26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lênûskên winda!

Demek berê “lênûskên winda” wekî îşaretekê ketibû bîra min, çi dinivîsand xwe tê de dida der lê lênûskên min winda nebûn. Niha çar lênûskên min bi rastî jî winda ne. Hezar mixabin, çar lênûskên min ên helbestan, ji hêla Gestapoyên TEM’ê ve hatin desteserkirin û niha di îşkencexaneyên dagirker û asîmîlasyonîst de dizarin!

Dengê her risteyê tê guhên min. Kurdî ne, dildar in, rûpak in, kulîlk in, can in, stêrk in! Sozdar im ku wan ji wir rizgar bikim. Carna dibêjim, berxwedan û serberziya li hemberî dewletê êdî ne tenê karê partî û rêxistinê ye. Em hemû kes jî wekî kirde muxatabên berxwedan û serberziya li hemberî faşîzmê ne. Ev Doz êdî ya kesanî ye jî; bê nasnameyên me yên dîrokî û rêxistinî jî dişixule ev doz û li gel wan jî dişuxule. Ango her kes kirde ye divê meseleyê de, her kes gere heyfa xwe nehêle wekî ku anarşîst dibêjin; “Civaka ku bûye kesanî” ye. Jixwe ku kes bibin kirde, civak hingê dibin “civak”, an na ferqa hebûnê, ji ya garanên bê vîn û bê kirde yan jî yek kirde namîne.

Niha di vê şeva zivistanê ya dûr de ez pir bêriya wan lênûskan dikim, her riste dizimzime li bîra min lê ne gengaz e ku wan ji ber bixwînim an jî ji nû ve binivîsînim. Lew helbest bûyerek firyar e; ne bi lêkolîn û qeydan pêk tê ne jî sînor nas dike. Wan lênûskên winda, wekî çarenûsa kurdan diêşin niha, li ber dilê naveroka xwe ya kurdî didin

Wekî ku ji min re dibêjin; “Te em nivîsandin lê nekarî, me biparêzî, xelas bikî.” Rast e jî. Mixabin em hemû ne wek hev bin jî tu kes ji me azad nîn e yan jî azadî heta digihîje ber tank û pêlavên wan, diqede û ev mesele ne tenê bi bindestbûna welat ve girêdayî ye. Mirovên xwedî dewlet jî ne azad in. Berê faşîzma tirk bi piranî li hemberî kurdan bû, ji bo ku em kurd “terorîst” dihatin dîtin jî xema kesê nebû lê niha tank gihîştine ber derê her kesê û polîs li hemû deriyan dixin, dişkînin. Êdî faşîzm li her derê ye. Her çiqas ku zanîn û helwestek dijwar dernekeve jî her kes hîs dike ku tu ewlekarî û mîsogeriya wê/î tune ye û ev yek, bi eynî awayî nebe jî; li hemû dinyayê jî heye. Yanî azadî çiqas diçe dûrtir, qelstir û nepêkantir dibe. Loma jî li gorî min têgîna “azadiyê” jî giyan û naveroka xwe diguherîne, gere biguherîne jî. Mînak; êdî azadî ne bi xwedîbûna dewletê ne bi mezinbûn û xurtbûna rêxistin û organîzasyonan e; her kes vê dibîne. Bê bihevrebûn û armancbûnê nabe lê wekî berê meseleyek wisa hêsan nîn e.

Welhasil digel vê jî em ji hev cuda ne û ya ku lênûska wê winda ye ez im, ne hûn! Ya ku di lênûskên wenda de helbestên kurdî yên ku niha zarîna wan diçe asîman nivîsandiye û nekarî biparêze ez im, ne hûn, lê dîsa jî soz didim zimanê me û helbestê dê ew helbest rizgar bibin! Niha ji rika gestapoyan ve bi çend risteyên kurdî, silav didim bêkesiya lênûskên xwe: “Simbila genimê bû zevî/ lê xewa te neket çavên min/her û her şiyar man”

Lênûskên desteserkirî wekî gustîlek ku ji destê dawî ketibe binê bîrek bêbînî, dizimzimin di dilê min de. Li zora min diçe her tişt wekî çawa ku dema biraziya min a hêja Elend ji neçariyê diçe dibistana tirkî û pênoşî û serkeftinên xwe yên ewil bi tirkî dijî, li zora min diçe lew me ji zarokek wiha ku wekî çawan ji tirkî hat parastin û bi du zaravayî (kurmancî û dimilkî) mezin dibe re (û ji tevî yên wekî wê re) dibistanek jî amade nekir, ji me nehat! Tevî şer, berxwedan û şehadetên bêhempa jî hêj zarokên me bêdibistan in û em xwe nexapînin; ev sûc ê me ye! Lew neyar ji xwe neyar e.

Dizanim Elenda min asîmîle nabe lew dibistana girîngtir malbat e. Ger lênûskên min hebûna min ê niha ji we re ji wir helbestan binivîsanda lê niha tenê ev riste hene! “Stêrk şibakên asîman in/em nizanin di hundir de kî hene/tenê ronahiya şibakan dibe para me/em hev ji îsyana helbestan dinasin/li ser ewran/li bin keviran/helbest roniya stêrkan e/em wan tenê ji dûr ve dibînin/ji roniyên dûr/bi roniyên dûr hev dinasin/axîna helbestan û şîreşîra hespan/bi pey me dikeve/em hev ji helbestên bêxew nas dikin/dûr e her tişt/stêrk e/em hev ji bêxewiya helbestan/nas dikin/stêrk stêrk/li dûr diçirisin hes nizane kî û çi heye/li wê dûrahiya ebedî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê