3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çûka biçûk Tûrqê

Stran û muzîka kurdî xwedî aheng, melodî û taybetmendiyên cihê ye. Li ser her diyarde, zindî, xweşî û nexweşî, mirin û jiyan, zilm û zorê, jinê û tiştên bi serê wê de bihuriye, bi rengekî xweş hatiye bilêvkirin û gotin. Her bûyer û rewşa hatî jiyîn, li gor dem û çaxa tê de bi rengê dengan tomar kiriye û ji serdemekê ber bi serdemeke din ve herikandiye.

Lê belê tişteke din jî ku pir xweş bi lêv kiriye û di nav hevsengiyekê de pêre jiyaye, bi hemû taybetmendiyên wê aniye ziman jî xweza ye. Di stran û muzîka kurdî de (di zaravayên cihê yên kurdî de) xweza bi awayê herî xweş, bedew û di nav hevsengiyê de hatiye bilêvkirin. Bi hostayî her xweşikahî, deng û rengê ji xwezayê bi rêya dengan hatiye resmandin. A rast dengbûna rehik û reng ji xweşikahiyên ji dilê xwezayê qut dibin û diherikin. Her wiha nêzîkatiyek rast a ji xwezayê re, dîsa baldariya wê û girêdana bi dayikê re jî mirov dikare di gelek stranên kurdî de bibîne.

Muzîka Tûrqê jî yek ji wan stranan e ku mirov dikare li vir mînak bide: Muzîka Tûrqê yek ji muzîka dilniya ye, bi nav û deng û pir tê hezkirin. Ev muzîk a kurdên bakurê Xorasanê ye û ji aliyê wan ve hatiye xwendin.

Çîroka çûka biçûk Tûrqê dûr û dirêj e, ji bo wê jî em ê hewl bidin bi gotinên xweş, bijare û bikêrhatî vê çîrokê ji we re di nav deryaya hestan de bihûnin.

Tûrqê çûkek biçûk e ku di nav zeviyên genim ên bakurê Xorasanê de jiyaye. Ev çûk piştî ku hêkên wê dişikên û dûvre demdirêj li çêlikên xwe dinêre şûnde, firînê hînê wan dike û ev stran jî li ser kêliya ku çûk firînê hînê çêlikên xwe dike, hatiye gotin. Çûk di ezmûna xwe ya ewil a firînê de difirin, kêliyek kêm di asîman de dimînin û dûvre dikevin erdê, lê di ceribandineke din de kêmekê bi bask dibe, di dawiyê de careke din diceribîne û bi yek carê difire. Bi vê firînê re ew ê ji bo heta hetayê ji maka xwe qut bibe.

Jixwe destpêka muzîkê bi ketina çêlikan re hevrêz e, bi perîna wan re jî digihê lûtkeyê. Ev muzîk li cihekî bilind dibe ku êdî çêlik di ceribandina xwe ya dawî de bi per û bask dibe û beriya bifire ji maka xwe xatir dixwaze. Aliyekî vê stranê kêyfxweşiya firîn û serketina çûkekê radigihîne, aliyê din jî dixwaze xema makekê ku wê ji bo heta hetayê ji çêlikên xwe dûr bikeve radigihîne.

Her wiha gelek şîroveyên mîstîk ên vê muzîkê jî hatine pêşkêşkirin. Jixwe tê gotin ji bo kesên muzîkzan ên bakurê Xorasanê, Tûrqê çûka herî hezkirî ye. Ev çûka bextewar a ku dixwaze serdena cemalê yar bike, gelek tiştan û li ser gelek êşan hezar û yek navên xwedawendî fêr dibe û hînkirinên epîstemolojîk bi kar tîne, heyanî welatê hevalê xwe difire û dibe dîdarek ji cemalê yar.

Li gor hin lêkolînan jî, di hin baweriyên din de, Tûrqê wek balinde hatiye pênasekirin ku di qesra Silêman pêxember de amade bûye û ji rehmeta Silêman sûd wergirtiye. Ev balinde ji her demekê zêdetir evîndar û hesreta dîtina yarê bûye.

Tê gotin Silêman bi wî fêr dike ku ji bo gihiştina yarê lazim e tune bibe û divê ji sifirê dest pê bike. Yanî xwe ji nû de bixuliqîne. Tûrqê jî bi bal û bask dibe, baskên xwe digihîne hev û bi her vekirina baskên xwe re navek ji xwedawend tîne ziman, ev firîn jî heya gihandin û dîtina cemalê rêheval wê bidome, lê di kêliya bigihe nûraniya cemal, di gotina hezar û yekemîn nav de disekine û dikeve. Ev hewldan gelek caran didome, heya ku di her firînê de perek ji pelên wî diweşin. Ev yek ew çend didome ku êdî perek ji bo ku Tûrqê pê bifire, nemîne.

Hevsengiya xweş, melodî û aliyê vê çîroka mîstîk ku bi hunera muzîkjenên bikêrhatî re dibe yek, dihêle ku muzîkek wiha xweş pêk bê. Bi aliyê xwe yê efsûnî û mîstîk nepenîtiyekê dide muzîkê, dihêle ku mirov li pey vê ahengê biherike. Ewqas biherike heya ku mirov jî bigihe ew raza di nav vê ahenga gerdûnê de veşartî ye.

Helbet girîng e ku mirov bibêje; muzîka Tûrqê yek ji çend stranên herêma bakurê Xorasanê ye ku bêgotin e, tenê muzîk e. Her wiha ev muzîk bi dutar û amûra bi navê Qoşmê tê lêdan.

Lînka stranê:

https://www.aparat.com/v/B5pf1

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê