6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên li Efrînê 4 welatî qetilkirin û 94 welatî jî revandin

Tirkiye piştî Efrîn dagir kir û komên çeteyan lê bi cih bûn, kuştina welatiyan zêde bû. Ji çiye heta niha li kantona Efrînê 4 welatî kuştin û 94 welatiyên din revandin.

Tirkiyeyê di Adara 2018’an de Efrîn dagir kir û komên çeteyên OSO û wekî din li Efrînê bi cih kirin. Navê dibistanan guhertin û alên Tirkiyeyê,  zimanê tirkî lê bi cih kirin. Piştî Tirkiyeyê Efrîn dagir kir, kuştin, revandin, talankirin, wêrankirina Efrînê zêde bû. Di 50 rojên 2024’an de komên çede yên di bin baneyê Tirkiyeyê de li Efrînê bi cih bûne, 4 welatî qetil kirin û 94 welatî jî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di bîlançoya xwe ya Çileyê de bi bîr xistibû ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatî di nav de 2 jin, qetil kirin.

Li li gorî rêxistinê, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê 53 welatî di nav de 15 jinên temenbiçûk û 2 zarok revandin. Girêdayî heman mijarê, Navenda Belgekirina Binpêkirinan di 20ˊê Sibatê de raporek li ser sûcên dewleta tirk û çeteyên wê belav kir. Di raporê de hate bibîrxistin ku ji destpêka Sibatê û heta dîroka belavkirina vê raporê 41 welatî hatine revandin.