spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Rojhilat bandora KDPÎ û Komelê kêm a PJAK’ê zêde dibe’

Endamê PJAK’ê Saber Mamedî diyar kir ku KDPÎ, Komele û PJAK di nav gel de xwedî rol in û wiha got: “KDPÎ û Komele herçiqas di nav gel de xwedî bandor bin jî ji ber ku niha li Başûr li kampan rûniştine bandora xwe ya heyî kêm kirine. Berovajiyê vê yekê PJAK li Rojhilat hêza şoreşgerî dîsa zindî kir.”

Hêzên navdewletî di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployekê ji Sûriyeyê derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî radestê Tirkiyeyê kirin. Abdullah Ocalan ji wê rojê ve li Girava Îmrali dîl tê girtin.

Bi girtina Abdullah Ocalan re gelek çalakî û kampanya hatin meşandin. Em der barê komploya navdewletî, bertekên ku li rojhilatê Kurdistanê pêş ketin bi endamê dîplomasiya PJAK’ê yê Ewropayê Saber Mamedî ku gelek salan di girtîgehên Îranê de dîl hatiye girtin re axivîn.

Wek tê zanîn bi avabûna netewdewletan kurd li ser axa xwe wek kêmnetew hatin dîtin. Li Îranê kurd di bin kîjan navî de li ber xwe dan û niha hizb ango partiya ku herî zêde hêz dide kurdên rojhilat kîjan e?

Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistana ku ji aliyê hişmediya netewdewletê ve hatiye parçekirin rastî gelek tundiyê hat. Rojhilatê Kurdistanê jî ji vê tundiyê bêpar nema. Li wir jî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku ne li gor pîvanên qanûnên cihanê ne tên meşandin.

Neteweya kurd herçiqas ji aliyê netewdewletan ve wek kêmnetew bê dîtin jî di rastiyê de ne kêmnetew e û bi nifûsa xwe ji gelek dewletan qelebalixtir e. Netewdewlet hewl didin gelên cuda di nav xwe de bihelînin. Li rojhilatê Kurdistanê li dijî vê yekê gelek serhildan pêk hatin. Ji bo mînak em dikarin serhildana Şêx Ebdulahê Nehrî, Simkoyê Şikakî û avakirina Komara Kurdistan bikin.  Herwiha kurdên Rojhilat bi awayeke aktîf di nav Serhildana Ararat de jî cih girtin û gelek bedel dan.

Piştî ev serhildan û şoreş têk çûn û Şoreşa Îranê di 1979’an de pêk hat kurdan xwe di bin navê Hizba Partiya Demokratîk a Kurdistan (KDPÎ) û Komeleyê de xwe birêxistin kirin. Kak Fûat Siltanî ku yek ji serokê Komeleyê bû ji bo gelê Rojhilat û hemû çepgirên Îranê sembolek e.

Niha li rojhilatê Kurdistan û Îranê KDPÎ, Komele û PKK di nav gel de xwedî rol in. KDPÎ û Komele herçiqas di nav gel de xwedî bandor bin jî ji ber ku niha li Başûr li kampan de rûniştine bandora xwe ya heyî kêm kirine, her wiha di nav xwe de bûne çend parçe. Berovajiyê vê yekê PJAK li Rojhilat wê hêza şoreşgerî dîsa zindî kir.

Malbata te ji berê de di nav têkoşîna kurdan de cih girtine. Nasîna malbata te û kurdên rojhilatê Kurdistanê bi PKK’ê û Abdullah Ocalan re çawa çêbû, di vê pêvajoyê de kurd bi kîjan zextan re rû bi rû man û hê jî dimînin?

Em wek Mamedî şaxek ji eşîreta Şikakî ne û me cihê xwe di hemû serhildanan de girtiye. Di şoreşa 1979’an de gelek ferdên malbata me di nav refên KDPÎ’yê de cih girtin û me 20-30 şehîd da. Heta demekî bandora Hizba Demokrat hebû. Dema em zarok bûn bi bîra min tê demekî bêdengiyek çêbû. Di salê 93,94’an de hatin çûnên hevala li aliyê Rojhilat de hebûn. Me rêxistinê nas kir. Bi bîra min tê hindik kitêbên Serok bi farsî hatibûn çapkirin li gel belav kirin. Xebateke aktîf li bajaran dest pê kir. Malabatên zarokên wan di nav te tevgera Apoyî de, li der dorê Rojhilat kom bûn. Ew malbat yên di nav refên Komele û KDPÎ de şehîd dabûn. Xwedî ket bûn. Wek malbat bandora wan jî ji her du partiyan kêm bûbû. Hatin di nav wê felsefe û îdeolojiyê de kar û xebatên xwe kirin. Rastî mirov dikare derbasbûna fikr û felsefeya Rêber Apo ji bo rojhilatê Kurdistanê wek jiyaneke nû binav bike. Gelê Rojhilat zêde bêbawer bûbû. Şoreşên Hizbên Rojhilat heta astekî sekinî bûn. Bi vê felsefê û îdeolojiya Rêber Apo gelê Rojhilat dîsa xwe bi rêxistin kir. Ji ber vê yekê dîlgirtina Serok Apo li rojhilatê Kurdistanê rastî gelek bertekan hat.

Li gelê Kurdistanê zext, zor û hemû hovîtî hatiye kirin. Rojhilatê Kurdistanê hinek taybetmendiyê wê hene. Di bin navê îslamê de zilmê li gelê kurd tê kirin û ev zilm jî biqanûn û yasayan tê parastin. Di yasayên Îranê de tê gotin ku heke kesek li dijî pergala hikûmdariya dewleta Îranê be, ew li dijî Xwedê ye jî. Cezayê vê yekî jî darvekirin e. Belkî bi deh hezaran keç û xortên kurd ji vê sucdarkirinê hatine kuştin. Cudatiya Îranê ji her sê perçeyên Kurdistanê zext û zordariya îdamê ye. Em dizanin Dewleta tirk jî zext û zoreke  gelek mezin li ser gelê kurd dike. Lê em dîna xwe didinê li wê de rê hinek qanûnê Ewropa û zext û zora Ewropa li wir bûye sebeb ku îdam li wir tune. Îro bi hemû awayî zext û zordarî li ser gel heye lê Rojhilat xebatên bi awayeke bibiryar dimeşin.  Di şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ de aşkere bû ku ew kuştin û îdamên wan nikarin pêşî li ber têkoşîna gel bigirin. Gelê kurd heta azadiya civaka xwe mîsoger neke dest ji têkoşînê bernade.

Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav rojhilatê Kurdistanê de çawa hat pêşwazîkirin? Ji bo şermezarkirina dîlgirtina wî li gelek deverên cihanê çalakî hatin li darxistin. Gelo li Rojhilat çalakiyên ku pêk hatin û niha pêk tên hene?

Di navbera salên 92 û 95’an de li gelek deverên rojhilatê Kurdistanê ew fikr û felsefeya Rêber Apo belav bû. Ji bo me vekirina qenala Med TV’yê wek şoreşeke civakî bû. Med TV karibû li hemû malên kurdan de cihê bigire û gelê kurd şiyar bike. Erê tekoşînek, xebatek û kedek hebû lê bandora Med TV’yê li ser gel pir zêde bû. Dema Serok Apo di sala 99’an de hat girtin, gelek bajarê rojhilatê Kurdistanê gelek çalakî hatin lidarxistin. Dewleta Îranê li gorî qanûnê Îranê ku dibê ‘çalakiyê pêk bîne lê tundiyê bikar neyne’ mudaxaleyê çalakiyan nekir. Di rastiyê de vê qanûnê tu car nayê pêkanîn lê ji ber ku di komployê de destê gelek dewletan hebû Îranê bi vê sekna xwe xwe wek dostê kurdan nîşan bide. Lê dema ku çalakî zêdebûn li bajarê kurdan bi awayeke tund êrîşê çalakgeran kirin.

Her çiqas di destê tu kesê de daneyeke zelal nînbe jî di dema çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 35 kes bi îşkenceyê hatin kuştin. Bi hezaran kes hatin girtin. Li dijî komployê û tundiya ku piştî wî li Rojhilat li gelê kurd hat kirin ciwanên kurd wek bersivdayîn pêl bi pêl tev li refên gerîla bûn. Li hemû danişkayên Îranê û rojhilatê Kurdistanê de roj nebû ku bi dehan xwandevan ji zankoyên Îranê tev li refên PKK’ê dibûn.

Îranê nedixwest fikir û îdeolojî Rêber Apo bandor li gelên Rojhilat bike û belav bibe. Lê ji bo belavbûna vî fikrê kar û xebatek hatibû kirin. Kedek hatibû dayîn, ew fikir belav bûbû û cihê xwe girtibû. Gelê Rojhilat li tiştekî digeriya ku destê wî, mejiyê wî tije be û bikaribe li hemberî dijmin bikar bîne. Ev jî di vê felsefe û îdeolojiyê Rêber Apo de hebû.  Zarokên kurd ên nûgihiştî dema ku dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Kurdistan’ davetin rastî êrîşa Îranê dihatin. Li Ûrmiye çar, li Sine 13 û li Seqizê jî çend kes hatin kuştin. Gelek zarok hatin girtin û herî kêm salek di girtîgehê de hatin hiştin. Piştî ku hatin berdan jî gef li wan hat xwarin da ku carek din ji bo gelê xwe û Serokê xwe nekevin nav tevgerê. Lê li djî vê gefxwarina wan gelek ciwanên ku ji girtîgehê hatin berdan berê xwe dan nav refên PKK’ê.

Çalakiyên ji bo Rêber Apo li Kurdistanê dihatin meşandin lê li paytexta Îranê jî çalakiyên gelek mezin hatin li darxistin. Meşên gelek mezin hatin li darxistin. Li zankoyên Tehranê bi awayeke rêxistinî çalakî hatin li darxistin. Ew fikr û îdeolojiya Rêber Apo ya ku wê demê belav dibû belavbûna hê jî berdewam dike.

Fikr û felsefeya Serok Apo di dema girtina wî de li nav gelên rojhilatê Kurdistanê belavtir bû. Ev fikir di nav zankoyên Îranê de jî cihê xwe girt. Wek mînak Şehîd Rêzan Cewît û Şejîd Hiseyinê Hizrî ku li zîndana Urmiyê de hat darvekirin bi salan di nav zankoyên Îranê de xebat meşandin û ked dan. Bi van xebatan bi dehan hemwelatiyên azerî, fars, ereb û mazeniyên ku li bakurê Îranê dijîn tev li nav PKK’ê bûn.

Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Şoreşa Jin Jiyan Azadî de li Rojhilat û Îranê zêdetir belav bûn. Bandora fikrên Ocalan ên li ser gelên din di çi astê de ye?

Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ wisa bi awayekî tesadûfî pêk nehat. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ keda bi deh salan e. Ew felsefe 40 sal xebat li pişt xwe hiştibû. Ev dirûşm ji Bakur derbasî Rojava bû û ji wir jî derbasê Rojhilatê Kurdistanê bû. Berzkirina vê dirûşmê qebûlkirina fikrên Serokatî ye.

Wek tê zanîn li zankoyên Tahranê dirûşma jin jiyan azadî wergerandin farsî û wek zen zendegî azadî berz kirin. Bi rastî di nav hemû gelên Îranê yên wek belûc, ereb, mazen û azerî de vê dirûşmê hatiye qebûlkirin. Ev gelek weletên ku em xebat dimeşînin de jinên îranî bi wêrekiryeke mezin tînin ziman ku xelasiya Rojhilata Navîn bi felsefe û îdeolojiya Serok Apo pêkan e. Xwerêvebirina demokratîk civakeke demokratîk wekheviya jin û mêr û felsefeya ekolojîk stûna felsefeya Serok Apo ye. Bi rastî îdeolojiya Rêber Apo ew tundiya ku li Rojhilata Navîn heye ji holê rake û şerên heyî bide sekinandin û jiyana bi hev re bike meriyete.Wek mînak li hin dewletan bi 4 zimanan li hinan bi 3 zimanan perwerde tê dayîn. Ango bê ku kesek zilmê li kesek din bike herkes dikare bi rengê xwe bijî.

Îro ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê li hemû cihanê ew fikr û îdeolojiya Rêber Apo belav bûye. Herçiqas pergal ji vî fikrê bitirse jî ew fikir belavtir dibe. Îro ew zextên ku li ser tevgerê û gelê kurd tên kirin li dewleteke herî xurt bihatana kirin jî dê ew dewlet têk biçûna. Lê em dibînin ku îro bi milyonan kes li her aliyên cihanê li ber xwe didin û heta Serok Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nekin jî dê xebatên xwe nesekinin.