3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Geşedana dengê zarokan

Zarok bi giştî di yek saliya xwe de dest bi axaftinê dikin. Pêşî bi gix-biv dest pê dikin. Di meha pêncan de dev bi ken dibin û îşaret bala wan dikişîne. Di şeşmehiya xwe de êdî dengê yekkîte derdixin. Wek ma, ba, de, biv… Zarokên normal di yek saliya xwe de dikevin pêvajoya axaftina dengkîteyên dirêj. Di sê saliya xwe de hevokan saz dikin, lê hîn jî nikarin hinek dengan baş derînin. Di vî temenî de gelek asayî ye ku pirsgirêkên deng hebin. Ji ber ku organên wan ên axaftinê baş nestewîne. Wek masûlk, çene, ziman, diran, ziving…  Ji ber nestewîna van organên axaftinê zarokên biçûk nikarin hinek dengan derbixin. Bi taybetî dengên ku bi liva ziman û ji gewriyê bi şidî dertên, baş nikarin bi lêv bikin. Zarok nikarin û nizanin çawa ziman bitewînin û bilivînin, bi pêş û paş ve bibin û bînin û hema ew rasterast dipeyivin.

Bi taybetî nikarin dengên “r”, “k”, “t”, “g”, “y”, “z…” derînin an bi lêv bikin. Li gorî geşedana organên laşê her zarokî dikare cureyên bilêvkirina dengan werin guhertin.

Ji derî vê rewşa normal hinek sedemên din jî hene ku zarok nikarin bipeyivin. Wek otîzm, hişdarî û pirsgirêkên bihîstinê. Zaroka wiha divê bibin ser diktorê taybet. Ev cure arîşe ne mijara vê nivîsê ye.

Ez behsa zaroka normal dikim, a ku nikare hinek dengan rast bi lêv bike. Baş e dêûbav û mamoste ji bo van zarokên normal ku dengan şaş derdixin, dikarin çi bikin?

Berî her tiştî divê nekevin tatêlê, ango panîk nekin û zarokê di halê wê yê asan de bihêlin. Bi israr li ser dengê şaş ranewestin û her tim ew deng pê nedin rastkirin. Bi tenê zarok dema dengê şaş derdixe, dê û bav an mamoste divê bi dengê rast bersiva zarok bidin û nebêjin, “tu şaş dibêjî, rastî ev e.” Heke  tim ji zarok re bêjin, “tu şaş deng derdixî,” wê demê dikare li ser zarokê bandorekin neyînî bihêlin û derûniya zarok xerab bike.  Şaşiyeke din jî ev e ku carnan dê û bav qaşo ji zaroka xwe bêtir hez dikin, ew jî bi wî dengê xerabe bi zaroka xwe re dipeyivin. Ev şêwe jî nebaş e û divê dê û bav wiha nepeyivin. Dema ew wiha bipeyivin zarok jî  êdî naxwaze dengê orîjînal derbixe û proses dirêj dibe.

Li mal, li zarokxane û li dibistanê divê bi zimanê zarok henek neyê kirin. Pêwîst e mamoste pêş li şagirdên din bigire ku henekên xwe bi zarok nekin. Mamoste pêş lê negire pirsgirêk mezin dibe û dibe mobîng. Min di salên 1970’yî de li herêma Licê dest bi mamostetiyê kir. Du şagirdên min hebûn ku ew nikaribûn yek-du deng rast derbixin. Şagirdên din teqlîda wan dikir û ji wan re digotin “lalo”. Ez li şagirdên xwe gelek sû bûm û min vî navnûçikî li wan qedexe kir. Divê kes bi wan henekê xwe neke.

Piştî salên 1985’an yanî 15 sal bi şûn de dema min li Stockholmê dest bi mamostetiyê kir, min  dît ku ev pirsgirêk li wir çiqas girîng tê dîtin. Civat û mamoste şagirdên xwe wiha perwerde kirine ku kes bi wan zarokan henek nake, gelek normal dibînin û heta şagirdên din ji wan re dibin alîkar. Li welatê pêşketî li her dibistanê mamoste û pisporên taybet hene û di nav livdanekê de ne ku pirsgirêkan çareser bikin. Hezar mixabin li welatên paşvemayî îro jî metodên premîtîv bi kar tînin, encamên xerab û neyînî li ser zarokan dihêlin. Wek mînak pênûs an kevçî dikin devê zarok û bi saetan heman dengî pê didin dubarekirin, zaroka biçûk telaqreşo dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê