Rojnameya Heftane

Celîlê dikançî

Wexta meriv bi tena serê xwe bijî zehmet e. Eva çend sal in ez bi tena serê xwe dijîm. Di mala xwe de bi tena serê xwe dijîm, wekî din ez ne tenê me. Cînarên min wek malbata min her tim li cem min in. Ez xwe qet tenê nahesibînim. Tenê car caran dema pêlazimiya min çêdibe ez diçim dikana Celîl, şekir, çayê û hin tiştên din distînim, ew jî mehê carekê yan diçim û yan jî cînarên min ji min re distînin.

Lê heçî gava ez diçim dikana Celîl, ew destê xwe li hev dide, çavên wî ji berê zêdetir fireh dibin, li der û dora min diçe û tê, dibêje; ev demek dirêj e tu xuya nakî, nayê dikana min jî, ez bi serê bavê te û serê bavê xwe kim jî pir ketim heyra te. Min xwest ez hinek şekir û mekir, çayê mayê ji bo ku te bibînim werim mala te lê min ev wêrana dikanê tenê nehişt û ne hatim.

Tu baş î? Kesek te aciz nake ne wisa? Ger kesek te aciz bike ji min re bêje, ez ê te biparêzim. Piştî demekê min gotinên wî nebihîstin, ez ker û gêj bûm, hema li dora min diçe û tê. Min got; na heyran, kesek min aciz nake, çima min aciz bikin? Hemû jî der û cînarên min in.

- Advertisement -

Ka du kîlo şekir û çayekê bide min û buhayê wan çi ye bêje, li min dereng e ez ê herim. Min got û wî got, mesele dirêj kir, ez dixwazim şevekê bibim mêvanê te, dixwazim alîkariya te bikim, dixwazim û dixwazim. Min dî ez xwe jê xelas nakim, de baş e, sibe êvarê ware mala min.

Wî bi şabûna ji dikanê derket û careke din hat. Neyse mesele pir dirêj e û dirêj jî bû. Ez bi rê de fikirîm, gelo çawa xwe ji vî malmîratî xelas bikim? Min mesela xwe û Celîl ji cînaran re got. Sibetira din êvarê, derî lêket, min derî vekir, waye Celîlê me, her du destên wî tijî ne, bi kelecan kete hundirê malê, xwest ku bêje ‘wa ye ez tu li malê tenê ne’, dît ku hemû cînar bi malbatên xwe ve li mala min rûniştî ne. Hemûyan bi hev re got, Celîl keremke were aliyê jorîn rûnê.

Celîl li min û cînaran nihêrî, rengek hat û yek çû li ser rûyê wî, got; min got qey tu tenê yî, te bigota cînar û hemû gundiyên me hatine, ez ê rojeke din bihatama serdana te.

Peeee, cînaran got; na heyran her roj em di nav hev de ne, deriyê me vekirî ne, dema te xwest tu jî were.

Celîl got; erê, heke dema min çêbû ez ê werim serdana we û qet xatir ji me nexwest û çû. Careke din me Celîl nedît, wê şevê dikana xwe digire û diçe, em hê jî nizanin Celîlê dikançî bi ku de çû, lê em dizanin ji şerman re nikarîbû êdî di nav gund de dikançîtiyê bike.