26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daraza tirk dibe mijara pêkenokan

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxandin. Gunay biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo berdana hevserokê dîlgirtî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û bal kişand ser qebûlkirina îdîanameya “Lêpirsîna Kobanê” ku Demîrtaş, Yuksedag jî di nav de ne, li dijî 108 siyasetmedarên kurd hat amadekirin.

Gunay got; “Ev îdianame nîşan dide ku dadgerî çawa ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatiye têkbirin. Îdîanameya di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatiye amadekirin, encax bibe qapaxê kovarên pêkenokan ”

Gunay diyar kir ku ev îdianame bêçaretiya desthilatdariyê jî radixe ber çavan û wiha got: “Heta yên vê bêhiqûqiyê dikin derkevin pêşberî mirovahiyê û hesabê sûcên xwe bidin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Partiya me li hemberî êrîşan gav paşve navêje, berevajî bêhtir derbê li tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixe.” ENQERE