spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrîşên li ser Rojava bê anîn

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen diyar kir ku êrîşên dewleta tirk cihê fikaran e û xwest ku dawî li êrîşên li ser herêmê bê anîn û da xuyakirin ku di êrîşan de sivîl jî hedef tên girtin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr Pedersen bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî çalakiyên tundiyê yên li Sûriyeyê ku dema dawî zêde bûne daxuyaniyek weşand.

‘Tirkiye êrîşî cih û warê sivîlan dike’

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen bi bîr xist ku li gelek herêmên Sûriyeyê şer diqewime û işaret bi êrişên hewayî yên dewleta tirk kir ku li hemberî Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Pedersen got: “Agahiyên bi fikar ji me re tên ku li Bakurrojhilatê Sûriyeyê tundî zêde bûye” û diyar kir ku dewleta tirk êrîşî binesaziya sivîl dike ku dibe sedema mirina mirovan.

‘Divê dawî li êrîşan bê’

Pedersen diyar kir ku êrîşên jinûve destpê kirine li dijî biryarên Sûriyeyê yên bi hejmara 2254’an ên sala 2015’an ên Konseya Ewropayê ye û wiha got: “Ev şer di heman demê de li pêşiya têkoşîna li dijî terorîzmê astengî ye.”

Pedersen berpirsyariyên aliyan ên hiqûqa navneteweyî bi bîr xist û xwest ku dawî li êrîşên li herêmê bê anîn û xelkê herêmê bê parastin.