Şemî, Hezîran 19, 2021

Trawmayên kurdan birînên civakî vekirine

Wek tê zanîn, xebatên bi kurdî û yên li ser zimanê kurdî di van salên dawiyê de her diçe zêdetir û mijar bi naverokên xurt berfirehtir dibin. Bi taybetî jî hejmara kovarên li ser sînema, avhewa, akademî, derûnnasî û hwd zêde dibin. Ev yek jî helbet ji bo zimanekî ku bi sedan sal in di bin êrîşan de ye, serkeftinek e. Em vê hefteyê bûn mêvanê kovara Psychology Kurdîyê. Edîtorên kovarê dibêjin ku armanca wan a yekemîn ew bû ku ew zimanê kurdî di qada zanista derûnnasiyê de bi kar bînin da ku dewlemendiya zimanê kurdî hîn bêhtir nîşan bidin.

Kovara Psychology Kurdî ji sala 2016’an heta niha weşana xwe didomîne. Hûn dikarin qala xebatên xwe yên pênc salan bikin?

Belê, rast e. Di îlona 2016’an de me dest bi xebatên xwe kir û ev pênc sal in em xebatên xwe didomînin. Me di destpêkê de bi dosyeya “zarok, şer û trawma” hejmara xwe ya yekem derxist û pişt re jî bi dosyeyên curbicur ên bi navên “dermankirina trawmayê”, “şîn û şûn”, “ziman û derûniya perwerdeyê”, “derûnnasiya civakî”, “made û bengîtiya madeyan”, “kesayetî”, “zarok û derûniya zarokan”, “jin û derûniya jinan”, “zayendî û civak” dom kir û herî dawî jî me bi dosyeya “koçberî û derûniya koçberiyê” hejmara xwe ya 11’an derxist. Em weke edîtoriyayê karên xwe bi rê ve dibin û ev edîtorya ji pênc kesan pêk tê. Sê kes ji me derûnnas in û du hevalên me jî mamosteyê edebiyatê ne û li ser zimanê kurdî mastera xwe  kirine û bi zimên mijûl dibin. Ji hejmara pêşî heya niha em xebatên xwe weke edîtoryayê bi rê ve dibin. Nirxandina nivîsan, diyarkirina navê dosyeyê, plansaziya naverokê û mijarên dîtir ji aliyê edîtoryayê ve tê kirin. Wexta ku me dest bi vî karî kir, yek ji armanca me ya sereke ew bû ku em zimanê kurdî di qada zanista derûnnasiyê de bi kar bînin da ku em dewlemendiya zimanê kurdî hîn bêhtir nîşan bidin. Em xebatên xwe bi vê hêzê dikin da ku em termînolojiyeke derûnnasiyê jî ava bikin. Bi her hejmarê re em hêdî hêdî digihîjin armanca xwe ku me nêt heye ferhengeke termên derûnnasiyê amade bikin.

Wexta ku em li kovarên kurdî dinêrin bi piranî li ser çand, huner, muzîk û hwd ne. Biryara çapkirina kovareke derûnnasiyê çawa derket?

Rast e piraniya kovaran di warê huner û zimên de ne. Jixwe mesele jî ev e; çima di qadên zanistên fenî û civakî de kovar nebin, qey ziman têrî van qadan nake yan em serê xwe pê naêşînin? Piştî wê ku me bi biryareke rast kovar derxist, me jî bêhtir fêm kir ku gelekî pêdivî bi xebatên wisa heye û ziman jî bi xwe re geş dikin ev xebat. Ji bilî vê çi derûnnas çi mamoste çi doktor hêmû bi wan mirovan re dixebitin ku bi kurdî diaxivin. Ger tu bi zimanê wan neaxivî tu dê çawa ya dilê wan fêm bikî û ji wan re bibî derman. Gelo ev hêmû bo derxistina kovarekê ne bes in?

Nivîsên kovarê bi giştî ji wergerên îngîlizî, tirkî pêk tên. Çima rasterast nivîsandina bi kurdî kêm e?

Mixabin di vê de xeletiyek heye. Gava li hêmû hejmaran bê nêrîn dê xuya bibe ku rêjeya wergerê li derdora 20-25% e. Ne tênê ji îngilîzî û tirkî ji rûsî, almanî jî werger hene, yên soranî jî werger in. Bi me ev hindik e û divê em zêdetir jî bikin. Werger ji bilî ku di nav di zimanan/çandan de pirek e, zimanê armanc jî bi pêş de dibe, dewlemendiya wî nîşan dide. Termên nû dikevin zimên û bi vî awayî her nivîskarê qadê mecbûr namîne ku gava dest bi gotarekê kir li hemû ferhengan binêre. Ji ber vê nexasim bo me wergera ji hêmû qadên zanistî gelekî girîng e. Hewce ye em vê jî bêjin ku dosye rêjeya wergerê diguherîne lewra di hin mijaran de pêdiviya bi wergerê zêdetir e.

Hûn di kovarê de ji mijarên zarokan bigirin heta zayendê, li ser gelek mijaran disekinin. Gelo hûn mijarên kovarê li gorî çi diyar dikin?

Em mijarên dosyeyê helbet li gorî hewcedariyên civakê diyar dikin. Bi her hejmarê û bi her dosyeyê em dixwazin ku civak jê sûd werbigire. Me behsa dosyeyên xwe kiribû jixwe. Wexta ku hûn li navên dosyeyan binêrin, hûn ê bibînin ku mijarên wan bi rastî jî çiqas bi civakê ve girêdayî ne û bi civakê re eleqedar in. Ji ber ku rewşeke awarte hebû û ya rastî ew rewş hê jî didome di dema koronayê de bo ku her kes xwe bigihînê ji bilî hejmarên me yên çapkirî me hejmareke taybet jî li ser “vîrûsa koronayê” bi awayê online amade kir da ku her kes jê sûd werbigire. Ji bilî mijara dosyeyê jixwe em cih didin nivîsên din ên der barê derûnnasiyê de jî. Em di her hejmarê de hewl didin ku cih bidin mijarên bingehîn ên derûnnasiyê û pirsgirêkên derûnî yên ku herî pir tên dîtîn.

Civakên Rojhilata Navîn bi taybetî jî civaka kurd civakên trawmatîk in. Trawmaya civakî jî yek ji wan trawmayan e ku di nav civakê de berbelav û bibandor e. Gelo hûn li Kurdistanê trawmaya civakî çawa dinirxînin?

Di trawmaya civakî de êdî bandora trawmayê ne  tenê takekesî ye, di vir de trawma berê xwe dide civakê û hemû civak trawmatîze dibe. Kurd jî yek ji wan netewan in ku trawmayên civakî dijîn. Ev trawmayên wan ne ji ber karesatên xwezayî ne. Ev trawmayên ku kurd dijîn, gelek caran ji ber karesatên bi destên mirovan in.  Ev rewşa ku pêk tê, ji bilî derûniya civakê tesîrê li hemû şert û mercên wan jî dike. Tesîrê li çanda wan dike, li rewşa wan a aborî dike, li siyaseta wan, nirxên wan, kevnoşopiya wan û hwd. Ev hestên tirs, xemgînî, bêhêvî, sûcdarî, bêçaretî, bixwenebawerî, tenêtî, hêrsê ku kurd dijîn hemû ji van trawmayan in. Ev birîneke civakî ye û hêj jî ev birîn nehatiye dermankirin. Hêj ew tirs heye ku wê bên qetilkirin, ji cihûwarên xwe bên derkirin, bên girtin. Mirov hê jî di talûkeyê de ne û xwe her tim di wê talûkeyê de hîs dikin. Rewşeke biewle tune ye û ya rast di qonaxeke wisa de jî tedawiya vê trawmayê zehmet e û wext digire. Divê em vê jî bibêjin, bandora trawmaya civakî li ser hemû mirovan heman tesîrê nake. Kesên ku rasterast bûbin şahidên rûdanan tesîra trawmayê bêhtir dibînin, bêhtir hîs dikin û dijîn. Beriya trawmayê û piştî trawmayê ew civak ne heman civak e, tê guherîn.

Ji salên 80’yî vir ve bûyerên civakî yên bûne sedema karesetên civakî didomin; kuştin, girtin, binçavkirin, bêhiqûqî, xerakirin û hwd. her hene. Dibe ku ev rewş bûbe sedema retrawmatîzasyonê. Gelo hûn wek kovarekê vê rewşê çawa dinirxînin?

Wexta ku em li dîroka kurdan dinêrin, em dibînin ku berî salên 80’yî jî gelek rûdanên trawmatîk hene ku hatine serê kurdan. Weke rûdanên Koçgîrî, Agirî, Dersim û Geliyê Zîlan.  Jixwe piştî van jî gelek rûdan qewimîne û hê jî diqewimin. Di rewşa retrawmatîzasyonê an ku jinûvetrawtîzasyonê de jî ev heye. Bi her rûdanê re birîna ku hêj nehatiye dermankirin, nehatiye jibîrkirin dîsa zirarê dibîne û mirov heman tiştî dubare dijîn. Mirin û windayî tiştên trawmatîk in. Ew hestên ku bi we didin hîskirin tu carî nayên jibîrkirin. Mirov tenê dikare bi tiştinan mijûl bibe û tedawiyekê bibîne da ku jiyana xwe heya astekê normalîze bike, lê wexta ku te hê mirina lawê xwe, keça xwe, bavê xwe an xizmekî xwe ji bîr nekiribe, tesîra wê hê li ser te hebe û mezelên wan piştre bên talankirin, windakirin tu wê rewşa ku pêşî jiyayî dubare dijiyî, hemû keda te ya te bi çi zehmetî ji bo ku hebekî normalîze bibe dabû ji holê radibe, tu tê yî seyra berê û tu dîsa trawmayekê dijiyî. Ev rewş bo kesên ku tên binçavkirin, tên girtin jî derbasdar e. Piştî ku tên berdan jî tesîra wê ya derûnî berdewam e. Ew tirs xwe di gelek tevgerên wan de nîşan dide. Jiyana wan nabe weke ya berê. Hewldanên wan yên bo başbûnê bi binçavkirineke din, girtineke din, tadeyeke din li ber avê diçin û dubare trawmatîze dibin. Zû hêrs dibin, zû vediceniqin, nikarin xweş razên û xwarinê bixwin, her tim ew tirs heye ku wê rûdan dîsa bê serê wan, bo dahatûya xwe nikarin plansaziyekê bikin, xwe di ewlehiyê de nabînin, baweriya wan a li hemberî mirovan qels dibe, bêhêvî dibin.

Hûn bi giştî rewşa kovarên kurdî û naverokên wan çawa dinirxînin?

Li ser vê rewşê mirov dikare çend gotinan bêje ku roj bi roj kovar li me zêde dibin û ev kêfxweşiyê dide me. Van salên dawî kovarên bihekem jî derdikevin û bo belavbûna çand, ziman, xebatên kurdî deriyekî ber bi dinyayê vedikin. Her wiha kovarên der barê muzîk, sinema, moda, magazînê de reng didin ziman û çanda me. Lêbele xwendina bi kurdî kêm e, divê em vê jî bînin zimên.

Tişteke hûn lê zêde bikin hebe, kerem bikin?

Ji  bo ku we ev derfet da me, em ji we û ji hemû kesan re spasiyên xwe pêşkêş dikin ku heta niha piştgiriya me kirine û dikin. Mala we ava.

Kovara Psychology Kurdî

Kovara Psychology Kurdî kovara yekemîn a bi kurdî ye li ser derûnnasiyê. Di sala 2016’an de dest bi weşana xwe kir û bi navê ‘Zarok, Şer û Trawma’yê hejmara xwe ya yekemîn derket pêşberî xwendevanan. 10 hejmarên kovarê di bin banê weşanxaneya JJ’ê de derketin, bi hejmara 11’an derbasî weşanxaneya Avestayê bû. Edîtoryaya wê ji pênc kesan pêk tê. Ji van pênc kesan, sê ji wan derûnnas, du ji wan jî mamosteyên edebiyatê ne.

Naveroka berê‘Ji rojnamegeran ditirsin’
Naveroka ya piştî vêHêvî