spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK û sala 2020’î

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li başûrê Kurdistanê sala 2020’î mijara herî sereke û germ bûyera li Zînî Wertê bû. Çekdarên PDK’ê di nav salê de li Zînî Wertê, Garê, Çemankê û Zergelê êrîş birin ser çeperên gêrîlayan. Dewleta tirk ji destpêka salê ve bi destûra hukûmeta Iraqê bi balafiran deverên başûrê Kurdistanê topbaran kirin. Rêveberiya hukûmeta Kurdistanê jî li şûna nerazîbûnên xwe nîşanî van êrîşan bide, bang li PKK’ê kir ku Başûr terk bike. Kampa penebaran a Mexmûrê jî îsal di hedefa dewleta tirk û PDK’ê de bû.

Gelê kurd ê hejar ku bi keda dehan salan li başûrê Kurdistanê statuyekê bi dest xistiye, ev beşê welat ji ber polîtîkayên şaş û qirêj ên PDK’ê ku bi dewleta tirk re hevkarî kir, sala 2020’î bi alozî û qeyranan derbas bû.

PDK’a ku xwe da kêleka polîtîkayên dewleta tirk wisa lê anî ku dagirkeriya tirk li ser axa başûrê welêt hê kûrtir bû. Mêtingerî û kedxwariya di milê aborî de jî zêdetir bû, qirkirina çandî û asîmîlasyon kûrtir bû. Êrîşên dagirkeriya tirk ku di 2017’an de li dijî Xakûrkê dest pê kiribû vê salê jî domiya.

Dewleta tirk êrîşên xwe yên ji sala 2019’an ve li dijî herêmên Mêrgesor, Soran û Çomanê temamiya salê domand. Bi dehan caran ev qad bi balafiran hatin bombebarankirin. Di 26’ê sibatê de Xelîl Sîdaniyê ji gundê sîdan di êrîşa hewayî de hat qetilkirin.

Di 26’ê nîsanê de dewleta tirk bi balafiran li gundên Xakûrkê xist. Di êrîşan de du kurdên ji Rojhilat ên li mêvandariyê bûn Faxir Tazeward û Reşîd Mîroyî jiyana xwe ji dest dan.

Di 30’yê gulanê de li nahiyeya Dêralukê ku bi ser Amediyê ve ye, dewleta tirk bi balafiran Seyid Celal Nûreddin û kurê wî Ahmed Seyid Celal ên giya didirûtin qetil kirin. PDK’a ku ji van êrîşan hemûyan re çavê xwe girt û bêndeg ma, bi daxuyaniyên xwe hebûna PKK’ê ya li başûrê welêt weke sedem nîşan da.

PDK çawa ku êrîşên dewleta tirk parastin û xwest wan rewa bike, li aliyê din ew bi xwe jî bû parçeya konsepta dorpêçkirin û êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê.

PDK çawa bû estrumanek ku di provakasyona Zînî Wertê de careke din derket holê. Zînî Wertê herêma Qendîl û Karoxê bi Hewlêr û Silêmaniyê ve girê dide. PDK hêzên xwe yên taybet şandin wê derê. 3 gerîlayên ku çûn meseleyê bi PDK’ê re çareser bikin jî piştî vegeriyan PDK’ê koordînat da dewleta tirk û dewleta tirk bi balafiran ev her sê gerîla şehîd kirin. KCK’ê hêzşandina PDK’ê ji bo Zinî Wertê weke konsepta tasfiyeyê ya Amerîka, dewleta tirk û PDK’ê bi hev re li dijî Tevgera Azadiyê çêkirine pênase kir û bang li PDK’ê kir ku dev ji vê yekê berde.

Di vê pêvajoya provokasyona PDK’ê de derket holê ku serkirdeyên PDK’ê bi MÎT’a tirk re hevdîtinan kirine. Di navbera 17-22’ê nîsanê de li Navenda Perwerdeya Pêşmergeyan a li Bapiştiyanê ku bi ser Diyanayê ve ye MÎT’a tirk û PDK bi parastina hêzên Helgurd ku ew jî yên PDK’ê ne, hin hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de biryar hat dayîn ku konsepta tasfiyeyê ya sala par a li dijî Tevgera Azadiyê îsal jî bi biryardarî bidomin.

Hema piştî vê hevdîtinê dewleta tirk ji deriyê Xabûrê hêzeke taybet a ji 320 kesan pêk dihat şand Duhokê. Li gorî planê gava yekemîn wê nuqteyên stratejîk ên Garê, Barzan û Qendîlê ku gerîla ji bo çûn û hatinê bi kar tîne bihatana girtin. Ev hevkariya li dijî temamiya kurdan li Başûr rastî nerazîbûnan hat. 670 rewşenbîr û siyasetmedar, hunermend û akademîsyen li dijî vê hevkarî û êrîşê helwest nîşan da. Dewleta tirk ku xwe spart desteka PDK’ê êrîşên xwe yên li dijî başûrê welêt dijwartirk kirin.

Balafirên rejîma tirk di 15’ê hezîranê de êrîşî Mexmûrê kir. Di êrîşên 40 deqeyî domkirin de, 3 jinên kurd jiyana xwe ji dest dan. Heman rojê êrîş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şingalê jî pêk hatin. Di êrîşan de 3 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn.

Dewleta dagirker di 16’ê hezîranê de îcar li hemberî heftanînê bi piştevaniya PDK’ê dest bi tevgereke nû ya dagirkeriyê kir. Tifaqa qirêj a di navbera PDK’ê û dewleta tirk de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê piştî êrîşa li dijî Heftanînê mehên dawî jî dewam kir.

Rêveberiya Başûr bi hinceta Mazlûm Dag û Abdurrahman Er rêveberekî MÎT’ê kuştine, di 22’yê îlonê de cezayê darvekirinê ku dabûn wan, erê kir. Tevî kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî biryarê jî dan, PDK’ê biryar paşve nekişand.

PDK’ê piştî 25’ê cotmehê weke gava duyemîn a dorpêçê îcar hêzên xwe yên taybet şandin herêma Garê. Di encama vê tifaqa qirêj de PDK’ê hêzên xwe yên taybet 4’ê mijdarê ajotin ser nuqteyên gerîlayan ên li dora nahiyeya Çemankê. Gerîla bi çekan bersiv neda vê êrîşê, lê ji bo hişyariyê mudaxaleyî wesayîtên zirxî kir.

Qadeke din a PDK’ê hêzên xwe yên taybet rê kirin jî Şingal bû. PDK’a ku di Fermana 3’yê Tebaxê de êzidî ji DAIŞ’ê re hêlan û reviya, di 9’ê cotmehê de bi hukûmeta Bexdayê re peymaneke ku îradeya Şingalê binpê dike girêda. Meclisa Xweseriya Demoratîk a Şingalê li hemberî biryarê di 30’yê mijdarê de bi awayekî awarte li hev civiya. Piştî civînê ji bo ev peyman were pûçkirin, biryara berxwedanê hat dayîn. Ji ber berxwedana şingaliyan hukûmeta Bexdayê li xwe mikur hat û wê jî got ku li Şingalê gerîlayên PKK’ê tune ne.

Serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 16’ê kanûnê de îdia kir ku di çarçova peymanê de hê jî hin hêz hene ku ji Şingalê divê werin derxistin. Barzanî bi van daxuyaniyan YBŞ û YJŞ kir hedef. Daxuyanî beriya serdana serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ji bo Enqereyê hat kirin. Kazimî di 17’ê kanûnê de bi Erdogan re hevdîtinek kir. Ji roja her du ciwanên kurd li Başûr hatine girtin kampa penaberan a Mexmûrê jî ji aliyê PDK’ê ve di bin amborgoyek mezin de ye. Di nav salê de ambargo bi giranî dewam kir. Erdogan ji Mesrûr xwest ku peymaneke weke ya Şingalê ji bo mexmûrê jî deynin.

Li aliyê din PDK ne tenê di milê eskerî de, di milê aborî de jî başûrê Kurdistanê pêşkêşî rejîma faşîst a tirk AKP-MHP’ê kir. Rejîma tirk jî weke mêtingeheke li Afrîkayê dewlemendiya başûrê welêt ji bo xwe dizîn, talan kirin û şêlandin. PDK ji bo ku xwe li ser postê desthilatê bigire ji nifûsa 6 milyonî ya Başûr tam 1 milyon û 600 hezar kes meaş ji bo wan girêda.

Ji ber ku serkirdeyên PDK’ê bixwe li gel pêşkêşkirina dewlemendiyan, gendelî kirin nekarîn meaşên karker û karmendan jî bidin. Ji ber vê di nav salê de li gelek bajarên Başûr xwepêşandan hatin kirin. Di van xwepêşandanan de, gelek ciwanên kurd jiyana xwe ji dast dan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê