Friday, October 29, 2021

Komara Kurdistanê bû hêviya kurdan

Sala 1941’ê Yekitiya Sovyetan bakur û Îngilîstanê jî başûrê Îranê dagir kirin. Piştî dagirkirinê Riza Şah Pehlewî ji desthilatê ket û kurê wî Muhemmed Riza Pehlewî  ket cihê wî. Bi vî awayî serweriya desthilata navendî li ser Îranê nema.

Bi vê rewşê re derfetên mezin ji bo gelên din ên di bin desthilata navendî ya Îranê de çêbûn. Kurdên rojhilatê Kurdsitanê yên gelek caran serî hilda bûn, dest bi xebatan kirin da ku dikaribin desthilateke kurdî ava bikin û xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Zana û rewşenbîrên kurd, sala 1943’yan Komeley Jiyanewey Kurdistanê ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin. Ev komele dibe bingeha avakirina Komara Kurdistanê û di 22’yê Çileya 1946’an de bi piştgiriya Yekitiya Sovyetan li meydana Çarçiraya Mahabadê bi pêşengiya Qazî Muhemmed Komara Kurdsitanê hat ragihandin.

Sînorê erdnîgariya di bin desthilata Komara Kurdistanê de, ji Şînoyê heta nêzikî Saqizê bû û navanda wê Mahabad bû. Qazî Muhammed bû serokomarê Komara Kurdisatanê. Meclisa ji 30 parlamenteran pêk dihat hat avakirin û 13 wezaretên komarê hebûn.

Komara Kurdistanê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayê fermî nehat naskirin û tenê 11 mehan dikaribû li ber xwe bide. Yektiya Sovyetan a serê ewil destekê da komarê, bi şahtiya Îranê re li hev kir û Komara Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hat dagirkirin.

31’ê Adara 1947’an Qazî Muhammed û damezirînerên Komara Kurdistanê ji aliyê şahtiya Îranê ve li meydana Çarçirayê hatin bidarvekirin.

Her çiqas demeke kurt li ser piyan mabe jî, Komara Kurdistanê bû hêviyeke mezin ji bo kurdan. Kurd her sal, roja damezirandina Komara Kurdistanê pîroz dikin û hêvî û daxwazên xwe yên ji bo welatekî azad û yekgirtî  tînin ziman.