28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk êrîşî 40 deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Di nava 24 seatên borî de binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji alî dewleta tirk ve hate hedefgirtin û di nav de stasyonên av, petrol û elektrîkê 40 deverên cuda bi balafirên bê mirov hatin êrîşkirin

Dewleta tirk duh (Pêncşemê), êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di êrişên xwe de zêdetir navendên xizmetguzariyê kirin hedef. Di encama van êrişan de 6 welat û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 kesên din jî birîndar bûn.

-Balafira dewleta tirk mezreya Mişêrfe Himê ya li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê de bombebaran kir. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta tirk li ser rêya Mişêrfê- Hesekê erebeyeke sivîlan bombebaran kir di encamê de qurbanî çêbûn.

– stasyona Himê ya Hesekê gelek caran topbaran kir.

– 5 caran li dû hev derdora kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li rojavayê bajarê Hesekê bombebaran kir.

-Derdora saet di 11:30′an de gundê Tewîla yê rojavayê navçeya bombebaran kir.

-Balafira bê mirov nêzî stasyona avê ya li gundê Rikuba yê başûrê navçeya Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

-Stasyona elektrîkê (Bendava Xerbî) ya kehrebeyê dide beşeke mezin a bajar û gundên Hesekê kir hedef.

Kantona Qamişlo

-Dewleta Tirk derdora saet di 10:45′an de derdora bendava Çilaxa ya kantona Qamişloyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn.

-Derdora saet di 11:00′an de êrişî gundê Til Hebeşê (3 km dikeve başûrê navçeya Amûdê) kir û di encamê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

-Balafira bê mirov devera petrolê ya li nêzî gundê Gir Dahol ê dikeve başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

-Stasyona petrolê ya li gundê Al Qews ê navçeya Çilaxa bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk stasyona petrolê ya Seîda ya li gundewarê Tirbespiyê kir hedef.

-Stasyona petrolê ya Ziraba ya li navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

-Nêzî Hîzama bakur a bajarê Qamişloyê stasyona kehrebeyê  ya li taxa Cirnk û santrala stasyona li bakur bombebaran kirin.

-Dewleta tirk stasyona elktrîkê ya navçeya Amûdê bombebaran kir.

-Artêşa tirk bi balafira bê mirov a bi çek stasyona gazê ya Ewda ya li Tirbespiyê bombe kir.

– Gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê ya knatona Hesekê hate bombebarankirin.

-Gundê Dad Ebdal û bendeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Bobî, Esediye yên navçeya Zirganê hatin topbarankirin.

-Di nîvê şevê de, bi dehan herêmên stratejîk ji aliyê dewleta Tirk ve bi dijwarî hatin topbaran kirin. Avahiyên li li Hîzamê bakur ê Qamişloyê 2 caran hate bombebarankirin. Zeviyê gazê yê Ewde û deverek li nêzî gundê Aliyan û devereke din li rojhilatê navçeyê, ji aliyê balafirên şer ve bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Li Dêrikê stasyona kehrebeyê ya li gundê Teqil Beqil, stasyona kehrebeyê ya gundê Sê Gira Dero yê Girê Spî ji aliyê balafira şer a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin.

Li navçeya Çilaxa jî, stasyona Al Qews hat topbarankirin. Li Amûdê, dewleta Tirk a dagirker gundê Xirbê Xoy ê başûrê navçeyê, kargeha bûzê yê bajarokê Girbawî yê kantona Qamişloyê topbaran kirin.

Herêma Firatê

-Derdora saet di 12:31′an de balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta tirk li gundê Qesif ê başûrê rojavayê navçeya Sirîn ê başûrê bajarê Kobanê 3 bombe li cihekî tamîkirina erebeyan xist.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta tirk li gundê Xirab Îşkê (45 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kobanê) û li ser rêya M4 motorsîklêtek bombebaran kir û di encamê de 2 welatî şehîd bûn.

– saet di 15:10′an de bi çekên giran gundê Seyda yê dikeve bakurê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Efrîn û Şehba

-Balafira bê mirov a bi çek li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê 2 caran nuqteya hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir. Di encamê 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

-Artêşa Tirk gundê Zîwanê yê Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

-Artêşa tirk navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir.

-Gundên Meranaz, herêma di navbera gundên Dêr Cemal û Ziyaretê de yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji aliyê artêşa tirk ve hatin topbarankirin.

-Dewleta tirk gundên Meyase, Gundê Mezin, Kilotê, Hişr Soxanekê, Bênê yên navçeya Şêrawayê, gundên Merenaz, Şewarxe, Keştar ên navçeya Şera yan kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

-Balafirên şer ên dewleta Tirk şeva pêncşemê gundê Malikiye yê gundewarê Efrînê bombebaran kir.

Minbic

-Dewleta tirk saet di 00:17`an de gundên Hemam, Toxar, Hoşeriye, Ewn Dadat, Dendeniye û Seyade yên bakurê Minbicê topbaran kirin. Li gor agahiyên şehîd û birîndar hene.

Di encama topbaranê de û li gor daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şopandina nûçegihanên me, 6 welatî şehîd bûne, 12 jî birîndar bûne. Her wiha 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.