Rojnameya Heftane

Hêvî

Hêvî wek xeyaletek li ber derîzanka giyanê mirov, timî li benda şilûkîna hundir, li derfetekê, li rê û rêçekê digere. Bi taybetî jî dawiya salan, ber bi rûpelên dawî yên salê dipere û tê û li derî dide; deriyê me, yan jî yê cîranên me, deriyê dilê me, deriyê hişê me. Xilasbûn jê tune, bivê nevê em ê bertekekê nîşan bidin, çi bi rûyeke geş û bi camêrî û çi jî madtirş û bi fikar.

Mirov ji hêviyê xilas nabe. Sîsîpus bi hezar salan hêvî kaş kire jor, ta girika çiyê, lûtka çiyayê pîroz. Belkî xwestibe wê ji çiyayê bilind bigindirîne xwarê da ku hûr bi hûrî bike. Sîmir hêvî kir qûtê teyran, pariyên wan bi hêviyê dagirt û ew xistin rêya hat û nehatê. Xwest ku bila hêvî di çîldanka teyran de bimehe û jê tişt nemîne. Hêvî ji me venabe. Di nav qutiya pandorayê de, ew qutiya wek bîrdank û dildanka mirovahiyê, maye û naçe. Çi cara ku mirov bi hîsa aramiyê, bi halxweşiya madî li cihê xwe kerr dibe, an jî bi hîsa têkçûnê êdî nikare bilive, gavişkî hêvî wî/wê vediciniqîne. Dîsa hêvî wek dostê berê yê nerihet banga serpêhatiyê dike û bi dahola xwe li paniyên pê me dide. Helecanekê dixe çokên me.

Her çi hêvî ji me veneqete jî, wek benûşt bi qedera me ve girêdayî be jî, helwesta me ya dema rasthatinê wekî hev nîne. Hêvî wek peyv, wek gotin carinan dibe rûçik li ser rûyê me û daxwaza çi gotinê bi me çênake, hema bêdengî. Car hene jî hêvî ji me re hema lêvbadan e, em xwe nagirin behsa wê bikin, qîmeta peyvekê nadinê. Gelo çi tiştê hêvî xirab kiribe, hêvî herimandibe li ber çavê me. Dibe sûcdar gotin be, gotina li ser zimanê sor, gotina bi şiklê xeberên req, gotina tijî hemaseta tehl û gotina wek klîşeyên genî û tev tiştên din ên kirêt.

- Advertisement -

Gunehê gotinê çi be jî, hebe jî, tunebe jî, tişta hêviyê dixemilîne û tişta ku mirov herî zêde nêzîkî hêviyê dike gotin e. Hêvî çawa tim li ber firsenda ketina hundirê dil û giyanê mirov be, mirov jî wisa bi gotinê, bi barê peyvan, bi mifteya hevokan xwe bi hêviyê diceribîne.

Wa ye terîfa Arîsto: “Hêvî xewna li ser piyan e.” Xewna şevê ba, hingê kêşe nedibû, wek pêlîstokek ji bo binhişê me, wek dîmeneke kurt ku giyanê me pê sebra xwe dianî, lê mirov di halê hişyar de, jiyanê wek xewnek bibîne û bi vê xewnê şa bibe li nîveka mirovên hişyar bes ne di xewnê de, di nîveka mirovên ku heya qirika xwe di nav rasteqîniyê de çik bûne, cûmî nav berjewendiyên rip û rast bûne.

Leonard Cohen rêya veşartî ya hêviyê dîtiye. Mêrikê şareza pê zaniye ku hema şeqek ziravîçk jî bes e ji bo hêviyê: “Di her tiştî de şeqek heye. Di wir re ronahî dikeve hundir.”

Mirovahî her çiqas qîmeta paşerojê bizane û wê tim bi hesta nostalgia bi bîr bîne jî, cihê hêviyê, an ku cihê pêşerojê reng e ku li serê jor e. Binêrin John Guare berawirdineke çawa bê hevseng dike:  “Misqalek siberoj bi têra xezîneya rabirdû dike.”

Mîzaha îngilîzan dîsa li ser kar e û bi xwarin û vexwarinê, bi hedonîzmeke saf terîfa hêviyê dike Francis Bacon: “Hêvî taştêyeke xweş e, lê şîveke sar e.” Belkî jî dixwaze bibêje ku hêvî di dema hêvîkirî de biqîmet e. Hêviya dereng bi kêrî çi tê!

Oscar Wilde bi vê gotina xwe hêleke din a rastiya jiyana me û textê jor ê hêviyê dornîşan dike: “Em hemû di heman çelpaxê de ne, lê hinek ji me li stêrkan dinêrin.”

Xanî di vê malika jêr de bi şehdemarê hêviyê girtiye. Nakokiya nav hêviyê, dûrbûn û nêzikbûnê, hatin û çûnê, gihîştin û veqetînê jê re dixwîne:

“Hindî ku ji hîcrê bê qerarim

Ew çende ji te umîdewarim.”

Bila gotina dawî ji Pablo Neruda be. Bila ew gotin dubare li rûyê zulmkarên tirsonek bikeve. Bila wek sîleya şermê şûna xwe bibîne û dewsa xwe ya pênc-tilî çêbike li ser rûyên rezîlan: “Hûn hemû kulîlkan bibirin jî hûn nikarin hatina biharê gîro bikin.”