2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewreke nû vedibe

Li Rojhilata Navîn Rêber Apo ku ferdekî gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye dike ku bi paradîgmaya xwe dewrekê veke. Herî dawî li vê erdnîgariyê dewreke welê ji aliyê Keyakserê ku Newrozê kir diyariya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn hatibê vekirin.

Ez vê nivîsê di demekê de dinivîsim ku li seranserê cîhanê kurd tevî dostên xwe li qadan dewa azadiya Rêber Apo dikin. Di wan xwepêşandanan de kurd heqîqeta xwe datînin hole. Bi heqîqeta xwe re yekbûnê temsîl dikin. Di serdema kapîtalîzma bê rêhm de kurd vê heqîqetê bê fikar û tirs nîşan didin. Bedelên wê hemû didin ber çavên xwe û ji beyankirina heqîqeta xwe bi qasî serê derziyê gav bi paş ve navêjin.

Çaryek sedsal derbas bû. Lê dilsoziya kurdan bi Rêber Apo re weke guloka berfê her çû mezin bû. Bû şîpe û aşît û bi ser komplogeran re rijiya. Her ew dilsozî mezin bû. Kurdan hebûn û azadiya xwe bi Rêberê xwe re dîtin û wisa nas kirin. Îcar tişta ku komploger naxwazin fam bikin ev e. Ew wisa xwe bi cîhana madî û eşyayê ve girêdane ku hîkmeta vê dilsoziyê fam nakin. Helbet ew jî dizanin ku kurdan encax bi azadiya Rêberê xwe bikaribin derî li azadiya xwe vekin, lê tişta fam nakin ew e ku dilê bi milyonan kurdan û dilê Rêber Apo bi rîtm û frekansekê lê dide heta ji bo azadiyê çar gopal lê dide.

Ne wisa hêsan e ku di vê dinyaya ku bûye sifra guran 51 sal di oxira azadiyê bi serê derziyê rê vebikî. Ne wisa hêsan e ku ji tinebûnê neteweyekî serfiraz û bi rûmet çêbikî. Ji ber ku her ‘bûn’ di demê de belkî bibe ‘hebûn’ lê ‘çêbûn’ wisa hêsan nîne. Ked divê, xwîn û xwêdan divê. Xebat û lebat divê. Rêber Apo bi meşa ya xwe 51 salan a di oxira azadiyê de gelê kurd çêkir. Ev gelê ha li Rojhilata Navîn dewrekî dikin bigrin û dewra azadiyê ji bo xwe û gelên cîran re vekin.

Di salên 1980’yî de dema em diçûn dibistan li polan tablo, nexşe bi dîwaran re hûn. Di nava nexşeyan de yek bala min dikşan. Dem û qonaxên mirovahiyê nîşan dida. Helbet çîrok, çîroka serdestan bû; wan li gorî dilê xwe lê kiribû lê dîsa jî balkêş bû. Dewr bi şixulandina agir, bi nivîs, bi şixûlandina barût û çekê, bi Şoreşa Fransa dihatin vekirin û girtin. Niha em baştir îdraq dikin ku dem û dewran çawa dest pê dikin û bi dawî dibin. Em êdî lê serwext bûne ku kurd bi saya keda Rêber Apo û deh hezaran şehîdan dikin ku dewrekî vekin. Ji xwe ji lewma bi sanco û êş e. Ma ne her welidîn û zayîn bi êş e?

Tişta ku serdestên cîhanê fam nakin û bi çavên heqîqetê nabînin ev rastî ye. Dema wê zayînê hatiye. Ew bi hemû teknîka xwe, bi zanista xwe ya ku bûye dînê wan ê vî zemanî, bi artêşên xwe jî nikarin vê zayînê asteng bikin. Li Rojhilata Navîn Rêber Apo ku ferdekî gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye dike ku bi paradîgmaya xwe dewrekê veke. Herî dawî li vê erdnîgariyê dewreke welê ji aliyê Keyakserê ku Newrozê kir diyariya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn hatibê vekirin. Li dora wî agirî tevî kurdan hemû gelên bindestê împaratoriya Asûran bûn, bi hev re dîlana azadiyê gerandibûn. Piştî Keyakser kurd bi saya Rêber Apo xwe amade dikin ku di Newrozê de li dora agir bibin moz û zincîrên bindestiyê bişkînin  bikin toz.