldanên kurdistaniyan jî failên esasî yên vê komkujiyê tevî ku hemû îşaret hikûmeta tirk û rayedarên wê nîşan didin jî hê nehatine darizandin. Lêgerîna kurdistaniyan a ji bo edaletê dewam dike. Bi saya têkoşîna kurdistaniyan lêpirsîna ku ji aliyê dozgeriya Parîsê ve hatibû girtin ji nû ve tê meşandin.

Ji bo em bikaribin der barê bûyerê de hafizeya xwe teze bikin, feydeya xwe heye ku em careke din li serboriya doza Parîsê binêrin.

Dozgerê Parîsê François Molins cara ewil di 21’ê çileya 2013’an de, têkildarî komkujiyê hin hûrgilî aşkera kirin. Molins di axaftina xwe de îşaret bi kujerê sê jinan kir û got; “Roja bûyerê kesê bi navê Omer Guney heta nîvro gelek caran çûye avahiya li kolana La Fayettê. Di îfadeyên vî kesî de nakokî hene û di çentê wî de jî şopa barûdê hatiye dîtin. Di dîmenên kamerayê de xuya dibe ku ev kes bi vî çenteyî ketiye buroyê.” Bi van daxuyaniyên Molins, navê Omer Guney wek kujer cara yekem hat rojevê.

Leptopa dozger didizin

Her çend daraza Fransayê der barê Omer Guney de ketûm bû jî medyaya kurdan der barê Omer Guney de û têkiliyên wî yên bi dewleta tirk re gelek belge bi raya giştî re parve dikirin. Piştî wê daxuyaniya dozger Molins di 23’yê îlonê de xwedê giravî hin kesên nasnameya wan nediyar ketibûn mala dadgerê antî-terorê Jeanne Duye ê dosya komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dişopand. Dizê bi armanca ji malê tenê laptopa dadger a tê de agahiyên ‘hesas’ ên têkildarî dozê hebûn dizî.

Doz tê sekinandin

Di meha kanûna 2013’an de derket holê ku dadgerê doza Parîsê di lêpirsîna Omer Guney ê tetikêş de xwestiye hin agahiyên berfirehtir bi dest bixe lê belê ji ber ku îstîxbarata Fransayê di vê mijarê de tu agahî nedane dadger ji ber wê doz xitimî. Di dema lêpirsînê de derket holê ku Omer Guney weke ku nexweşiyên wî yên psîkolojîk hebin xwe li nexweşiyê datîne. Ji ber vê yekê ew radikin nexweşxaneyê, lê derdikeve holê ku ew ne nexweş e.

Lêpirsîn bi dawî dibe

Parêzerê xizmên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Antoîne Comte di hevpeyvîna xwe de dide diyarkirin ku di lêpirsînê de “pêşketinên mezin” hene û destnîşan kir ku lêpirsîn Tirkiyê nîşan dide. Parêzer got, “Gelek guman hene ku dewleta tirk nîşan didin.” Lêpirsîna der barê komkujiya Parîsê de ku piştî bûyerê des pê kiribû di gulana 2015’an de bi dawî bû. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP’ê ya wê demê, eger alî di nav mehekê de li dij dernekevin, wê dozger berî destpêkirina dozê biryara xwe ya dawî bide. Li ser mijarê ji parêzerên bersûc Omer Guney Xavîer Nogûeres ji AFP’ê re axivî û got, “Gengaz e ku lêpirsîn ji ber kêmasiya hevkariya navneteweyî û rayedarên tirk, yên ferman dane, nedîtiye.”

Dadger agahiyên veşartî dixwaze

Der barê lêpirsînê de beriya du salan bûyereke girîng qewimîbû. Di nîsana 2015’an de nepeniya li ser agahiyên di destê servîsa îstixbaratê ya hikûmeta Fransayê de, ji hin aliyan ve hatibû rakirin. Li ser daxwaza parêzeran dadgerê lêpirsînê di îlona 2014’an de jî ji wezaretên pêwendîdar agahiyên veşartî yên îstîxbaratê xwestibû. Dadger ji bo vê daxwaza xwe jî gengaziya têkiliya xebatên Omer Guney bi MÎT’a tirk re nîşan dabû. Li gorî belgeyên polîsên fransizî bi dest dixin bersûcê komkujiyê Guney, di sala 2012’an de gelek caran çûye Tirkiyeyê. Qeyda dengê bersûc jî sê roj piştî salvegera komkujiyê, di 12’ê çileya 2014’an de li înternetê hatibû belavkirin. Di qeyda deng de kujer bi du kesên ji servîsa îstixbarata tirk re qala planên cînayetê dike.

6 hezar euro ji kujer re şandin

Piştî du rojan jî di 14’ê çileyê de belgeya fermana ji bo kujer a qetilkirina Sakîne Cansiz, hatibû weşandin. Di belgeya bi îmzeya rayedarên MÎT’ê de dihat ragihandin ku ji Omer Guney re ji bo ‘lêçûnên gengaz’ 6 hezar euro hatiye şandin û ji bo sûîqesta li hemberî Sakîne Cansiz ferman jê re hatiye dayîn. Tevî ku hemû belge û agahî Enqereyê nîşan dide jî li eniya Tirkiyeyê mukurhatin û astengî bi hev re dimeşin. Partiya li desthilatdariyê AKP û serkêşê wê Recep Tayyîp Erdogan ji komkujiya Parîsê hevkarê xwe yê berê Cemaeta Gulen ku weke ‘rêxistinbûna paralel’ pênase dike, sûcdar kiribû.

Naxwazin agahî aşkera bibin

Dozgerê Fransayê hem li ber deriyê îstixbarata welatê xwe hem jî li ber deriyê îstixbarata Tirkiyeyê disekinî, lê her du servîsên îstixbaratê jî nedixwest agahiyên li ser tetikêş aşkera bikin. Di tîrmeha 2015’an de dozgeriya Parîsê xwest Omer Guney li dadgeha cezayê giran bê darizandin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) dozgerên ku lêpirsînê dimeşînin biguman in ku  MÎT’a tirk, komkujiya li Parîsê tehrîk kiriye yan jî tev li karê amadekariya komkujiyê bûye.

Rojnameya Le Mondê

Dozgeriya Parîsê gilînameya xwe ya dawî di 9’ê tîrmeha 2015’an de da. Li gorî rojnameya Le Mondê dozger xwest bersûcê komkujiyê Omer Guney radestî dadgeha cezayê giran bê kirin. Rojnameya Le Mondê xwe gihand kopyayeke gilînameya ji 70 rûpelan zêde pêk dihat. Di wê gilînameyê de edaleta Fransayê dibêje ku rêxistina îstixbaratê ya tirk dibe ku tev li vê cînayeta siyasî ya li Fransayê bûye. Di lêpirsînê de bal tê kişandin ser cihêtiya di navbera dewleta kûr de û li ser îhtimala ‘darbeyeke komên muxalefetê yên dijberê pêvajoya aştiyê’ jî radiweste. Dozgerî di gilînameya xwe de dibêje, “Gelek unsûrên di prosedurê de gumanan diafirînin, ku MÎT tev li cînayetê û amadekirina cînayetê bûye hene.”

Li gorî gilînameyê Omer Guney dema hat girtin, xwest ku agahî ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Parîsê re bê dayîn. Ev yek jî rewşeke ku gumanan zêde dike ye. Parêzerê malbatên sê şoreşgerên jin ên kurd ên hatin qetilkirin Antoîne Comte got, “Meqamên edlî, cara yekê ye di cînayeteke siyasî de dewleteke biyanî ew çend bi awayekî vekirî nîşan dide û helwestê diyar dike, lê desthilatdariya siyasî hîn der barê vê dozê de daxuyanî nedaye.”

Her çû hûrgilî zêdetir bûn

Der barê komkujiya Parîsê de di nîsana 2016’an de hin detayên din jî derketin holê. Bi qeyda deng û belgeyan derket holê ku kujerê sê şoreşgerên kurd Omer Guney ajanê MÎT’ê ye û bi belgeya bi mora Halûk Ozcan ve feramana sûîqestê wergirtiye. Piştî van hûrgiliyan û birêveçûna dosyeya komkujiyê dadgeriya Parîsê biryar da ku doz di navbera 5 û 16’ê kanûna 2016’an de pêk were, lê belê di 27’ê hezîranê de rewşeke cuda derket holê. Li gorî nûçeya nûçegihana Yenî Ozgur Polîtîkayê Selma Akkaya, heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Taybet, ji parêzeran re ragihandiye ku doz hatiye taloqkirin. Biryara vê taloqê ji parêzeran re jî neahtibû ragihandin. Li ser îtiraza parêzaran heyeta dadgehê bersiva ‘em ne mecbûr in daxuyaniyê bidin we’ dabû.

Mirina kujer a biguman

Doz di 23’yê çileyê de dest pê kir û heta 24’ê sibata 2017’an dê bidomiya. Di demeke de ku kurdistaniyan xwe ji bo tevlîbûna dozê amade dikir di ajansên cîhanî de di 17’ê kanûna 2016’an de nûçeyek lezgîn hat belavkirin. Di nûçeyê de dihat gotin ku bersûcê komkujiya Parîsê Omer Guney li girtîgehê miriye. Parêzerê Guney îdia dikir ku ji ber enfeksiyonê miriye lê parêzerên malbatan ji vê yekê bawer nekir. Parêzerê malbatên her sê jinên şoreşger Antoîne Comte ji malpera Orîent XXI re axivî û got, “Mirina Omer Guney, ji bilî me bi kêrî her kesî tê.”

Comte: Tirkiye ferman da

Comte da xuyakirin ku mirina Omer Guney bi kêrî dewletên tirk û Fransayê tê û got: “Di nav doseayê de gelek agahî û belge hene ku nîşan didin, Tirkiyeyê fermana komkujiyê daye. Ev mirov li ku dibin bila bibin, divê bersivê bidin edaleta Fransayê. Navê kesên tev li bûyerê bûne li ber destê me ne. Dozgeriya Fransayê bi rengekî vekirî, servîsên îstixbarata tirk sûcdar kir. Di mijara cînayetên siyasî de cara yekemîn dewlet weke berpirsiyarê cînayetê hat nîşandan.” Comte her wiha got, “Belê Omer Guney mir, lê belê divê ev yek were fêmkirin. Di nav dosyeyê de şirîkên vî sûcî û di asta siyasî de yên ferman dane hene.” Parêzer Sylvîe Boîtel jî li ser kar û barên xwe yên ji niha û pê ve got, “Em ê îtirazeke nû bikin ji bo lêpirsîn ji nû ve bê vekirin û dadgerekî nû yê lêpirsînê bê wezîfedarkirin.”

Rewşa dawî

Malbatên her sê şoreşgerên di komkujiya Parîsê de hatibûn qetilkirin piştî vê bûyerê di sibata 2017’an de li dozgeriya Parîsê giliyeke din kirin. Wan xwest ku her çend tetikêş miribe jî di dozê de kesên fermana komkujiyê dane aşkera ne û daxwaza darizandina wan kirin. Piştî malbatan li dozgeriyê gilî kir di nîsana 2017’an de dozgeriya Parîsê biryar da ku lêpirsîna vê komkujiyê ji nû ve dest pê bike.

Ji bo lêpirsîn ji nû ve bê nirxandin, dozgerekî antî-terorê hat wezîfedarkirin. Parêzer Jean-Louis Malterre di 15’ê gulana 2019’an de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin û wê ji niha û pê ve li rola îstîxbarata tirk bê pirsîn.

Li gel di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn jî Kurdistaniyan bi helwesta xwe diyar kir ku wê nehêlin ser vê dozê were girtin. Bi saya têkoşîna wan ev dosye hêj nehatiye girtin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê